AMED- Di erdhejên Mereşê de xesareke mezin gihişt 18 xaniyên mezraya Şurtêmevn a gundê Çemê Êlika ya Liceyê. Şêniyên ku neçarî koçberiyê tên kirin diyar kirin ku naxwazin xaka xwe biterikînin û dixwazin ku bo wan çareseriyek bê peyda kirin.
Erdeheja ku li navenda Mereşê çêbû bandora li 11 bajaran kir. Yek ji van bajaran jî Amed û gundên wê bûn. Li mezrayen gundê Şurtêmevnê û Kortê yên gundê Çemê Êlîkan a navçeya Licê ya Amedê gelek xanî pir xesar dîtine. Li mezraya Şurtêmevnê 18, li mezraya Kortê 4 û li gundê Çemê Êlîkanê jî hin avahî xesareke mezin dîtine. Midûriyeta Bajêr a Karesatê rapora "pirxesardîtî" daye van xaniyan. Ji ber vê gundî nikarin têkevin xaniyên xwe û di vê sir û seqemê de di konan de dimînin.
Şêniyê gundê Çemê Êlîkanê Mehmet Oyunlû yê 78 salî anî ziman ku dema erdhej çêbûye nikaribûye derkeve derve û wiha got: “Li gund tiştekî tu kesî nebû, lê avahî hemû xesar dîtîne û hilweşiyane. Ez pir li ber wan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û xizmên wan dikevim. Em li televîzyonê dinêrin ku konên gelek kesan nîn e û alîkariya ji wan re tê şandin jî tê astengkirin."
NIKARIN TÊKEVIN XANIYÊN XWE
Oyunlû diyar kir ku konên ji wan re hatine şandin bi kêrî wan nayên û wiha pê de çû: “Em 12 kes di konekî de dimînin. Hejmar pir e, lê kon biçûk e. 6-7 zarokên biçûk hene, ji bo wan pir zehmet e. Dema baran dibare kon dilop dike. Em konekî din davêjin ser ji bo dilop neke. Ji bo şûştinê û pêdiviyên din em ji bêgavî dikevin xaniyên xesardîtî. Dewarên me hene, ew di axur de ne. Me ji bo wan jî ji AFAD’ê kon xwest, lê nedan me. Ji me re dibêjin koçî bajêr bikin. Em nikarin li bajêr bijîn. Tu meaşekî me nîn e. Li vir bostanên me hene, em dikarin çandiniyê bikin û debara xwe bikin. Em dest ji gundê xwe bernadin û naçin tu derî jî."
VEGERIYAN GUNDÊ XWE
Oyûnlû erdheja 1975'an a Licê bibîr xist û wiha domand: "Di sala 93’yan de gundê me hat şewitandin. Wê zivistanê me bar kir, em çûn Amedê. Me dît em nikarin li bajêr debara xwe bikin, em cardin vegeriyan gundê xwe."
ÇAREYEKÊ DIXWAZIN
Şêniyê gundê Şurtêmevnê Haci Raif Yakaci yê 69 salî jî ji diyar kir ku konên ji wan re hatine şandin bi kêrî wan nayên û wiha axivî: “Em dixwazin konteyneran bidin me. Lazmatiyên ji bo şûştinê bidin me. Gundê me 18 mal in. Hemû mal xesar dîtine. Qeymeqam ji me re got, bar bikin biçin Licê. Qeymeqam got, ‘Li wir eywana werzîşê heye û em ê we li vir bi cîh bikin. Yan jî herin bajêr em ê heqê kirê bidin.’ Nizanim bê ev çi qas rast e. Lê em vê biryarê qebûl nakin. Em ê ajalên xwe li ku bihêlin û biçin. Bila avahiyên me û gomên me çêkin. Em dest ji gundê xwe bernadin. Em çareyekê dixwazin."
Medîne Yakaciyê jî got: “Hûn ji dibînin ku xaniyên me xira bûne. Divê xaniyê me bên çêkirin. Ma em ê heya kengî di konan de bimînin. Heke ew karibin di vê sermayê de di konan de bimînin, em ê jî kairbin bimînin. Na, nikaribin nexwe bila xaniyên me çêkin."
BERÊ JÎ JI BER ERDHEJÊ 2 SAL AN DI KONAN DE MAYE’
Mûstafa Yakaci yê 83 salî got: “Ger dewlet bixwaze dikare avahiyan çêke. Em xanî dixwazin. Piştî erdhejê ji bilî kon, sobe, betaniyan û hinek xwarin tu tişt nekiriye. Li çadiran ceyaran nîn e. Em naxwazin ku ji gundê xwe derkevin. Em dest ji axa xwe bernadin. Em ê biçin ku? Di erdheja Çewligê de jî xaniyê min xesar dîtibû. Xaniyên min 2 qat bû, hemû dîwar hilweşiyan lê stûn saxlem bûn. Wê demê em tirsiyan. Em neketin xaniyê xwe. Em 2 salan dı konan de man.