MEREŞ - Nesîmî Aday ê HDP’î da zanîn ku kurdên elewî yên li Elbistanê girêdayî çanda xwe ne û wiha got: “Derdorên ji vê yekê aciz, dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin.”
Di encama erdhejên Mereşê de gelek avahiyên Elbistanê herifî. Li gel bajaran, gelek gund jî rûxiyan. Di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û belavkirina alîkariyan de gelek cihêkarî hate kirin. Li gundên kurdên elewî ku rêyên wan jî tune ne, tu xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin kirin û saziyên dewletê tu alîkarî jê re neşandin.
Endamên Maseya Elewiyan a Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelemperî li herêmên erdhejê yên piranî elewî lê dijîn xebat meşandin. Hevberdevkê Maseya Elewiyan a HDP’ê Nesîmî Aday diyar kir ku li dijî kurdên elewî cihêkarî tê kirin.
TÊKÇÛNA PROJEYA ENDEZYARIYA CIVAKÎ
Aday, da zanîn ku li gundên kurdên elewî yên Elbistanê cihêkarî tê kirin û ev tişt anî ziman: “Me gelemperî xebatên xwe li gundên kurdên elewî meşandin. Em di cih de bûn şahidên cihêkariya tê kirin. Me bi gelên wê herêmê re hevdîtin kirin. Di sala 1978’an de li vê herêmê Komkujiya Mereşê hatibû kirin. Piştî vê komkujiyê, li dijî kurdan operasyona guherandina demografyayê hatibû kirin û gelemperiya kurdan neçar kirin ku biçin derveyî welêt. Ev proje, projeya civakî bû û bi ser ketin. Lê belê kurdên Mereşê nasname, çand, nîjad, bawerî û nasnameya xwe ya neteweyî parastin. Mereşiyên polîtîk dîsa vegeriyan gundên xwe. Yên nehatin jî li vir cemxane û navendên çandan ava kirin. Bi vê yekê re têkiliya xwe ya bi vê derê re qut nekirin. Yên li vir dijîn bi zimanê xwe diaxivin. Ev yek jî hêzên tarî ditirsîne û dixwazin wan koçber bikin. Gel pir hestiyar e. Yên ku ji vê rewşê aciz, dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên Mereşê yên mayî jî koçber bikin.”
‘DERENGHATINA ALÎKARIYAN DÊ BIBE SEDEMA KOÇBERIYÊ’
Aday, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Hinek hozanên ku li herêma Mereşê muxalefeta civakî domîne dikin hene. Dixwazin dînamîka elewiyên kurdistanî ya li vê derê parçe bikin. Kurdên elewî yên Mereşê ji bo dewleta yekperest û olperest pirsgirêk in. Ji sala 1919’an heta niha li dijî kurdên Torosa Hundir êriş hene û polîtîkaya koçberkirinê di meriyetê de ye. Di Plana Islehkirina Şerqê ya 1925’an de bi vekirî dibêjin ‘kurdên elewî yên li rojavayê Çemê Firatê.’ Kurdên li Qoçgirî û Mereşê her tim rastî operasyonên guherandina demografyayê tên. Lê nekarîn bi ser kevin. Hewl didin nifûsa vê derê hêdî hêdî kêm bikin. Di komkujiya Mereşê de her 3-5 rojan carekî pasaport hatin belavkirin. Niha jî li vê derê daîreyên pasaportan dixebitin. Komên ku mirovan bêpasaport ji sînor derbas dikin hene. Ji bo nifûsa heyî ji vir bidin koçberkirin, di dewrê de ne. Ji bo koç bikin, kurdên Mereşê teşwîq dikin. Erdhej jî weke firsend tê bikaranîn. Rojên ewil mudaxaleyî Hatay, Mereş û Semsûrê nekirin û alîkarî neşandin. Li dijî elewiyan cihêkariyeke berbiçav kirin.”
BANGA JI BO KURDÊN ELEWÎ: VEGERIN GUNDÊN XWE
Aday, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rûspiyên elewiyan, kesên hestiyar di çarçoveya piştevaniyê de dixebitin. Divê rûspiyên civaka me yên niha ne li vê derê û mirovên me yên li xerîbiyê divê xwedî li dayik, bav û xizmên xwe derkevin û piştevaniyê xurt bikin. Şikestinek heye û gel travmayê dijî. Di xwezayê de travmayeke heye. Duh li gundekî berx û karik ji krîza dil mirin. Niha hinek kesên koç kirin hene. Bi hêviya ku dîsa vegerin. Em rojên zehmet derbas dikin. We xizmê xwe birin cihên ku bikarin travmayên xwe derbas bikin lê gundên xwe bernedin û vegerin.”
MA / Yusra Batihan