NAVENA NÛÇEYAN - Endamê Akademiya Zanistê Erdnas Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê nirxandinên girîng kir. Gorur, wiha got: “Em li bendê ne ku li Stenbolê herî kêm bi pileya 7.5 erdhej pêk bê. Em li bendê bûn ku erdhejeke biçûktir çêbibe lê xesara li Stenbolê dê ji ya Mereşê zêdetir be.”
Endamê Akademiya Zanistê Erdnas Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê agahiyên girîng dan.Gorur, da zanîn ku li Tirkiyeyê du xetên fayê yên herî zêde rê li ber erdhejê vedikin xeta fayê ya Bakurê Anatoliyayê û xeta fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê ye. Gorur, got ku her du xetên fayê jî gelemperiya enerjiya xwe vala kirine û ji bo erdheja Stenbolê jî hişyarî dan.
'CIHÊN KU ME TÊXE NAVA FIKARAN, ÇEWLIK Û KANÎREŞ E’
Nacî Gorur ev tişt anî ziman: “Vaye ez cara ewil dibêjim. Bila hemû Tirkiye bibihîse; li Tirkiyeyê xetên fayê yên herî zêde rê li ber erdhejan vedikin xeta Bakurê Anatoliyayê û xeta fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê ye. Her du xetên fayê jî gelemperiya enerjiya xwe vala kirin. Ev yek nîşan dide ku dê di nava çend sedsalên din de li Tirkiyeyê erdhejên mezin çênebin. Qet nebe li ser van xetên fayê çênabin. Lê Çewlik û Kanîreş di serê me de zêde fikaran çêdikin.”
'EV YEK JI BO ALÎKARIYÊ DERFETEK E’
Gorur, got ku valakirina enerjiyê ya her du xetên fayê ji bo amadekariyên erdhejan derfeteke baş çêdike û wiha domand: “Ji bo ku em welêt bo erdhejan amade bikin, ev yek bo me şenseke. Dibe ku li deverên din erdhejên biçûk çêbibin lê fayên zon enerjiya xwe vala kirin. Ev yek derfeteke û bila hemû Tirkiye bibihîse.”
JI BO ERDHEJA STENBOLÊ DEM KÊM MA YE
Bi domdarî Gorur bal kişand ser erdheja Stenbolê û ev tişt anî ziman: “Ji bo Stenbolê rewşeke qet baş nîne. Çawa ku 3 roj berê ji bo Mereşê fikarên min hebûn û min gotibin. Niha heman fikarên min ji bo Stenbolê hene. Hemû lêkolînên zanistî nîşan didin ku dema erdheja Stenbolê hatiye. Digotin dê kêm zêde di nava 30 salan de çêbibe. Ev 23 sal derbas bûn û ev yek jî nîşan dide ku demekî pir kêm ma ye. Li gorî texmîna min herî zêde dê bi pileya 7.5 be. Em li bendê ne ku pileya erdheja Stenbolê kêmtir be lê xesara wê dê ji ya Mereşê zêdetir be. Her wiha li gorî min xesara Mereşê dê pir zêdetir be. Hêvîdarim ku gotinên min dernekevin lê dema hate eşkerekirin dê diyar bibe.”
HIŞYARIYA ERDHEJA HATAY Û EDENEYÊ
Têkildarî erdhejên Hatay û Edeneyê jî Gorur ev hişyarî kir: “Dibe ku di navbera fayên li derdorê transfereke stresê çêbibe. Li gorî min piştî van erdhejan, devera Hatay û Edeneyê bêhtir hesas bûn. Biçûk an jî mezin çendek xetên fayê yên weke berdewamiya faya Rojhilatê Anatoliyayê hene. Dibe ku li faya mirî ya Hatayê hinek transfera stresê hatibe kirin. Li gorî min barê wan jî çêbûye. Divê mirov li wan deveran pir baldar be. Heta astekî bilind dê deverên faya Rojhilat û Bakurê Anatoliyeyê rehet bin. Heta demekî dirêj jî dê erdhejên mezin çênebin. Ya ku fikaran di serê me de çêdike jî Çewlik û Kanîreş e. Derdorek heye ku dikeve aliyê herî jor ê fayên Rojhilat û Bakurê Anatoliyayê. Erdheja herî dawî di sala 1766’an de çêbû. Fikarên me ji bo wê derê hene.”
'DIVÊ WEZARETA KARESATAN BÊ AVAKIRIN’
Prof. Dr. Nacî Gorur got ku divê Wezareta Karesatan bê avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî ku wezaret hate avakirin jî bo wê budçeyeke baş hewce dike. Da ku bikare binesazî û koordînasyonê baş bike. Dê planên ji bo 5 salan bên amadekirin û hemû bajarên li dora xetên fayê bên saxlemkirin. Ji ewil dê xebatên herêmên mîkro bên kirin û piştre jî analîza xetereyê û herî dawî jî xebatên kêmkirina ziyanan bên kirin.”