DÎLOK - Ji mexdûrên erdhejê Fatîh Durmuşlar diyar kir ku hêj niha jî pirsgirêka kon û xurekan li Nûrdagiyê heye û wiha got: “Hem di alîkariyan de, hem di belavkirina wan de û hem jî di saziyan de bêpergaliyeke mezin heye. Cihêkariyê dikin û divê wisa tevnegerin.”
Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê hema hema xesar gihiştiye tevahiya mal, kargeh û avadaniyan. Gelemperiya xelkê navçeyê xaka xwe terikandiye û yên mayî jî ji ber ku cihekê biçinê tune ye, bi awayekî bêçare disekinin.
Makîneyên kar di roja 21’emîn a erdhejê de dest bi xebatan kirin û ji ber hilweşandina avahiyên xesar gihiştiyê, navçe di nava toz û dûmanê de maye. Xelkê navçeyê ji hilweşîna van avahiyên bo bi sedan şêniyê navçeyê bûne gor, şaredariya AKP’î sûcdar dikin. Welatî dibêjin ku şaredariyê venêrîneke baş nekir û di plankirina îmarê de jî nelirêtî kiriye.
Her wiha gelek şêniyên navçeyê yên em pê re axivîn, dibêjin ku pirsgirêka konan û pêdiviyên bingehîn hêj berdewam in.
‘EM DI WESAYÎTÊ DE RAZAN’
Ji şêniyên navçeyê Fatîh Durmuşlar got ku avahiya tê de dijiyan di erdhejê de hilweşiyaye û wiha domand: “Cîranên me yên li qata jor jiyana xwe ji dest dan. Şensê min û malbata min hebû ku ji wir xelas bûn. Piştî erdhejê em 2 rojan di wesayîta xizmekê me razan. Ne soleke me hebû ku li piyên xwe bikin û ne jî cil û bergên me hebûn. Piştre jî Xwedê jê razî be mirov bi alîkariya me hatin. Hinekan betanî anîn û me bi wî awayî xwe germ kir. Di roja 4’emîn a erdhejê de me ji bo konan serî li walîtî, qeymeqamtî û AFAD’ê da. Lê yek ji wan bersiveke erênî neda. Em jî neçar man ku di wesayîtê de bimînin. Piştre jî AFAD’ê kon anîn navçeyê lê bi awayekî adilane belav nekir. Ji ewil dan xwediyên malan. Kesên weke me kirêgir jî nekarîn konan wergirin. Li vir cihêkariyê çîniyê dikin. Ez li dijî vê me. Hinek konên Qeterê anîn herêmê. Me bi wî awayî karî konan bigirin. Lê di wan konan de qada sobeyê tune ye. Ji ber vê yekê konê cîranê me şewitî. Em jî tirsiyan û me sobe nedanî. Rewşa me rewşeke perîşe ye.”
‘EM 3 SAETAN DI DORA TAŞTÊ DE DIMÎNIN’
Durmuşlar, axaftina xwe wiha qedand: “Li gel cihê mayînê, pirsgirêka xwarinê jî heye. Ez ji bo wergirtina taşê 2-3 saetan di dorê de dimîninim. Min ji bo cil û bergan serî li saziya piştevaniya civakî dabû û li wir jî 3 saetan di dorê de mam. Mirov ewqas tên mexdûrkirin. Dibêjin; ‘em dibin alîkar’ lê wisa nîne û li her derê em tên mexdûrkirin. Di alîkariyê de, di belavkirina wan de û di saziyan de bêpergaliyek heye. Her wiha di mijara alîkariya kireyê ya dewletê de jî cihêkariyê dikin. Bila cihêkariyeke weke çîna 1’emîn, çîna 2’yemîn nekin. 10 hezar TL’an didin xwediyên xaniyan lê tiştekî nadin kirêgiran. Bi kurtasî dibêjin jixwe xizan bû û tiştekî wî tune bû. Banga min ji bo hemû rayedaran ew e ku cihêkariyên wiha nekin.”
MA / Îbrahîm Irmak