Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir

  • rojane
  • 10:56 27 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Di erdheja Bazarcixê de kalorîfer bi ser pitika 9 mehî de ket. Malbatê pitik bir nexweşxaneyê û bijîşkan jê re got; ‘rewşa wê baş e.’ Malbata ku vegeriyayî malê, 3 roj piştre anku di 9’ê sibatê de pitika xwe winda kir. Roja mirina wê jî li şûna 9’ê sibatê, weke 6’ê sibat hate qeydkirin. 
 
Ji ber mudaxaleya dereng û xemsariyên di erdhejên Mereşê de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Welatiya bi navê Havva Îstî ku li Taxa Memîş Ozdag a Bazarcixê dijî jî ji ber terkexemiya piştî erdhejê pitika xwe winda kir. Di roja erdhejê de kalorîfer kete ser pitika Sîtî ya 9 mehî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jê re “rewşa wê baş e” hate gotin û şandin malê. Lê belê sê roj piştre anku di 9’ê sibatê de pitikê jiyana xwe ji dest da. Mirina wê jî weke 6’ê sibat hate qeydkirin. Malbat dibêje ku ji bo nixûmandina terkexemiya xwe roja mirinê hatiye guherandin. 
 
‘JI DÛR VE LÊ NIHÊRTIN Û GOTIN BAŞ E’
 
Havva Îstî da zanîn ku di roja erdhejê de li mala xwe ya li Taxa Memîş Ozdag bûn û wiha qala wan kêliyan kir: “Zarokê min ê 4 salî dimeşiya û 2 zarokên xwe yên din jî min girtin hembêza xwe û em reviyan derve. Di erdhejê de kalorîfer kete ser keça min Zeryayê ya 9 mehî. Min got em dakevin xwarê, bila hewa hinek ronî bibe û dê paşê bibim nexweşxaneyê. Di wê kêliyê de ewrekî wisa reştarî hebû ku.. Em derdora saet 04.30’an daketin jêr. Hewa pir sar bû û em jî di wesayîtê de rûniştin. Saet derdora 09.00-09.30’an de em çûn Nexweşxaneya Bazarcixê. Me ji bijîşkan re got; ‘kalorîfer kete ser keça min, hûn dikarin lê binêrin?’ Ez pir tirsiyam ku tiştek pê bibe. Ji dûr ve li keça min nihêrtin û gotin; ‘Keça te baş e, tiştekî wê tune ye.’ Wê demê min qet texmîn nedikir ku dê keça min bimre.” 
 
XISTIN NAV CENAZEYÊN DIN
 
Bi domdarî Îstî diyar kir ku piştî nexweşxaneyê derbasî gundê Kîzîrlî bûne û wiha domand: “Me 2-3 rojan tiştek ferq nekir. Di 9’ê sibatê de min mamayê wê dayê û nivand. Min ferq kir ku bêhnê nagire. Min tavilê rahiştê û bir Nexweşxaneya Bazarcixê. Bijîşkan qederê nîv saetê masaja dil kir. Ji min re gotin; ‘serê te sax be, me keça te winda kir.’ Piştre jî keça min birin cihekî din. Min keça xwe mereq kir û li pey wê çûm. Tîyê min ez asteng kirim. Piştre jî ji bo teşhîskirinê bang li min kirin. Nêzî 100 cenaze li wê derê hebûn. Di nava wan cenazeyan de xwestin ez keça xwe teşhîs bikim. Çima keça min a ku min bi destên xwe biribûn wê derê, di nava cenazeyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi min dan teşhîskirin? Min ev yek fêm nekir. Min keça xwe teşhîs kir, cenazeyê wê wergirt û ji nexweşxaneyê derketin.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ SERSARIYA NEXWEŞXANEYÊ
 
Di berdewamê de Îstî wiha axivî: “Heke ji min re bigotina ‘rewşa keça te nebaş e’ an jî li tomografiya wê jî binihêrtina, dê bi zora min neçûya. Ji bo ku keça min nemire, kuder hewce bikira dê ez bi meşê biçûma wê derê. Keça min Zeryayê di 9’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da lê li ser e-devletê weke 6’ê sibat hatiye qeydkirin. Heke roja ewil li keça min binihêrtina, dê keça min niha sax bûya. Ez ê giliyê nexweşxaneyê bikim.” 
 
‘KEÇA MIN JI BER TEKEXEMIYÊ MIR’
 
Bav Cûma Îstî jî niha li derveyî welat e, têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Keça min ji ber terkexemiya bijîşkên nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Heke li keça min binihêrtina dibûya ku niha hêjta bijiya. Keça min di 9’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da lê wan weke 6’ê sibatê nivîsandin. Bi vê yekê dixwazin terkexemiya xwe ji raya giştî veşêrin.” 
 
ROJA MIRINA WÊ ÇIMA HATE GUHERANDIN?
 
Li ser agahiyên malbatê, me xwe gihand belgeya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bazarcixê ve hatiye amadekirin ku ser dîroka 6’ê sibatê hatiye xêzkirin û bi nivîsa destan 9’ê sibat li ser hatiye nivîsandin. Di belgeyê de wiha tê gotin: “Di 06.02.2023’yan saet di 04.20’an de li navçeya me erdhejeke mezin çêbû û kesên di bin kavilan de mane li cihê bûyerê hatine muayenekirin. Hat tespîtkirin ku cesed ê Zerya Îstî ye. Dikare destûrnameya definkirina cenazeyî were dayîn. “ 
 
Di dawiya belgeyê de 6’ê sibata 2023’yan hatiye nivîsandin lê piştre ser reqema 6’ê hatiye xêzkirin û di bin de bi nivîsa destan 9 hatiye nivîsandin. 
 
Lê belê li ser e-devletê roja mirina pitik Zeryayê weke 6’ê Sibata 2023’yan hatiye nivîsandin. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

27/02/2023
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin