AMED - Serokê EMO’yê û Hevberdevkê ÎKK’a TMMOB’ê Alîcan Çetînkaya têkildarî fatûreyên ceyranê axivî û wiha got: “We li ser milên gel pir pere qezenc kirin. Fatûreyên gel ber wê qezenca xwe bixin û fatûreyên 3-4 mehan jê nestînin.”
Di 6’ê sibatê de li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6’ê du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke rûxîner li ser 11 bajaran kir. Di encamê de zêdetirî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes birîndar bûn, bi sedhezaran kes bêmal man û bi milyonan kes jî bandoreke giran lê bû. Yek ji van bajaran jî Amed e. Ji roja ewil a erdhejê heta niha bi hezaran kes ji ber xesara gihiştiye xaniyên wan, nikarin bikevin malên xwe. Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo Amediyan fatûreya ceryanê ku 45 roj hatine hesapkirin birî. Gelek welatiyên Amedê ji fatûreya ku hatiye birîn nerazî ne û dibêjin ku ji her carê pirtir hatiye.
Serokê Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) û Hevberdevkê Desteya Koordînasyona Navendî (ÎKK) ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê Alîcan Çetînkaya bi ajansa me re axivî.
SEDEMA BIHABÛNÊ
Çetînkaya destnîşan kir ku bikaranîna ceyranê mafê her kesî ye lê dewletê ev maf daye destê şîrketên taybet. Çetînkaya, bi domdarî got ku ji ber fatûreyên zêde bo wan gelek gilî tên û ev tişt anî ziman: “Hewceye fatûre 30 rojan zêdetir neyên hesapkirin. Lê li herêmên erdhejê hinek caran 40 roj, hinek caran jî fatûreyên 45 rojan tên. Di rêziknameyê de ji bo rojekê 8 kwh tê lêdan û di qedemeya yekemîn de tê hesapkirin. Rojên din ên ser mehê jî di qedemeya duyemîn de tên hesapkirin. Qedemeya duyemîn jî ji ya yêkemîn bihatir e. Li Amedê hê jî gel psîkolojiya erdhejê li ser xwe neavêtiye. Lê şîrketên taybet bi mantiqa ‘zû pereyê min bide’ tevdigerin. Hewceye herêmên erdhejê fatûre bên paşxistin an jî qet neyên girtin. Em vê yekê ji şîrketên taybet ên bi armanca qezencê tevdigerin naxwazin. A girîng ew e ku desthilatdarî li ser vê mijarê bisekine û heqê fatûreyan ji gel nestîne. Heke bibêje hêza min tune ye, bila heqê fatûreyan paş bixe.”
‘HEMÛ SAZIYÊN BELAVKIRINÊ XWEMALÎ KIRINE’
Di berdewamê de Çetînkaya diyar kir ku mantiqa xwemalîkirinê xetereyeke mezin e û wiha pê de çû: “Ev tiştên ku bêyî berjewendiyên gel esas bên girtin tên kirin, bûye pirsgirêk û tengasiya herî mezin. Hemû qadên belavkirina ceryanê ku em jê re dibêjin şîrketên belavkirinê, hatine xwemalîkirin. Ji ber ku hemû şîrketên taybet li gorî qezencê tevdigerin. Lewma hêviyek ji wan nîne ku ji bo gel xwedî helwest bin. Lê divê dewlet tavilê li gorî feraseta dewleta civakî ku gel esas digire tevbigere. Gel anîne wê astê ku nikarin fatûreyên xwe bidin. Divê di mijara dayîna fatûreyan de ji gel re bibin alîkar. Gelek caran tê gotin ku dewlet ji bo dayîn fatûreyan ji gel re dibe alîkar. Ev yek, asta hejariya gel nîşan dide. Her wiha ji ber ku fatûreyên meh û nîvan tên, gel mexdûr dibe.”
‘BILA 3-4 MEHAN HEQÊ FATÛREYAN JI GEL NESTÎNIN’
Çetînkaya da zanîn ku gel di erdhejê de gelek mexdûr bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Me di 3-4 rojên ewil de tu saziyên dewletê nedîtin. Me xwest ku ev ruhê piştevaniyê yê gel desthilatarî jî nîşan bide. Lê tiştekî wisa nebû. Ev pêvajo ne pêvajoyeke 3-4 mehan lê pêvajoyeke dirêj e. Lewma divê alîkariyên bo herêmên erdhejê bidomin. Divê desthilatdarî nekeve derdê fatûreyan û ji şîrketên belavkirina ceyranê re jî bibêje. We ji ser pişta gel pir pere qezenc kir. Heqê 3-4 mehan ji gel nestînin û bila ev pere ber yê we heta niha qezenckirî bikeve.”
MA / Bazîd Evren - Revşan Saglam