Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’

img
COLEMÊRG - Pispor ji bo erdhejeke îxtîmal a li Colemêrgê hişyariyan dikin û pêkhateyên bajar fikarên xwe tînin ziman. Qeyûm Îdrîs Akbiyik jî îdia dike ku wan ji bo erdhejê tevdîrên xwe girtine. 
 
Pisporên erdhejê dibêjin ku piştî erdhejên Mereşê, xetên fayê yên nêz jî ketine stresê û dibe ku erdhejên nû çêbibin. Yek ji herêmên ku tê gotin dê erdhej lê çêbibe jî Colemêrg û derdora wê ye. Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur da zanîn ku piştî erdhejên Mereşê, ji ber erdhejên li ser xeta fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê li bendê ne ku li Colemêrgê erdhejeke mezin çêbibe. Gorur, wiha bal kişand ser xetereya heyî: “Erdhejên Mereşê xeta fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê xist nava liv û tevgerê. Lewhaya Erebistanê ber bi bakur ve çû. Li gorî min dibe ku zext li herêma bakurê Colemêrgê kiribe. Ez wê herêmê jî di çarçoveya daneyên zanistî de hişyar dikim. Ez dibêjim ku divê mirov baldar be. Lê ez qala demê nakim.” Di heman demê de Midûrê Navenda Rêveberiya Karesat û Lêkolîna Erdhejê û Sepandinê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Doç. Dr. Azad Saglam Selçuk jî diyar kir ku Colemêrg yek ji herêmên xetere ye û ev tişt anî ziman: “Zona fayê ya Gever-Şemzînanê xwedî potansiyela erdhejeke ser pileya 7’an e. Ev rastiyeke ku Gever û Şemzînan li benda erdhejeke mezin e.” 
 
PLAN BI CIH NEHATIN 
 
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) di sala 2014’an de hem ji bo Kurdistanê û hem jî bo Tirkiyeyê Plana Mudaxileya Karesatê parve kir. Di planê de wiha tê gotin: “Bi Plana Mudaxileya Karesatan re em li hemberî rewşên lezgîn pir amadetir in. Di rewşeke karesatê de bi TAMP’ê re her kes dizane dê di kêliyê de çi bike û di nava organîzasyoneke çawa de cih bigire.” Lê belê bi erdhejên 6’ê sibatê eşkere bû ku yek ji van planan jî pêk nehatiye. AFAD û saziyên girêdayî wê di 72 saetên destpêkê de xwe negihandin herêmên erdhejê û vê jî kir ku gelek welatî ji sermayan an jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest bidin. 
 
DI PLANÊ DE DEQEYEK LÊ DI RASTIYÊ DE ZÊDETIRÎ 72 SAET IN 
 
Her wiha di plana behsa xeberê de wiha jî tê gotin: “Yek hêmayên piştevaniya TAMP’ê dike jî, ji bo di dema karesatê de alavên cihê mayînê yên demkî di dema xwe de bigihin herêmên karesatê, li seranserî Tirkiyeyê 27 Depoyên Lojîstîkê yên Herêma Erdhejê û 54 Piştgiriya Lojîstîkê hene û TIR’ek di nava deqeyekê de tê barkirin û şandin û ev alav-amûr bi rêya pergalê ji dûr ve tên şopandin. Dê di demekî kintir de, li qadeke berfirehtir, bêhtir can bên xelaskirin.” AFAD girêdayî Wezareta Karên Hundir e û wezîrê wê Suleyman Soylu 11 roj piştî erdhejê li xwe mikûr hat ku ew ji bo erdhejê amade nebûn. Soylu got; “Amadekariyên me ji bo erdheja Stenbolê bûn.” Di erdhejê de bi rojan piştre mudaxileyî kavilan hate kirin, bi hezaran welatî di bin kavilan de li benda mirinê man. Her wiha pirsgirêkên welatiyên rizgar bûyîn jî nehatin pêşwazÎkirin. Bi ser erdhejê re mehek derbas bû lê hêj jî pirsgirêkên weke cihê mayînê, xwegermkirinê, av, ceyran û hwd. berdewam in. 
 
PLANA KARESATÊ YA COLEMÊRGÊ
 
Di Plana Kêmkirina Xetereya Karesatê ya Colemêrgê de ku di sala 2021’an de hatiye amadekirin, ev nirxandin tê kirin: “Heke erdhejeke mezin a îxtîmalî li Colemêrgê çêbibe, dê beşekê mezin a bajar jê bibandor bibe.” Herêma Colemêrgê li ser zona faya çalak e. Zêdetirî sê fayên çalak li navendê û derdora wê re derbas dibin. Tevî ku ji bo bajar gelek hişyarî tên kirin jî, avahiyên ji 9 qatan bilindtir tên çêkirin. Di planê de qala Geverê jî tê kirin û tê gotin ku heke erdhejek çêbibe dê tevahiya navçeyê jê bandor bibe. Bi domdarî di planê de ji bo Colemêrg û derdora wê ev tespît hatiye kirin: “Segmenta Colemêrg a Faya Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê, Zona Fayê ya Gever û Colemêrgê û Faya Elbakê xwedî wê potansiyelê ye ku di demekî nêz de rê li ber erdhejê veke. Yek ji talûkeyên din jî ev e.”
 
TOKÎ’YÊN NÛ BAŞ HATINE ÇÊKIRIN
 
Di Plana Kêmkirina Xetereya Karesatê de ji bo TOKÎ’yên nû hatine çêkirin puaneke baş hate dayîn. Di planê de ji bo TOKÎ’yên nû wiha tê gotin: “Avahiyên TOKÎ’yên nû li gorî danezana erdhejê hatine çêkirin û li ser yekîneyên hêza wan barkişînê xurt hatine avakirin. Ev yek jî avantaje.” Di planê de tê destnîşankirin ku gelemperiya avahiyên li bajar li gorî stoka avadaniyan ve xerab e û tevî bi ser re 2 sal derbas bûne jî li bajar tu xebatên xurtkirinê nehatine kirin. 
 
QEYÛM DIBÊJE ‘HEWCEHÎ BI FIKARAN NÎNE’
 
Tevî hişyariyên pisporan û rastiya ku AFAD’ê raxistiye ber çavan jî, qeyûmê Şaredariya Colemêrgê Îdrîs Akbiyik li bajar tu xebat nemeşandine. Akbiyik dibêje; “Hewcehî bi fikaran nîne, dewleta me her cureyên tevdîran girtine.” Akbiyik, di civîna Nirxandina Plana Kêmkirina Xetereya Karesatê de axivî û ev îdia kirin: “Li Colemêrgê tevdîrên pêwîst hatine girtin. Em ê xebatekî qadê nekin lê belê em ê lê binêrin bê ka kîjan avahî dikare bê bikaranîn an na. Xwedê dizane bê ka erdhej dê kengî çêbibe. Tirkiye herêma erdhejê ye. Dibe ku îro jî çêbibe, dibe ku sibe jî bibe. Dibe îsal an jî 10 sal piştre jî çêbibe. Hem civak hem jî dewleta me hemû amadekarî kirine. Ji bo erdhejeke îxtîmalî me hemû cureyên tevdîran girtine.” 
 
Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar Tumgeneral Coşkun Sel û Midûrê Emniyetê Salavat Mete Pinar jî tev li civîna Akbiyik bûn û vê yekê rê li ber rexneyan vekir. 
 
STO’YÊN BAJAR BIFIKAR IN
 
Rêxistinên civaka sivîl ku qeyûm nahêle tev li planên ji bo bajar bibin jî ji ber pêşeroja bajar bifikar in. 36 rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê û Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Colemêrgê (HESOB) têkildarî erdhejê û plana çalakiyê ya lezgîn civînek li dar xist û encamên wê bi raya giştî re parve kirin. Piştî civînê, rêxistinên civaka sivîl û HESOB’ê di 23’yê sibatê de xwestin bi waliyê Colemêrgê û qeyûm re hevdîtinê bikin. Lê hêj bersiva wan nehatiye dayîn. Serokê HESOB’ê Muhrarem Tekîn gotina qeyûm a “Dewleta me hemû tevdîr girtine, bila kesek gel netirsîne” rexne kir û da zanîn ku ji bo bajar tevdîrên pêwîst nehatine girtin. 
 
‘DERÎ TENÊ JI BO STO’YIYÊN NÊZÎ QEYÛM VEKIRÎ YE’
 
Tekîn, bertek nîşanî nebersivandina daxwaza wan a hevdîtinê da û wiha bi dawî kir: “Weke pêkhateyên bajar em li derveyî pêvajoyê tên hiştin. Walî dibêje me tevdîr girtine lê tevdîreke ku gel dizane tune ye. Gel, ji ber hişyariyên pisporan bifikar e. Divê ji bo gel tiştekî bibêjin. Dibe ku tekane rêya tê bajar bê girtin. Bajar ji xwe herêma hezazê ye. Tu rêyên alternatîf nînin û gel bifikar e. AFAD di plana xwe de dibêje depoyên lojîstîkê li bajar hene. Lê tenê depoyek heye û kesek nizane bê ka alav û amar tê de hene yan na.” 
 
ÎDIAYÊN KU GEL TÊXIN NAVA FIKARAN
 
Fikarên gel ên ji bo erdhejê berdewam in û hinek gotinên li bajar belav dibin, gel hîn bêhtir têxin nava fikaran. Di rapora AFAD’ê de tê gotin ku TOKÎ’yê nû ji bo erdhejê qahîm in. Li gorî agahiyan, ji cîgirên walî heta midûran, gelek kes berê xwe dide van avahiyan û ev yek jî fikarên gel hîn zêdetir dikin. 
 
MA / Berîvan Kutlu

Sernavên din

09/03/2023
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin
14:48 Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
13:53 Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
13:36 Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
13:26 Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne
13:22 Serokê Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê çû serdana Hewlêrê
13:00 Li Serhedê jin daketin qadan: Em ê li dijî serdestiya zilam têkoşîna xwe mezin bikin
12:45 Li Rojhilat di salekê de herî kêm 245 jinên kurd hatin girtin
12:38 Di 8’ê Adarê de li Êlihê jinek hate qetilkirin
12:25 Xelkê Amedê: Amed û Amedspor dilê me ye
12:14 Malbata Şenyaşar ji bo tevlibûna salvegera Nobeta Edaletê bang kir
12:05 Nexweşa penceşêrê ku ji sedî 95 astengdar e di avahiya pirxesar de dimîne
11:55 Kavilên li derdorê tên valakirin zirarê didin xwezayê
11:28 Du malbat di heman konê de dijîn: Ez terka warê xwe nakim
11:17 Kavilên li Meletiyê li gundên kurdên elewî tên valakirin
11:17 22 hezar malbat ev bû mehek li benda konan e
10:50 ‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’
10:41 Ji ber 8’ê Adarê seferên metro û funîkulerê hatin betalkirin!
10:33 Alîkariyên li ser keyayan tên şandin nagihijin gel
10:26 Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper jiyana xwe ji dest da
10:20 Prof. Dr. Zencîr: Bila Wezaret xwe bide alî em ê her tiştî bikin
10:19 Nobeta Edaletê di sala 3’yan de ye: Li dijî zilmê bêdeng nebin
09:42 Li Şirnexê gefa maşotan a li ser çandiniyê roj bi roj zêdetir dibe
09:24 Mexdûra erdhejê ya hatayî: Em ê bajarê xwe pêşkeşî kesekî nekin
09:12 'Kon dan her kesî, nedan me'
09:04 Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya xwe ya alîkariyê berfireh dike
09:01 ‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'
09:00 Hevserokê DFG'ê Altan ku 9 meh in îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin, ji bo piştevaniyê bang kir
09:00 ROJEVA 8’Î ADARA 2023’YAN
07/03/2023
23:16 Ciwanên ku li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
20:47 Ciwanan êrişa li dijî Amedsporê protesto kir
19:27 Xebatkarê Modernîteya Demokratîkê Dîşari hat berdan
19:19 HDP'ê têkildarî êrişa nijadperest giliyê berpirsan kir
19:00 Leşkerek mir
18:20 Lê Sêwazê erdhej çêbû
16:56 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin
16:41 Temel: Divê Maseya Şeşan çûyîn û vegerê ji xelkê re rave bike
16:32 Dek û Dolabên Scapen dê îcar ji bo piştevaniyê bê lîstin
16:16 Kiliçdaroglû: Kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin
16:00 Bi hinceta tevlibûna merasîma bîranîna Jîna Emînî cezayê hefsê dan aktîvîst Melaî
15:50 ‘Bi zanebûn rê dan êrişên li dijî Amedsporê’
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in