NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Efrîqeya Başûr a “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” dest pê kir.
Konferansa “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” a bi pêşengtiya Koma Xebatên Mafên Mirovan a Kurd û Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo a Sûriyeyê li bajarê Cape Town ê Efrîqeya Başûr tê lidarxistin, dest pê kir. Konferans dê du rojan bidome û ji Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrîqeya Başûr gelek nûner tev li bibin.
Berdevkê Kongreya Neteweyî ya Efrîqeya Başûr Cameron Dugmore, Nûnerê Partiya Komunîst a Efrîqeya Başûr Solli Mbella, Güney Berdevka Kongreya Sendîkayên Karkeran a Efrîqeya Başûr Meloyn de Bruyn, Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo ya Sûriyeyê Ferzende Munzur û Hevserokê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan ên Kurdan a Efrîqeya Başûr Mahmoud Patel axaftinên destpêkê kirin.
Eleqeyeke mezin bo kongreyê heye. Di kongreyê de li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd û bandora wê ya li aştiya cîhanê nîqaş tên kirin.