* Der barê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ê ku di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniya çapemeniyê xwend, lêpirsîn hat destpêkirin.
* Shanta Bulut ku ji Ingilistanê hatibû Islehiyeyê û li wir bi cih bûbû, di erdhejê de malbata xwe winda kir. Bulut, da zanîn ku 5 saetan di bin kavilan de hawara alîkariyê kir û bi saya cîranên xwe hatiye rizgarkirin.
* * ATK'ê ji bo Ahmet Ozan Karacayê ku êrişî cemxaneyê kiribû, rapora "mesûliyeta wî ya ceza tam e" amade kir.
* Mevlût Demîrelê nexweş ku piştî erdhejê xwediyê xanî ew ji xanî avêtiye, 20 roj in bi vî halê xwe yê nexweş û di vê sir û seqemê de li derve ye.
* Piştî erdhejê li mezrika Şurtêmevnê ya gundê Çemê Êlîkanê, 18 xanî bi temamî xesar dîtin. Şêniyên gund ku koçberî li wan tê ferzkirin gotin ku ew naxwazin biçin bajaran.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 706’an de berdewam dike.
* Meclisa Jinan a HDP’ê dê bi boneya piştyevaniya hemû jinên ji erdhejê bibandor bûn, li Îskeleya Beşiktaş a Kadikoyê çalakiyê li dar bixe. (15.00)
*Koordînasyona Krîza Erdhejê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê têkildarî mexdûrên erdhejê li Qada Îskeleya Kadikoyê daxuyaniyê bide. (17.00)