‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’

  • jin
  • 14:56 1 Adar 2023
  • |
img
HATAY / EDENE - Jinan, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bajarên hilweşiyayîn û jiyanê, bi piştevaniya jinan dîsa ava bikin. 
 
Jin bi Hev re Bihêz in a Hatayê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Sevgî ya navçeya Defneyê daxuyanî da. Ji Jin bi Hevre Bihêz in Selver Buyukkeleş daxuyanî xwend û da zanîn ku dê bajarên hilweşiyayîn û jiyanê, bi piştevaniya jinan dîsa ava bikin û dê bi tu deveran ve neçin. Buyukkeleş, diyar kir ku ji roja ewil ve saziyên dewletê xelkê herêmê terkî mirinê, sermayê, tî û birçiyê kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo nixûmandina terkexemiya xwe, hewl didin van tiştên me jiyayîn weke qeder nîşan bidin. Bi vê yekê dixwazin rê li ber hêrsa gel bigirin.”
 
‘EM Ê BI PIŞTEVANIYÊ DÎSA AVA BIKIN’
 
Buyukkeleş, destnîşan kir ku ew îktîdarê ji edaleta mêr a ku her cureyên tundiyê rewa dibîne nas dikin û wiha domand: “Avahiyên ku we bo rantê ava kirin, bûn gora bi hezaran mirovan. Em jin jî dê di nava van xirbeyan de bi têkoşîna xwe, bi piştevanî û serhildana xwe, jiyanê jinûeve ava bikin. Ji bo ku van bajaran bi serhildan, hêrs, cisaret û dilşahiya xwe ava bikin hatine vê derê. Berpirsyartiya ku dewletê li xwe negirtî; me femînîst, sosyalîst û welatparêzan bajar bi bajar, tax bi tax, zanîngeh bi zanîngeh li xwe girt û em li vê derê ne. Em ne dev ji hev û ne jî dev ji têkoşîna xwe ya birêxistinkirî ber didin.” 
 
Bi domdarî Buyukkeleş daxwazên lezgîn ên jinan wiha rêz kir: 
 
*Tevî ku roja 24’an a erdhejê jî ye, hêjta li bajar ceyran û av tune ne. Lewma divê ceyran û avê bidin bajar. 
 
*Nebûna daşir û serşokan ji roja ewil heta niha xetereyê li ser jiyana zarok û jinan çêdike. Divê tavilê li her devera bajar daşir û serşokên paqij û biewle bên danîn. Divê nexweşxane bên avakirin. 
 
*Di vê pêvajoyê de yek ji pêdiviyên bingehîn kîtên hîjyenê ne û divê zêde bên şandin. 
 
*Divê tavilê pirsgirêka konan bê pêşwazîkirin. Her wiha hewceye li hemû navçe, gund û taxan malên prefabrîk bên danîn. Divê qadên me yên jiyanê bêyî xerakirina avadaniya civakî-çandî bên avakirin. 
 
*Bila Peymana Stenbolê bikeve meriyetê û navendên li dijî tundiyê ku jin tavilê xwe bigihîninê bên avakirin. 
 
*Hewceya bi lez û bez yekîneyên perwerdeyê bên avakirin. 
 
*Divê di zûtirin demê de navên zarokên aqûbeta wan nayên zanîn û cihên wan bên eşkerekirin. Divê zarokên radestî terîqetan hatine kirin jî ji wan bên standin û li cihên biewle bên bicihkirin. 
 
*Avakirina mitbaxên kolektîf, cilşoxaneyên kolektîf pêdiviyeke lezgîn e. Divê kreş û malên nihêrtina kal û pîran bi lezgînî bên avakirin. 
 
*Divê ji bo jinana kon/konteynirê piştgiriya psîkososyal ji bo jinan bê veqetandin. 
 
*Hewceye îktîdara AKP/MHP’ê ku ev erdhej veguherand komkujiyê di zûtirin demê de îstîfa bike û tevî hemû saziyan bên darizandin.” 
 
EDENE 
 
Platforma Jinan a Edeneyê jî bi heman naverokê li Parka Heykelliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin dê bi piştevaniyê bajar û jiyana xwe jinûve ava bikin” hate vekirin û jinan dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Dê diz hesabê bidin gel”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî” berz kirin. 
 
Li ser navê platformê Zeynep Sîncar daxuyanî xwend.

Sernavên din

04/03/2023
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe