Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin

  • jin
  • 16:30 8 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Jin, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daketin qadan û wiha gotin: “Em soz didin ku dê ji bo hemû jinan jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Em soz didin ku ji bo jiyanê jinûve ava bikin dê hev bidin jiyîn.” 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran jin daketin qadan. 
 
STENBOL 
 
Meclisa Jinan a Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Stenbolê têkildarî 8’ê Adarê li Qada Îskeleya Beşîktaşê ya li Kadikoyê daxuyaniyeke girseyî da. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê d epankarta “Em li ser pêya ne dê bi piştevaniyê biguherînin” hatibû vekirin û gelek caran dirûşmên “Bi înad sendîka, bi înad DÎSK”, “Jin jiyan azadî”, “Bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Erdhej dihejîne AKP hildiweşîne” berz kirin. 
  
Çerkezoglû di daxuyaniyê de axivî. Çerkezoglû wiha got: “Ji ber erdhejê em 8’ê Adara îsal bi karesateke mezin pêşwazî dikin. Di erdhejê de herî zêde jin bandor bûn. Di hemû karesatên heta niha de jin bi tenê hatin hiştin, ked û karê wan tune hat hesibandin. Jin jî li dijî vê têkoşîneke mezin didin. Weke jinên karker em dibêjin ku dê piştevaniya jinan mezintir bikin. Ji bo ku hemû astengiyên li pêşiya jiyana xebatê ya jinan bên rakirin divê Peymana Stenbolê bi cih bê. Ji bo mezinkirina aştî û xwîşk û biratiyê weke jinên DÎSK’î em ê bibêjin jin jiyan e, jiyan azadî ye.” 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Daxuyaniya hevpar jî ji hêla Rêvebera Şaxa Hejmar 2 ya Avrupa Yakasi ya Genel-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Zuhal Kaynak ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Peymana Stenbolê û Qanûna Hejmar 6284 bi awayekî bandor bikeve meriyetê.
 
ÎZMÎR 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Îzmîrê jî bi heman boneyê ji pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan meş li dar xist. Di meşê de dovîzên “Di darazê de dawî li biryarên zayendperest bînin”, “Dest nede mafê nefeqeyê” û “Em bi hev re bihêztir in” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Mêr lê dixe, dewlet diparêze”, “Kujeran neparêze, qanûn pêk bîne”, “Jin jiyan azadî” û “Ne edaleta mêran lê edaleta rast” hatin berzkirin. Welatiyên li ser Cadeya Şehîdên Qibrisê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Piştî meşê jî daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji hêla endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Îzmîrê Buşra Marangozoglû û Gozde Onal ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser “Tehrîkkirina nerewa” û wiha hat gotin: “Em ê bi tu awayî hînî vê pergalê nebin. Em careke din dibêjin ku dê teslîmî vê zîhniyetê nebin û serî netewînin. Em ê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”
 
Di heman demê de Basê Jinan a CHP’ê Îzmîrê jî bi boneya 8’ê Adarê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Platforma Jinan a Çîgliyê bi heman boneyê li pêşiya şaredariyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em soz didin ku dê ji bo hemû jinan jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Em soz didin hev ku ji bo jiyanê jinûve ava bikin dê hev bidin jiyîn.” Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleya daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla rêvebera komeleyê Cemîle Karakaya ve hat xwendin. Platforma Jinan a Narlidereyê jî daxuyanî da. 
 
MUGLA
 
Endamên Baroya Muglayê têkildarî 8’ê Adarê li pêşiya Edliyeya Bodrumê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Esra Soylu Gumrah ve hate xwendin. 
 
EDENE 
 
Navenda Jinan a Baroya Edeneyê bi boneya 8’ê Adarê li Eywana Parêzeran civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji hêla Koordînatora Navenda Mafên Jinan a Baroyê Ayça Kara Sigirci ve hate xwendin û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê. 
 
MÊRSÎN 
 
Sekretera Giştî ya Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Rehangul Baloglû li avahiya odeyê daxuyanî da û got ku ji ber polîtîkayên îktîdarê, erdhej veguheriye karesateke mezin. Baloglû got ku jin dê mil bidin milê hev û li dijî pergala mêrserdest û rantxwir têbikoşin û jiyan û hêviyê jinûve birêsin. 
 
Şaxa OHD’a Mêrsînê jî bi heman boneyê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Berdevka Komîsyona Jinan a OHD’a Mêrsînê Nalan Ateş Altuntaş ev tişt anî ziman: “Ez îro heme, duh jî hebûm û dê sibe jî hebin.” 
 
HATAY 
 
Platforma Jinan a Îskenderûnê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser encamên rûxîner ên erdhejê. Hat gotin ku îktîdarê bi hezaran mirov terkî mirinê kir û ev tişt hatin parvekirin: “Erdhejê bandoreke mezin li milyonan mirovan kir. Mîna şeran, erdhejê jî herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Em bihêrs û serhildana xwe piştevaniya jinê dirêsin û dê jiyana nû bi hev re ava bikin.” 
 
Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî li taxa Buluttepeyê bi jinan re hate ba hev û daxuyaniyek da. Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û wiha got: “Jin dê bibin kulîlka civaka nû ya ji nava kavilan aj dide.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî koliyên piştevaniyê hatin belavkirin. 
 
AMED
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Xwîşka Gulistan Doku, Aygul Doku jî tev li daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji hêla Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asiya Cemre Işik ve hate xwendin. Işik, girîngiya 8’ê Adarê bi bîr xist û wiha got: “Pêdivî bi polîtîkayên hêz didin jinan heye. Em li dijî hemû guherînên di destûra bingehîn ên pêşî li ber serbixwebûna jinan ên di qadên aborî, civakî û çandî digirin in.” Di heman demê de Işik bal kişand ser jinên bûne mexdûrên erdhejê û da zanîn ku dê piştevaniya wan a bi jinan re bidome.  
 
Aygul Doku jî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku hezar û 160 roj in tu agahiyan ji xwîşka xwe nagirin. Doku aqûbeta Gulistan Doku pirsî û xwest ku bê dîtin û kujerên wê bên darizandin. 
 
SEMSÛR  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Karesatê, Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li Semsûrê bi boneya 8’ê Adarê çalakî li dar xistin. Çalakî li konbajarê li ser Cadeya Narlikuyuyê hatiye vedan hat lidarxistin û pankarta “Piştevaniya jinê dide jiyîn” hate vekirin. Jinan bi boyaxan çendek wêne xêzkirin. Her wiha jinan pankarta “Jin Ne Bi Tenê Ne” daliqandin. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Rihayê tekildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kêdkar ên Cihanê li qada Topçu ya navçeya Halilyê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û endam û rêveberên Rêxistina HDP ya Rihayê jî di daxuyaniyê de amadê  bû. Jin li qadê hatin li cem hev û pankarta “Bi hers û raperîna xwe em piştevaniya jinan saz dikin û jiyanê ji nû ve avadikin” vekirin û dovîzên “Jin jiyan azadî”, “Em nê di şînê de ne lê di raperînê de ne” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin” hilgirtin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş ve hat xwendin. Ulutaş bi lêv kir ku erdhej herî zêde bandor li ser jin û zarokan dike û wiha got: “Ji ber polîtikayên desthilatdariya AKP û pergala kapîtalizme jinên ku li vê herême di bandora cudakarî û şer de bûn herî zêde ji erdhejê bandor bûn. Jinên ku di bin kavilan de sax derketin hem ji aliye derûniyê ve hem jî ji aliyê koçberî û nexweşiyan de dikevin tengasiye. Her wiha ji aliyekî ve Serokatiya Dîyanete ji bo zarokên erdhejê fetva dide ji aliye din ve jî Wezareta Civakî û Xizmetê, zarokan dide terîqatên ku navê wan bi destdirêjiyê derketiye û bi vê yekê jî şerm nake.”
 
Parlamentera HDP ya Rihayê Ayşe Surucu jî axivî û anî ziman ku desthilat jinan dike hedef û ev tişt gotin: “Bi sepanên qeyûman ku li dijî hevserokatiyê derketin, ew yek bi awayekî şênber derket hole. Ji aliyekî ve kujerên jinan diparêzin ji aliye din vê jî peymana Stenbolê ku jin diparast rakirin. Lê em ê xwedî li Peymana Stenbolê û hevserokatiyê derkevin û hesabê wan bipirsin. Em ê bi heza jinan vê pergalê têk bibin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî” û “Piştevaniya jinan dê tariyê têk bibe” bi dawî bû. 
 
Komxebata Jinên Koordinasyona Lijneya bajêr a TMMOB a Rihayê jî tekildarî 8’ê adarê li avahiya Avahîsazan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliye Seroka Lijneya Koordînasyona Komxebata Jinên TMMOB’ê ya Rihayê Elîf Erdem ve hat xwendin. Erdem bi lêv kir ku ew ji destpêka erdhejê vê di nava piştevaniya jinên li cihê erdhejê de bûne û wiha got: “Me bi piştevaniyê birînên xwe derman kirin. Me bi mil dayina hevdu hez da hev. Di vê karesatê de jî em ê bi piştevaniyê rizgar bibin. Em ê bi hev re ji polîtîkayên desthilat ên rantê rakin. Em ê vê pargela ku li ser rantê ava bûye bi rêxistin bûyina xwe hilweşînin. Em ê welatekî azad, ronî û wekhevî ji nû ve ava bikin.”
 
SÊRT 
 
TJA, li ber avahiya HDP'aê ya bajêr kom bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Dem Dema Jin Jiyan Azadîyê Ye" hat vekirin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca di daxuyaniyê de axivî. Ûcayê anî ziman ku ji ber erdhejê 8'ê Adarê wekî di nêvengeke şînê de pêşwazî dikin û got: "8'ê Adarê ji bo me tenê ne rojeke kedê ye, bi felsefeya jinê roja bilidnkirina têkoşînê ye. 8'ê Adarê ji bo me têkoşîn, berxwedan û serîrakirina li hemberî faşîzmê ye." 
 
Ûcayaê diyar kir ku desthilata AKP'ê di 20 salên detshilata xwe de êrişên li hemberî jinan domandiye û got: "Felsefeya hevala Sakîneyê, pênûsa hevala Nagîhanê, porê Jîna Emîniyê îro ro bûne ruhê têkoşîna ji bo azadiyê. Em ê bi vî ruhî têkoşîna xwe ya li dijî zilmê mezin bikin. 8'ê Adarê destpêka biharê ye. Em ê bi ruhê 8'ê Adarê ber bi agirê Newrozê ve bimeşin."
 
Ûcayê di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em hevrêyê felsefeya birêz Abdullah ocalan in. Lewma tu zext û zorî û zilm nikare têkoşîna me asteng bike." 
 
 

Sernavên din

09/03/2023
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin
14:48 Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
13:53 Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
13:36 Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
13:26 Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne
13:22 Serokê Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê çû serdana Hewlêrê
13:00 Li Serhedê jin daketin qadan: Em ê li dijî serdestiya zilam têkoşîna xwe mezin bikin
12:45 Li Rojhilat di salekê de herî kêm 245 jinên kurd hatin girtin
12:38 Di 8’ê Adarê de li Êlihê jinek hate qetilkirin
12:25 Xelkê Amedê: Amed û Amedspor dilê me ye
12:14 Malbata Şenyaşar ji bo tevlibûna salvegera Nobeta Edaletê bang kir
12:05 Nexweşa penceşêrê ku ji sedî 95 astengdar e di avahiya pirxesar de dimîne
11:55 Kavilên li derdorê tên valakirin zirarê didin xwezayê
11:28 Du malbat di heman konê de dijîn: Ez terka warê xwe nakim
11:17 Kavilên li Meletiyê li gundên kurdên elewî tên valakirin
11:17 22 hezar malbat ev bû mehek li benda konan e
10:50 ‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’
10:41 Ji ber 8’ê Adarê seferên metro û funîkulerê hatin betalkirin!
10:33 Alîkariyên li ser keyayan tên şandin nagihijin gel
10:26 Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper jiyana xwe ji dest da
10:20 Prof. Dr. Zencîr: Bila Wezaret xwe bide alî em ê her tiştî bikin
10:19 Nobeta Edaletê di sala 3’yan de ye: Li dijî zilmê bêdeng nebin
09:42 Li Şirnexê gefa maşotan a li ser çandiniyê roj bi roj zêdetir dibe
09:24 Mexdûra erdhejê ya hatayî: Em ê bajarê xwe pêşkeşî kesekî nekin
09:12 'Kon dan her kesî, nedan me'
09:04 Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya xwe ya alîkariyê berfireh dike
09:01 ‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'
09:00 Hevserokê DFG'ê Altan ku 9 meh in îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin, ji bo piştevaniyê bang kir
09:00 ROJEVA 8’Î ADARA 2023’YAN
07/03/2023
23:16 Ciwanên ku li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
20:47 Ciwanan êrişa li dijî Amedsporê protesto kir
19:27 Xebatkarê Modernîteya Demokratîkê Dîşari hat berdan
19:19 HDP'ê têkildarî êrişa nijadperest giliyê berpirsan kir
19:00 Leşkerek mir
18:20 Lê Sêwazê erdhej çêbû
16:56 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin
16:41 Temel: Divê Maseya Şeşan çûyîn û vegerê ji xelkê re rave bike
16:32 Dek û Dolabên Scapen dê îcar ji bo piştevaniyê bê lîstin
16:16 Kiliçdaroglû: Kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin
16:00 Bi hinceta tevlibûna merasîma bîranîna Jîna Emînî cezayê hefsê dan aktîvîst Melaî
15:50 ‘Bi zanebûn rê dan êrişên li dijî Amedsporê’
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in