MEREŞ - Mexdûrên erdhejê ji Elbistana ji erdhejê bi bandor bû, ji bin kavilan û avahiyên li ber hilweşînê hewl didin tiştên xwe derxînin.
Ji bo ku ez biçim navçeya Elbistana Mereşê ya ji erdhejan bi bandor bû ji Enqereyê bi otobûsê bi rê ketim. Otobûsa ez lê siwar bûyî bi mexdûrên erdhejê yên ji bo tiştên xwe xelas bikin vedigeriyan tejî bû. Otobûsên ji herêmên erdhejê dihatin Enqereyê, weke dihatin tejî vedigeriyan.
Termînala otobûsan a Mereşê ku serê sibê gihiştimê, bi sedan mirov ji bo biçin gund û navçeyên Mereşê li benda servîsan bûn. Otobûsa ku ji bo ez derbasî Elbistanê bibim lê siwar bûm jî bi awayekî tejî bi rê ket. Mexdûrên erdhejê yên di otobûsê de serpêhatiyên xwe yên erdhejê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û saziyên dewletê yên neyî vedigotin û gazin dikirin.
YÊN KU DI ERDHEJÊ DE HILWEŞIYAN Û NEHILWEŞIYAN
Li Elbistanê ewilî kavilan ez pêşwazî kirim. Qasî ku pêş ve diçûm kavil zêde dibûn. Dayik û bavek ên ji wesayîtê em bi hev re peya bûn, zarokên xwe li Enqereyê hiştine û ji bo ji mala xwe ya xesareke zêde gihiştiyê tiştên xwe bigirin vegeriyane û wiha digotin: “Me zarok xelaskirin, em ji wê re şikir dikin.” Dema em dimeşiyan digotin ‘Binêre ev yek ji avahiya kevin a Elbistanê ye. Apartmana Bîstan” Di wê avahiyê de xesareke mezin hebû lê ne hilweşiyaye. Her du avahiyên ku li rex wê bûn digotin 20 sal in hatine çêkirin hilweşiya bûn.
ENCAMA QEYRANA ABORÎ BÛ DERXISTINA TIŞTAN A JI BIN KAVILAN
Dema ez diketim nava Elbistanê û kolanan digeriyam hejmara kesên malên xwe bar dikir zêde dibû, mirovan amadekariyên koçkirinê dikirin. Mirov weke di ferqa wê dewlet sozên dayî nagire de hewl didan ji bin kavilan di avahiyên xesareke mezin gihiştiyê de tiştên xwe xelas bikin. Li ser petekeke ku li ser kavilan bû bi nivîsa “dema kavilan bigere” nimreyek hatiye nivîsîn, petek jî xwediyê wê jî li bendê bûn ku tiştên xwe ji bin kavilê destnedayî derxînin bûn. Mexdûrên erdhejê hewl didan tiştên xwe an ji bin kavilan an jî di avahiyên li ber hilweşînê de derxînin.
JI GUNDÊN ELEWIYAN RE RÊ JÎ ALÎKARÎ JÎ NÎNE
Gelên li vir dijiyan bi salan hatin sirgunkirin. Ji her sirgunê re hincetek hate dîtin. Ev sirgun jî bi hinceta erdhejê hate kirin. Dema em li ser rêya gundê me fêm dikirin gundê elewiyane de diçûn em rastî çend mirovên pîr hatin. Kesên pîr hewl didina li konên piştî 4 rojan hatin xwe germ bikin. Ji gelek gundên kurd û elewiyan re jî alîkarî nehate dayîn. Ji kurdên elewî yên li Elbistanê dijîn jî tevî 22 roj derbas bûn jî kon nehatine dayîn. Ji gundên kurd ên elewî yên rêya wan nînin re alîkarî jî neçû. Yekane rêya ji elewiyan re hate vekirin di demekî her der girtî de bû daîreyên pasaportan ên dixebitîn.
KONÊ AFADÊ HEYE LÊ ALÎKARÎ NÎNE
Li ber Malacemê gelek konên AFAD’ê hatine vedan, mirov di konên ne li gorî zivistanê de ne hewl didin bijîn. Konên AFAD’ê ku penaber lê dimînin tenê çend betaniye hene. Her çiqas em û penaberên em pê re axivîn hev fêm nekin jî rewşa heyî xuya dike ku alîkarî nehatine van konan.
JIN NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Gelek mexdûrên erdhejê yên jin jî ji ber nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin bi gazin in. Gelek jinên ku ji roja ewil a erdhejê ve li konan an jî li mala ceme dimînin nikarin serê xwe bişon. Alîkarî ji ber zêdetir ji aliyê zilaman ve tên belavkirin an jî ji aliyê wan ve tên standin gelek jin di mijara xwe gihandina malzemeyên paqijiyê yên bingehîn pirsgirêkê dijîn.
LI NAVÇEYÊ PIŞTEVANÎ
Li Elbistanê hilweşîneke gelek zêde hebû. Lê qasî ku roj derbas dibin, wê hilweşînê cihê xwe ji piştevaniyê re hişt. Bi piştevaniyê ji gundên elewî yên kurd re alîkarî ji penaberan re betanî hatin dayîn. Bi piştevaniya Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Dilxwazên Afetê ya ji gelek pêkhateyên çep ava bû, pêdiviyên mexdûrên erdhejê tên bicihanîn.
PIRSGIRÊK JÎ HÊRS JÎ POLÎTÎK IN
Li herêma erdhejê qasî piştevaniyê pirsgirêk û hêrs jî polîtîk in. Mexdûrên erdhejê mîmarê hilweşînê nas dikin, dizanin û xwe ji nîşandana bertekan paş ve nahêlin. Bi gotina wê Serokkomarê AKP’î Erdogan bê hejmara leşker û polîsan a di xebatên rakirina kavilan bi lez bû. Mexdûrên erdhejê yên bertek nîşanî vê yekê dan bêdudilî pirsa “roja ewil a erdhejê li ku bûn?” pirsîn. Mexdûrên erdhejê ku li dijî dayîna ji sedî 40’ê bihayê xaniyên li Elbistanê ji nû ve bên çêkirin in. Bi gotinên “ma me hilweşand ku em ê bidin” bertekên xwe tînin ziman. Tevî ku piştî erdhejê 23 roj derbas bûn jî xwe gihandina stargeh, malzemeyên paqijiyê û xurekan hêj jî pirsgirêk e.
MA / Yusra Batihan