Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye

img
STENBOL - Parêzeran diyar kir ku Hasbî Aydemîr û Ramazan Benîce li girtîgehê îşkence dîtine, bi kuştinê gef li wan hatiye xwarin û anîn ziman ku midurê girtîgehê jî ev îşkence “li gorî mewzûatê” dîtiye. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, têkildarî Hasbî Aydemîr û Ramazan Benîce yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kandirayê îşkence lê hatin kirin li ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku wê bihistiye ku di 6’ê sibatê de îşkence li muwekîlê wê Aydemîr hatiye kirin û ji bo rewşê hîn bibe bi malbat û girtîgehê re hevdîtin kirine û anî ziman ku her wiha hîn bûne ku îşkence li Benîce jî hatiye kirin.  
 
ÎŞKENCE LI DU GIRTIYAN HATE KIRIN 
 
Boztoprak a têkildarî îşkenceyê agahî parve kirin wiha got: “Peywîrdarê pirtûxaneyê yê girtîgehê ji Benîce re dipirse ku bergeyeke pirtûkekê guhertiye. Benîce dibêje ku tiştekî wisa nekiriye. Gardiyanekî din jî tev li vê nîqaşê dibe. Pişt re jî gardiyan li Benîce qîr dike. Dû re komeke ku li girtîgehê xwe weke ‘Tîma A’ bi nav dikin tên û destên Benîce û Aydemîr bi paş ve girê didin. Dev û difina wan digirin û her du girtiyan bi vî awayî bi erdî re kaş dikin. Aydemîr di vê kêliyê de dike ku bifetise. Muwekîlê min got ‘heke çend saniyeyên din min bêhn nestengibûya ez da bimirim’. Her wiha Benîce jî dîtiye ku renge Aydemîr hatiye guhertin.”
 
GEFÊN MIRINÊ 
 
Boztoprak, bi lev kir ku her du girtî cuda cuda xistine odeyên bisunger, heta goreyên wan hatine derxistin, bi awayekî nîv tazî li van odeyan bi saetan hatine ragirtin û anî ziman ku pişt re kesê serê koma gardiyanên ku xwe weke “Tîma A” bi nav dikin bi gotinên “Em ji Sîlîvriyê hatin. Gelek girtiyên ku me kuştine hene” gefa kuştinê li wan dixwe. Boztoprak, wiha berdewam kir: “Bi gotinên ‘Em ê we jî bikujin. Em ê we hemûyan bikujin’ gef xwarine û xeberên giran jê re gotine. Pişt re jî girtî di odeyên sünger de destên wan bi paş ve bi kelemçe kirî hatine sekinandin.”
 
DÊ GILÎ BIKIN 
 
Boztoprak, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê li dijî her du girtiyên ku îşkence li wan hatiye kirin lêpirsîna dîsîplînê vekiriye û lêpirsîn veguhestiye Hakimtiya Înfazê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Odeya bisunger bi xwe îşkence ye. Tevî ku Wezareta Dadê vê qebûl nake û dibêje cihê xwe di mewzûatê de heye jî, ev yek îşkence ye. Wan bi xwe îşkence kirine û pişt re avêtine odeya bisunger. Bi awayekî vekirî êrîş kirine. Hewl dane bikujin. Me daxwaznameya xwe ya gilîkirinê amade kir û em ê serlêdanê bikin.”
 
‘DEWLET BERPIRSYAR E’
 
Boztoprak, destnîşan kir ku ji ewlehiya can a girtiyan Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan û îdareya girtîgehê berpirsyar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ewlehiya can a girtiyan kurtasî dewlet berpirsyar e. Ji ber berpirsyariya ewlehiya canên Aydemîr û Benîce dewlet berpirsyar e.”
 
MIDUR: ÎŞKENCE NÎNE LI GORÎ MEWZÛATÊ YE
 
Endama OHD’ê Elîf Taşdogen, diyar kir ku têkildarî îşkenceyê daxwaza bi lez kirine ku bi îdareya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin lê îdareyê gotiye ‘karên wan hene’ û nexwestine hevdîtinê bikin. Taşdogen, anî ziman ku li ser daxwaza wan a bi israr bi midurê girtîgehê re hevdîtin kirine û bi lêv kir ku midur ev tiştên qewimîne qebûl kirine lê weke îşkence nedîtine. Taşdogen, diyar kir ku midur îşkence li gorî mewzûatê dîtiye û îşkence meşru nîşandaye û wiha got: “Tişta hatiye kirin îşkence ye.”
 
 

Sernavên din

11/03/2023
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî