Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man

img
SEMSÛR - Abdulkadir Omerî ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Kobanê koçî Semsûrê kiriye, bi lêv kir ku 3 rojan mudaxileyî birayê wî û 2 biraziyên wî yên di bin kavilan de nehatiye kirin û jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji bajarên ku gelekî bandor ji erdhejê girtin, yek jê jî Semsûr bû. Ji ber erdhejên li Mereşê çêbûn, li Semsûrê hezar û 485 avahî hilweşiyan û li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku li Semsûrê dereng mudaxileyî kavilan hat kirin, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û kesên avahiyên wan hilweşiyan di vê sir û seqemê de bi rojan li derve man. 
 
Her kesên di bin kavilan de mane, xwedî çîrokeke cuda ne. 
 
Abdûlkadîr Omerî ku li konebajarê Koordînasyona Kirîzê ya Semsûrê dimîne, bi lêv kir ku 10 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Kobanê koçî Semsûrê kirine. Omerî got ku di erdhejê de birayê wî Gelo Omerî û 2 biraziyên wî Eyad û Erîç di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.
 
‘3 ROJAN MUDAXALÊ NEHAT KIRIN’
 
Omerî bi lêv kir ku 10 sal berê hatine Semsûrê û got ku ji bo debara xwe bike dest bi kar kirine. Omerî anî ziman ku piştî erdhêjê 3 rojan mudaxileyî kavilan nehatiye kirin û wiha behsa wan rojan kir: “Di 6’ê sibatê seat di 4’an de çawa erdhej çebû weke ku xanî bi ser me de hilweşiye çû û hat. Sobe bi ser me de ket, me bi zorê xwe avêt der. Ji aliyekî ve berf ji aliye din ve jî baran bi ser me de dibarî. Pişt re agahî ji me re hat ku birayê min û du zarokên xwe di bin kavilan de mane. Ez û lawikê xwe em çûn ber xanî, zarokê birayê min hê sax bûn û qerîn û hawara wan ji bin kavilan dihat. Me kavil vedan, me xwe gihand biraziyê min Eyad. Eyad hê sax bû, lê lingên wî di nava kavilan de asê mabû. Laşê wî xuya bû. 3 rojan me kola, tu alîkarî û mudaxalê tune bû.”
 
'DILXWAZÊN AMEDÊ HATIN CENAZEYÊN ME DERXISTIN’
 
Omerî destnîşan kir ku piştî 3 rojan polîs hatine lê ji ber ku amadekariyên wan tune bûne mudaxile nekirine û ev tişt gotin: "Piştî çend rojan çend polîs hatin wan jî got heta kemçe neyê em nikarin û çûn. Em jî li ber kavilan rûniştin. Piştî rojekê kemçe hat, lê heta kemçe hat jiyana xwe ji dest dabûn. Lawê birayê min Eyad, keça birayê min Erîç û birayê min Gelo Omerî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesî bi xwe bi derfetên xwe kemçe girtibûn, me ji wan alîkarî xwest lê gotin yên me jî di bin kavilan de ne û nekarîn bên. Lê ne ya AFAD'ê ne jî alîkariyeke dewletê negîhîşt me. Pişt re çend dilxwazên ji Amedê hatin bi kemçeyê cenazeyên me derxistin.”
 
BIRA Û BIRAZÎ LI KOBANÊ VEŞARTINE
 
Omerî diyar kir ku wan cenazeyê birayê xwe biriye ser sînor û ber bi Kobanê ve bi rê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me cenazeyên xwe girtin, birin nexweşxanyê. Me keça birayê min li Semsûrê veşart. Birayê min jî gotibû heke ez bimirim min bibin welatê min. Me bira û biraziyê xwe bir sînor û teslîmî xizmên xwe kir û em vegeriyan, nehiştin em sînor derbas bikin. Me bira û biraziyê xwe jî li Kobanê veşart.”
 
AFAD’Ê GOTIYE 'HÛN SÛRIYEYÎ NE JI VIR DERKEVIN’
 
Omerî anî ziman ku AFAD’ê ji wan re gotiye hûn "sûriyeyî ne" û kon nedane wan. Omerî, bi lêv kir ku piştî rojekö li derve mane hatine konebajarê Koordinasyona Kirîzê ya Semsûrê bi cih bûne û wiha pê dê çû: “AFAD’ê ji me re got ji vir derkevin, hûn sûriyeyî ne biçin cem sûriyeyiyan. Em jî çûn wir lê li wir ne kon, ne tuwalet ne, serşok ne jî av hebû tiştek tune bû. Em rojekê di wê sermayê de li derve man. Pişt re xwedê ji wan razî be, em duh hatin li vir bi cih bûn. Piştî 20 rojan hê min duh karî ser çavên xwe bişom.”
 
Li ber kon niqrîsk ketin qirika Omerî û ev zêmar avêt ser birayê xwe û du biraziyên xwe: 
 
“Dê were bira dê werê 
 
Derde min giranê dê were lo
 
Lo welatê xerîbiye em perîşan in lo 
 
Bira bila ez bûma ne civanên te bûna 
 
Welatê me êrişin em nikarin vegerin welatê xwe
 
Agir bikevê mala zalim û dijminan top û bombe li ser welatê me hatin
 
Li bajarê Semsûrê tev hatiye xwarê qîr û hawara civan û xortane
 
Bajarê Semsûrê bajarekî şerîn e lê giran e heyfa xort û civanan…”
 
MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût

Sernavên din

01/03/2023
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin