HATAY - Li Hataya ku kareseta erdhejê lê çêbûye tîm û amûrên rizgarkirinê kêm in û kavil nehatine rakirin û van tîman xwe negihandiye gundewaran. Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik ku li herêmê ye got mirovên ku tên rizgarkirin jî dibe ku ji nexweşiyên şewbê bimirin.
Erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlok bû karesatek mezin li Hatayê jî çêkir. Li Hatayê jî tevî ku çar roj derbas bûn xebatên têrkirî yên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. AFAD’ê konan kêm vedaye. Welatiyên ku bêcih û bêwar mane li ber kavilan agir vêdixin û şeva xwe derbas dikin.
Hê jî li gelek deveran xebatên rakirina kavilan nehatiye destpêkirin. Li cihên ku xebat lê tê kirin jî tîm û amûr gelek kêm in. Kelûpelên alîkariyê ku tên bajêr jî bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Rê ji ber kavilan hatine girtin û ji ber trafîka tîmên tenduristiyê tengasî çêdibe. Gelek alîkariya ku tê bajêr jî ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin. Alîkariya ku tê bajêr jî ji ber kêmasiya koordînasyonê nagihîje mexdûrên erdhejê. Hê jî jî kesî xwe negihandiye gundewarên herêmê.
NAVÇEYA SAMANDAGIYÊ BI TENÊ HATIYE HIŞTIN
Hê jî ne tîmên rizgakirinê û ne jî alîkarî gihîştiye navçeya Samandagiyê û ji bin kavilan ne cenaze û ne jî ewlatiyên sax mane hatine derxistin. Li herêmê tîmek saziyên fermî nayê dîtin û welatiyên dilxwaz hewl didin birîna welatiyan bipêçin û dibin alîkar.
ŞIK: ORGANÎZASYON TUNE YE
Parlamenterê Partiya KarkerênTirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik ku ji roja ewil a erdhejê ve li herêmê ye diyar kir ku bêxwedîtiya roja ewil cihê xwe ji aloziyê re berdaye û wiha got: “Hin rayedarên saziyên dewletê hatin. Lê tiştek nekirin. Pêdiviya kesî nayê temînkirin. Mirov li vir bêxwedî hatine hiştin. Xelkê me alîkariyek pir cidî dişîne herêmê. Tevî ku tu organîzasyon nîne jî xelk li çareya serê xwe dinêre. Welatî hewl didin ku welatiyan ji bin kavilan rizgar bikin û cenazeyan derxin. Em her tiştî datînin aliyekî lê çîroka esasî ji niha şûn ve dest pê dike. Divê ji bo mexdûran alîkarî û xebat bê kirin, lê niha tiştek wiha tune ye. Welatiyên ji bin kavilan sax tên derxistin jî li ber sermayê ne. Bi şevê pirr sar e û ji bo welatî neqerisin têkoşîn tê dayîn. Gelek cenaze li holê hene. Welatiyên sax ji bin kavilan tên derxistin jî bi metirsiya nexweşiyên şewbê re rûbirû dimînin. Metirsiyek mezin heye. Dibe ku yên tên rizgakirin jî dibe ku ji ber nexweşiyên şewbê bimirin. Heta niha ne alîkarî û ne jî tîmên rizgakirinê xwe gihandine gundewarên herêmê.”
AMÛR TUNE NE
Altan Şahîn ê wek dilxwaz ji Stenbolê jî hat navçeyê diyar kir ku tîm û amûr têr nakin û di bin kavilan de cenaze hene. Şahîn got gelek mirov tên alîkariyê lê ji ber amûrên rizgarkirinê tune ne çi ji destê wan tê û lê gelek dereng dimînin.
Gelek dilxwazan jî da zanîn ku cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin li naverasta kolanan tên hiştin û tûrên cneazeyan nabînin ku cenazeyan bixinê.
MA / Tolga Guney