MEREŞ - Li Elbistana ku îmarê ji bo şexsan taybet bi salan lê didomiya, tevî ku li gorî zemîn û teknîkê guncav nebû û tevî hemû nerazîbûnan jî avahiyên pirqet hatin çêkirin û di van avahiyan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên fermî, di erdhejên Mereşê de li navçeya Elbistanê 800 û li gorî daneyên nefermî jî hezar û 200 avahî hilweşiyan. Heta niha bo 900 avahiyan biryara hilweşandinê hatiye dayîn, zêdetirî 150 avahî hatine hilweşandin û kavilên wan ji navçeyê hatine derxistin. Li gorî bajarên din, hejmara miriyan a li navçeyê kêmtir e. Tê gotin ku piştî erdheja ewil, hemû kesî malên xwe vala kirin û çûn gundên xwe û ji ber vê jî hindik jî be rê li ber karesateke mezintir hate girtin. Piştî erdhejê, yek ji mijarên herî zêde nîqaş li ser tên kirin, avahiyên di çarçoveya Qanûna Îmarê ya çendek salê berê hatibû derxistinde ruxset jê re hatiye dayîn û hilweşiyayîn in. Bi sedan avahiyên nû yên ku li qeraxên Çemê Ceyhanê, Saraykent û deverên din hatine avakirin, avahiyên ku nû yên hêj tu kes tê de rûneniştibû jî xesareke mezin gihiştê yan jî divê tavilê bên hilweşandin. Ev yek jî nîşan dide bê ka di nava salan de li navçeyê rant û nelirêtiyeke çawa hatiye kirin.
200 DOZ HATIN VEKIRIN LÊ DENG JI YEKÎ DERNEKET
Beriya niha tenê jêrzemîn ne di nav de bo avahiyên 4 qat destûr dihat dayîn. Lê piştî Durmuş Kuçuk di sala 2009’an de weke şaredar hate hilbijartin, navçe veguherî navenda rant û nelirêtiyê. Di du serdemên şaredartiyê yên Kuçuk de hema hema tevahiya planên îmarê guherîn; qatên avahiyan ji 5 qatan heta 10-11 heta 15 qatan derxist. Di serdema Kuçuk de ji ber ranta dihat xwarin, zêdetirî 200 serlêdanên sûc hatin kirin û bi dehan doz hatin vekirin. Demekî kurt beriya xelasbûna dema Kuçuk, wezareta karên hundir ji peywirê girt û nehişt bê cezakirin. Her wiha 200 dozên derheqê Kuçuk de jî ji hêla dadgehê ve hatin betalkirin. Sedema girtina Kuçuk a ji peywirê ne ji ber serlêdanên sûc lê ji ber tevlinebûna wî ya civînên AKP’ê hate nîşandan.
ÎMARA LI GORÎ ŞEXSAN
Her wiha kar û barên Kuçuk jî birayê wî Osman Kuçuk dikir. Ji ber ku Osman Kuçuk qadên şînkatiyê-daristanê li îmarê vedikir, xelkê navçeyê navê “Osmanê Kesk” lê kiriye. Me bi kîjan mitehit, endezyar an jî şênî re hevdîtin kiribe, weke navnîşan “Osmanê Kesk” nîşan didin. Me hewl da bersiva van pirsan bizanin: “Planên îmarê çawa guherîn, malbata Kuçuk û derdora wan ji vê çawa sûd girt, avahiyên nû li ku hatin çêkirin, zevî û qadên şînkatiyê yên navçeyê çawa ji îmarê re hatin vekirin, tevî hemû nerazîbûn û kampanyayên îmzeyan jî çawa destûra zêdekirina qatên avahiyan dan, tevî van qewimînan jî AKP çawa pişta rêveberiya şaredariyê girt?” Em niha jî li avahiyên ku bûne sedema mirina xelkê navçeyê, rant û sererastkirinên îmarê yên ji bo şexsan taybet hatine derxistin ji nêz ve binêrin.
PÊVAJOYA DESTÛRDAYÎNA AVAHIYÊN 15 QAT
Heta sala 2009’an jî li Elbistanê ji bilî jêrzemînê destûra avahiyên 4 qat dihat dayîn. Piştî sala 2009’an ku şaredarî kete destê AKP’ê, plana îmarê bi awayekî nefermî hate betalkirin. Hem destûra mîmariya tîkî hate dayîn û hem jî kesên di ezmûna şaredariyê de serkeftî derbas bûn (yên pere dayîn) karîn avahiyên 15 qat çêbikin. Her wiha derfet da ku bi rêya tadîlatê li avahiyên kevin qat bên zêdekirin. Hemû biryarên ji hêla encumenan ve hatin qebûlkirin, ji hêla şaredar ve hatin erêkirin û ketin meriyetê. Ji bo hinek avahiyên li deverên hatin û çûna wê zêde ku stûnên wan hatine birîn jî destûr hate dayîn ku qat li ser bên zêdekirin. Di encamê de jî herî zêde avahiyên destûra lêzêdekirina qatan hatiye dayîn hilweşiyan. Şaredariya ku bi temamî derketî derveyî plana îmarê, ev biryarên xwe yên keyfî yên xwe dispêrin rantê, heta sala 2018’an anku heta Kuçuk ji peywirê hatiye girtin jî domand.
BI DENGEKÎ BILIND LI DIJ DERKETIN
Hem rêxistinên pîşeyî yên navçeyê û hem jî Odeya Endezyarên Înşaetê ya navçeyê li dijî vê pergala rantê derket ku di sala 2009’an de kete meriyetê. Rêxistin û odeya navborî digot ku heke erdhejek çêbibe dê ev avahî hilweşin, etûtên zemînan nehatine kirin, destûra lêzêdekirina qatan ne li gorî plana îmarê ye û di vê mijarê de gelek îtîraz kirin, daxwazname dan, serlêdanên sûc kirin û heta kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Endezyaran wê demê bi dengekî bilind gotin ku deverên destûra çêkirina avahiyên bilind hatiye dayî, ji xaka aluvyol pêk tê û li qeraxên rûbaran e û ev der dê xetereyeke mezin bi xwe re bîne. Lê belê şaredariyê tu nerazîbûn qebûl nekir. Bi taybet jî qeraxên çemên Ceyhan û Sogutluyê li ber îmarê hatibû vekirin û li dijî vê gilî û serlêdanên sûc hatin kirin lê encamek jê derneket. Avakirina avahiyên navçeyê ya li ser pergala rantê bi hemû lez û beza xwe dom kir.
KESKÊ LI DIJÎ QADA KESK!
Li navçeyê îmara ji bo şexsan taybet (îmara parçeyî) kete dewrê. Li herêmên avahî lê hatine çêkirin ne etûtên jeololojîk û ne jî lêkolînên karesatê hatin kirin. Li deverên herî zêde avahiyên sê qat lê dihatin çêkirin, êdî avahiyên 15 qat hatin avakirin. Her wiha devera ku molozên navçeyê lê dihatin komkirin, qadên çandinî û şînkahiyê jî nesîbê xwe ji vê pergala rantê girt. Fetisandina qadên şînkatiyê bi betonan, bi xwe re navekî balkêş afirand. Li navçeyê ji kê were pirsîn, dema peyveke têkildarî rantê tê kirin raste rast her kes dibêje: “Osmanê Kesk.” Bêguman sedemeke Osmanê Kesk a ketina van karan heye. Ji ber ku birayê şaredar bû. Di dema şaredartiya Kuçuk de yek ji kesên herî zêde navê wî li navçeyê dihat bihîstin Osmanê Kesk anku Osman Kuçuk bû. Bêguman ji ber ku Kuçuk pir ji “şînkatiyê” hez dikir lewma gel ev nav lê nekiribû. Ji ber ku hemû qadên şînkatiyê yên navçeyê kir beton, ji ber ku park û zevî li ber îmarê vekir lewma xelkê navçeyê ev nav lê kir. Ji miheti heta avahîsaz, endezyar, karkerên înşaetê û xelkê, hemû kes vî kesî nas dike. Ev yek asta rant û hilweşîna heyî nîşan dide. Bêguman divê tevahiya vî sûcê rantê li Kuçuk neyê barkirin ji ber ku bi dehan kesên li cem wî jî ji vê rantê xwarin.
BAŞ E EV PERGAL ÇAWA XEBITÎ?
Baş e lê ev pergal çawa xebitî? Niha bi dehan mitehitan re min hevdîtin kir û tevek wiha dibêjin: “Pergala wan pir bi hêsanî pêş dikeve. Weke mînak; zeviyeke we heye. Ev derdor tê ji we re dibêje ku hûn zeviya xwe bexşî şaredariyê bikin. Hûn jî dibêjin bi bedela vê dê qatên zêde li avahiyên xwe bikin. Şaredarî vê qebûl dike, li gorî wê rêyekê peyda dike û hûn jî qatên avahiyên xwe zêde dikin. Ev yek her çiqas li dijî plana îmarê be jî, ew rêyeke fermî jê re peyda dikin. Piştre jî zeviya we firotî bi awayekî derqanûnî ji îmarê re tê vekirin û li wir avahiyên pir bilind tên çêkirin. Di vê mijarê de jî hem ji firotinê û hem jî ji daîreyan rantê dixwin. Erê lê dema hûn zeviya xwe didin şaredariyê, ew jî li her qadê rûxsetê didin we. Anku tu kar bêyî rûxset çênabin ji ber ku tevekan jî li gorî fermiyetê çêdikin.”
JI BER RANTA ÎMARÊ NEHAT ÎXRACKIRIN
Rewşa navçeyê bi salan wiha domiya. Di vê navberê de hem welatiyan û hem jî odeyên pîşeyî gelek caran li dijî vê pergala rantê gilî kirin. Ev serlêdanên sûc êdî digihin astekê wisa ku ji bo lêkolînkirina rewşê li şaredariyê mifetiş tê peywirdarkirin. Piştî lêkolînê, mifetişan raporek pêşkeşî wezareta karên hundir kir û xwest ku ji ber sedemên “Di sepanên îmarê de kar û barên li gorî berjewendiyên xwe kirine” û “Di kirîn-firotinên şaredariyê de nelirêtî kiriye” lêpirsîn were destpêkirin. Kuçuk, di 16’ê mijdara sala 2018’an de ji peywirê hate dûrxistin. Kuçuk ê ku nêzî 10 sala şaredartiya AKP’ê kir û tevî hemû serlêdanên sûc jî peywira xwe didomand, bêguman ne ji ber vê pergala rantê ji peywirê hate girtin. Sedema îxrackirina Kuçuk a di sala 2016’an de ji AKP’ê wiha hatiye nîşandan: “Bi zanebûn tev li bernameyên partiyê nabe û gotin û kirinên li dijî partiyê dike.” AKP a ku tevî ewqas rant û nelirêtiyê jî dengê xwe ji Kuçuk re nekir, piştî Kuçuk ji partiyê hat îxrackirin dest lê wer da.
ÎMARA JI BO ŞEXSAN TAYBET BÛ SEDEMA CANÊ BI SEDAN KESAN
Piştî temamiya van qewimînan, di sala 2019’an de hilbijartin hate kirin, ji bo plana îmarê ya navçeyê serlêdanên sûc hatin kirin û di sala 2020’an de Plana Îmarê ya Elbistanê ji hêla Dadgeha Kargêrî ve hate betalkirin. Bi ve yekê re vegeriyan rewşa beriya sala 2009’an. Di nava vê pêvajoyê de pergaleke rantê û planên îmarê yên ji bo şexsan taybet di meriyetê de bûn û avahiyên di vê çarçoveyê de hatin çêkirin, ji bo bi sedan mirovan bûn goristan. Her wiha gelek ji wan avahiyan jî xesareke mezin gihiştê û êdî nema dikare bên bikaranîn. Bi taybet jî avahiyên li qeraxên çeman hatine avakirin û nû, di erdhejê de hilweşiyan. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê ka li navçeyê pergaleke rantê ya çawa heye. Îktîdara ku ji van tu ders dernexistin, cihê ku dê “Elbistana Nû” lê were avakirin jî weke Elbistana Reş diyar kir. Rêgeha vê herêmê ji xaka aluvyonê pêk tê û xîzê ku ava Çiyayê Şarê tije kiriye.
MA / Adnan Bîlen