Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket

img
MEREŞ - Dilxwazan diyar kir ku beriya qeyûm tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Gundê Hasankoca yê Bazarcixê bê kirin wan alîkarî gihandiye 180 gundan û îktidarê xwest pêşiya piştevaniyê bigire lê bi ser neket. 
 
Her roj ku bi ser erdhejê re derbas dibe hin bêtir rûxandin ango hilweşîneriya erdhejên ku naveda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn derdikeve holê. Rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û dilxwazên ku li dijî hilweşandinê ketin tevgerê ji roja ewil ve birînên mexdûrên erdhejê dipêçin. Lê alîkariya dilxwazan û HDP’ê li zora AKP’ê çû û xwest alîkariya ku bi pêşengiya HDP’ê hatiye berhevkirin, bixe bin kontrola xwe. Îktidara AKP’ê qeyûm danî ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya HDP’ê ku li gundê Hasankoca yê Bazarcixa Mereşê hatibû avakirin. 
 
Beriya qeyûm tayînî vê navenda alîkariyê bê kirin, dilxwazan ji vê navendê pêdiviyên bi hezaran mexdûrên erdhejê bicih anîn. Dilxwazan sê rojên ewil ên erdhejê pêdiviyên welatiyan ên hêwirînê, xurek, tenduristî û germkirinê bicih anîn. Dilxwaz gund bi gund geriyan û hewl dan birînên mexdûran bipêçin. Dilxwazan diyar kir ku beriya qeyûm bê tayînkirin wan alîkariyê gihandiye 180 gundan. Dilxwaz diyar dikin ku nêzî 39 TIR alîkarî gihîştiye navenda koordînasyonê û wan jî vê alîkariyê bi pîkab û wesayîtan belav kirine. 
 
Civaknas Helîm Barîn ku ji roja ewil ve ji Amedê tev li xebatên alîkarî û piştevaniyê bû û hat Bazarcixê diyar kir ku wan li Gundê Hasankoca li embarekê alîkarî berhev kirine û dest bi belavkirina alîkariyê kirine. Barîn da zanîn ku wan roja ewil pergalek dan rûniştandin û got: “Di pergala me de alozî nebû. Me pergalek wisa amade kiribû ku kî dihat digot we perwerdehiya profesyonek a vî karî girtiye. Me her roj dixwest hejmara dilxwazan zêde bikin.” 
 
‘XWESTIN PIŞTEVANIYÊ ASTENG BIKIN’ 
 
Barîn diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re bi temamî hat xwestin pêşî li piştevaniyê bê girtin û wiha got: “Lê nikarin bi qeyûman kelecana me bitepisînin. Berovajî vê kelecana me hin bêtir zêde bû. Qeyûm hat û talank kir û xwest pêşî li wê piştevaniyê bigire. Hatin hemû eşyayên li wir desteser kirin. Navê vê talan û dizî ye.” 
 
QEYÛM ALÎKARÎ NEGIHANDIYE XELKÊ 
 
Barîn da zanîn ku qeyûm piştî hat tayînkirin 12 rojan alîkariyê li mexdûran belav nekiriye û got: “Nikaribûn ewqas kelûpel rakin. Me ji gundiyan jî pirsî ku qeyûm tiştek nekiriye. Gel pir ji me kêfxweş bû. Kêfxweş dibûn ku em alîkariyê li wan belav dikin.” 
 
'HÛN NE BI TENÊ NE’
 
Barîn destnîşan kir ku qurbanî, birîndar hene û xelkê wan perîşan bûye û wiha axivî: “Lewma ye ku karê me hê li vir gelek e. Birînên vê karesatê bu du sê mehan nayê başkirin. Em ê bi hev re vê felaketê ji ser xwe biavêjin. Gelê me ne bi tenê ye.”
 
‘ÎKTIDAR CIHÊKARIYÊ DIKE’ 
 
Hunermenda sînemayê Zinar Karabaş jî da zanîn ku ew bi dilxwazî hatiye herêmê û got: “Saziyên dewletê dema alîkarî belav dikin, cihêkariyê dixin nava xelkê. Hin bêtir alîkarî didin alîgirên xwe. Jin li herêmên erdhejê di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Lewma jin ji me bêtir kedê didin û dixwazin birînên mexdûran bipêçin.” 
 
EM Ê XWE BIGIHÎNIN CIHÊ KU ÎKTIDARÊ XWE NAGIHÎNÊ 
 
Hunermenda sînemayê Rojhilat Aksoy jî diyar kir ku ew bi dilxwazî hatiye herêma erdhejê ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçe û wiha axivî: “Me destpêkê de ferq kir ku wê ev karesat demildest neyê çareserkirin. Lewma me plansaziyek xebatek dûr û dirêj danî pêşiya xwe. Îktidarê gelek dereng alîkarî şand herêmê. Xwest bi alîkariya şand jî pesnê xwe bide. Em ê li dijî vê yekê xwe bigihînin cihê ku îktidarê hê jî xwe negihandiyê û em ê alîkariya xelkê xwe bikin. Gelek gund bêalîkarî mane. Ji ber ku kon dereng hatin, berê xelkê dan koçberiyê. Mexdûrên erdhejê dixwazin li baxçeyên malên xwe konên xwe deynin. Lê xelk naxwaze koç bike. Yên ku rojên ewil koç kirin, gelek ji wan vegeriyane. Em ê bi ruhê 8’ê Adarê bixebitin û piştevaniya jinan û xelkê xwe bikin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

04/03/2023
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe