MELETÎ - Operatorê kemçeyê Alî Îlter ku tev li hemû xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên gundê Oren ê Meletiyê bûbû, wiha got: “Wê rojê hemû kes li min geriya û got; ’bi hawara me were.’ Me cenazeyê jinekê derxist û cenaze li wir hate jibîrkirin. Ji bo tiştek pê nebe, min cenaze xist devê kemçeyê û heta serê sibehê li wir sekinîm.”
Navenda Meletiyê û gundên wê di erdhejên Mereşê de wêran bûn. Kavilên avahiyan hêj nehatine rakirin. Di erdhejê de ji sedî 80’î malên gundê Oren ê girêdayî navçeya Argan a Meletiyê herifîn ku 600 mal lê hene. Gelemperiya malên nehilweşiyayîn jî ji ber xesarê nema dikarin bên bikaranîn. Li gund, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelemperiya avahiyan di erdheja duyemîn de herifîn. Her wiha beşeke mezin a nifûsa gund koçber bû. Şêniyên gund, cenazeyên di bin kavilan de bi derfetên xwe derxistin, ji roja ewil heta niha bi derfetên xwe hewl didin birînên xwe derman bikin. Operatorê kemçeyê Alî Îlter jî yek ji şêniyên gund e û du jê sax bi giştî 12 kes ji bin kavilan derxist.
GELEMPERIYA KAVILAN NEHATINE RAKIRIN
Gelemperiya kavilên gund hêj mîna roja ewil li şûna xwe disekinin. Hinek welatî hewl didin bi derfetên xwe van kavilan rakin. Herêm, weke welatê mişmişan tê zanîn û bi sedan tonên mişmişan di bin kavilan de man. Xelkê gund hewl dide mişmiş û amûrên xwe yên din ji bin kavilan derxînin. Alîkarî dereng gihiştin gund û şênî pirsgirêka konan û daşirên gerok dijîn.
MALA WÎ SERÛBIN BÛ LÊ...
Di erdhejê de mala Alî Îlter jî hilweşiya. Îlter, got ku malbata wî ji erdhejê xelas bûye û wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Piştre jî li kemçeyê siwar bûm. Di wê navberê de mirov li ser hev li min digeriyan. Digotin; ‘Alî xwe bigihîne felan deverê, kekê Alî bi hawara me were, dayika min di bin kavilan de winda bû.’ Min fêm kir ku nikarim xwe bigihînim her deverê. Lewma ji ewil çûm cihên deng ji bin kavilên wan dihat. Çi ji destê min hatibe, min kir. Me sê kes ji bin kavilan sax derxistin. Ji ber nebûna wesayît û ambulansan, yek jê di rê de mir.”
‘ALÎKARÎ Û KON NÛ HATIN ŞANDIN’
Bi domdarî Îlter da zanîn ku ji bilî operatoriyê, tu tecrûbeyên wî yên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nebûn û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye ez vî karî dikim. Di erdhejê de li vî gundî çi ketibe ser milên min, min li ser xwe nehişt. Ji ber ku rê girtî bûn û diviya bihatina vekirin. Ji ber xebatên lêgerîn-rizgarkirinê ez pênc rojan ranezam. Piştî erdhejê, TIR’ên alîkariyê di rê de diman. Min rêyên wan vedikir. Ez hêj îro (roja 23’yemîn a erdhejê) jî ji bo derxistina mişmiş û traktorên di bin kavilan de mane alîkariyê didim gel. Piştî erdhejê, hemû kes li min geriya û spasî kirin. Şêniyên gund digotin; ‘ma heke tu nebûya dê me çi bikira?’”
‘CENAZE HETA SERÊ SIBEHÊ DI DEVÊ KEMÇEYÊ DE MA’
Di berdewamê de Îlter got ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê di roja duyemîn a erdhejê de hatin gund û axaftina xwe wiha qedand: “Min tenê nekarî mudaxaleyî avahiyekî bikim. Ji ber ku pir mezin bû. Lewma tîmên xebatê makîneyekê 40 tonî anîn û li wir xebat dan destpêkirin. Cenazeyên me li erdê man. Cenazeyê jineke ji avahî hate derxistin lê li wir hate jibîrkirin. Ji ber ku hemû kes ketibû derdê canê xwe. Ji bo ku dirinde tiştekî bi cenazeyî nekin, min cenaze xist devê kemçeyê û heta serê sibehê li bendê mam. Serê sibehê jî min cenaze bir morga nexweşxaneyê. Ez nikarim van tiştên min jiyayîn ji bîr bikim. Di bin kavilan de mirov hebûn lê kesek bi hawarê nehat. Bi tena serê xwe di nava miriyan de bûm. Bêguman mirovên din jî alîkarî didan. Ez ê nekarim ji bîr bikim... Kavilên mala min hêj li şûna xwe ne. Mişmiş û traktorên milet di bin kavilan de ne. Lewma hêjta alîkariyê didim wan. Ji hêla psîkolojîk ve xwe baş hîs nakim. Nikarim bi şev razêm. Di rewşên asayî de ez teqez nikarim tiştên min kirine, ragirim. Lê di erdhejê de neçar mam ku bikim.”
MA / Dilgeş Ruvanas