Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike

img
HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku jin tehamulî desthilata AKP’ê û MHP’ê nakin û wiha got: “Hûn ê bi hêza jinan bi hesab dayînê biçin. Jin wê we bişînin, hêza jinan wê we bişîne.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Çepgîr û Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Berdevka Meclisa Jinan HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûtçû, Hevberdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû, parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Partiya HDP û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada Konê Jinê ya ji aliyê Koordînasyona Jinan a Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ve li navçeya Defne ya Hatayê hatiye vedan bi dirûşmeya “Piştevaniya Jinan Dide Jiyîn” daxuyanî da. Li qada ku pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ne bi tenê ne, em bi hev re ne” hatin vekirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.
 
JIN JI BO PIŞTEVANIYÊ LI HER DERÊ BÛN 
 
Bûldan anî ziman ku, wan 8'ê Adarê bi şînê pêşwazî kirin û wiha got: “Ez gelek serbilind im ku îro li vir im û bi we re me. Me îsal 8'ê Adarê bi şînê pêşwazî kir. Tişta ku di 8'ê Adara îsal de li pêş e şîn, êş, hêrs û di heman demê de hevgirtina me ye. Ji ber vê yekê em îro li vir in. Ji roja ewil a erdhejê ve jin ji bo hevgirtinê li her derê bûn, li Hatay, Mereş, Semsûrê, Amed, Meletî û Osmaniyeyê bûn.”
 
KESÊN WELAT BI RÊ VE DIBIN LI KU NE?
 
Bûldan diyar kir ku, ji roja erdhejê ya ewil heta îro jin li qadan bûn û wiha berdewam kir, “Em jin li her derê bûn. Li her derê HDP’ê hebû, Meclisa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan hebû, jinên femînîst hebûn, yên ku azadiya jinê dixwestin hebûn, yên ku dixwestin li vî welatî hevgirtinê mezin bikin hebûn. Tevî her tiştî, tevî hemû êşan, tevî berdêlên ku hatiye dayîn jî ev yekîtî pir bi nirx e.
 
NE PÊDIVIYÊN TAYBET YÊN BINGEHÎN IN
 
Di serî de ez spasiya li hemû jinên ku ji roja ewil de li qadan bûn, femînîst, Meclisa Jinan a HDP’ê û hemû jinên dildar dikim. Ji bo avakirina pireke mezin a di navbera xwişkan de em ji her kesî re spas dikin. Ev pirek bi qîmet e, wê qet neyê hilweşandin. Di vê hevgirtinê de, kamyonên me yên bixemrî hene ku hîn li ser rê ne. Li ser rêya wan kamyonên bi xemrî alavên pêwist ber bi herêmen erdhejê re tînin. Ji roja ewilî li ser rê bûn, îro jî li ser rê ne û dê li ser rêyan bin. Pêdiviyên jinan ne taybet in ên pêwistin. Ped, bincil pêdivîne û pêdiviyên bingehîn e. Wek taybet mirov nikare pênase bike. Divê hemû jin xwe bighînin wan pêdiviyan. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin divê tedbîrên wisa bigirin û wan pêdiviyan bighînin jinan. Em ji bo jinan li vir in.
 
EM Ê NEHÊLIN ÊŞÊN  ERDHEJÊ BÊN JIBÎRKIRIN
 
Jinên delal, rojeva Tirkiyê çi dibe bila bibe, yekane rojeva Tirkiyê erdhej e. Em ji kesên dixwazin rojeva Tirkiyeyê biguherînin re nabêjin hûn nikarin bi tu awayî pêşiya rojeva erdhejê bigirin. Em ê nehêlin birîn û êşên erdhejê bên jibîrkirin. Dibe ku yên dixwazin rojevê biguherînin û yên ku dixwazin tiştên qewimî ji bîr bikin hebin. Dibe ku yên naxwazin hewcedariyên mexdûrên erdhejê bînin ziman hebin. Lê em dizanin ku li vî bajarî û li bajarên din ên ku erdhej lê çêbûne hîn jî hewcedarî bi kon, av û hewcedariyên jin, zarok, astengdar û kal û pîran heye. Divê tu kes hewl nede ku rojevê biguherîne.
 
HÊZA JINÊ DÊ TERA ŞANDINA WE BIKE
 
Em wek HDP, çi ji destê me bê ji bo şandina hikûmet, tifaqa AKP-MHP’ê em ê bikin, em ê berpirsiyariya xwe bînin cih. Êdî li vî welatî kesek nikare tehemûlê hikûmetê bike. Yên erdhej dît û yên ku ji mirinê rizgar bûn, ên ku êdî pêşeroja xwe di ewlehiyê de nabîne, yên ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dikişînin, hûn ê bi hêza jinê hesab bidin. Jin wê we bişîne, hêza jinê dê têra şandina we bike.
 
EM BI HEV RE BIRÎNÊN XWE DERMAN BIKIN
 
Dem hatiye ku em bi gotina 'Jin jiyan azadî', hevgirtina xwe hîn mezin bikin. Dem dema bi hev re bûnê ye. Dema jin bi hev re bin, em ê bibînin ku dem dema çûyîna vê desthilatê ye. Em soz didin we, em ê we bi tenê nehêlin, em jinan bi tenê nehêlin. Pakêtên ku ji bo jinan hatine amadekirin em ê radestî mexdûrên erdhejê bikin. Em ê niha tevlî vê xebatê bibin. Em ê bi jinan re sohbet bikin. Careke din li me hemûyan derbasî be. Em soz didin ku em bi hev re birînên xwe derman bikin. Em soz didin ku em ê hemû pêdiviyên hevalên xwe yên jin ên mexdûrên erdhejê pêk bînin.”
 
 
 

Sernavên din

06/03/2023
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in
14:43 Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî xerabiya bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin
14:30 Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşener
14:20 Li herêmên erdhejê bager rabû
14:02 Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin
13:34 Li rojnamegera girtî Şahînlî 6 sal piştre doz hate vekirin
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin