Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse

img
RIHA – Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû 29 sal berê ji bo nûçeyekê çûbû Sêwregê, lê ji wê rojê heya niha winda ye. Çendî heya niha der barê windakirina wî de lêpirsîneke çalak nehatibe kirin jî, lê pênûsa wî ne winda ye, di destê hevpîşeyên wî de her tim dinivîse û radigihîne.
 
Di ser windakirina nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglû re 29 sal derbas bûn. Babaoglû di 12'ê adara sala 1994'an de ji bo nûçeyekê  çûbû navçeya Sêwregê ya Rihayê. Babaoglû, piştî çûbû Sêwregê êdî venegeriyabû û ji wê çaxê heya niha tu xeber jê nehatine girtin. Tevî serdan û hewldanên malbatê jî aqübeta Nazim Babaoglû 29 sal in eşkere nebûye. Tevî şahid û îfadeyan jî lêpirsîneke bi bandor nehat kirin û ji ber vê tu encam nehat girtin.
 
Piştî windakirina Babaoglû hat îdiakirin kirin ku yê ku ji bo nûçeyê li Babaoglû geriyaye û gotiye "were Sêwregê" nûçegihanê Ajansa Anadolûyê (AA) Mûrat Yogûn bûye. Lê Yogûn paşê ev yek qebûl nekiribû. Piştî demekê Yogûn mala xwe bar kiribû û çûbû Stenbolê û derketibû holê ku Yogûn ji Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê Stenbolê yê wê demê Îhsan Avcî re gotiye, "Ez dikarim her tiştî îtîraf bikim, lê ewlehiya min tune ye. Heke min bikin şahidê veşarî ez bibêjim." Lê tevî vê yekê jî Yogûn wekî şahid nehatibû guhdarkirin. 
 
EW LI MALA SEDAT BÛCAK DÎTINE
 
Babaoglû ku piştî salekê li Stenbolê xebitî û vegeriya Rihayê, li vir gelek nûçe çekirin. Nazim 2 roj beriya windakirinê li ser cerdevanên eşîreta Bûcakan nûçeyek çêkir û di nûçeya xwe de eşkere kir ku cerdewanên Bûcakan destdirêjî kirine. Ev nûçeya wî bi sernavê "Cerdevanên destdirêjîkar' bû manşeta rojnameyê. Piştî ku Babaoglû hat windakirin, Azîz Taşkaya, birayê Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993'an de hatibû windakirin, gotibû "min Nazim li mala Sedat Bûcak dîtiye. Lê tevî gotinên wî jî der barê bûyerê de lêpirsîn nehat destpêkirin. 
 
ENDAMÊ BERÊ YÊ JÎTEME ÎTÎRAF KIR
 
Adin Sevînçê ku di sala 1993'an de li Rihayê ji bo JÎTEM'ê xebitiye di sala 2011'an de ji Girtîgeha Erziromê faksek ji Baroya Rihayê re şand û mikur hat ku Babaoglû hatiye rewandin û pişt re jî hatiye qetilkirin û veşartin. Piştî vê mikurhatinê Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo hevdîtine çûn Erzorimê, lê kirin nekirin nikaribûn hevdîtinê bi Sevînç re bikin. 
 
ÇATLI GEF LI BAVÊ WÎ XWARIYE
 
Cemal Babaoglû, birayê Nazim Babaoglû, di sala 2021'an de ji Ajansa Mezopotamya (MA) ye re axivîbû û wiha gotibû: "Bavê min piştî ku Abdûllah Çatli di televîzyonê de dît, got yê ku di TEM'ê de gef li min xwarin ew bû. Wê demê dewlet ketibû pêy Abdûllah Çatli û ji ber komkujiya Bahçelîevlerê cezayê îdamê lê hatibû bîrîn, lê tevî vê yekê jî wî bi rihetî dikarî li Kurdistanê bigere û bikevê TEM'ê."
 
BÊ ENCAM MA
 
Doza Nazim Babaoglû jî wekî hemû dozên "kiryar nediyaran" ên li Kurdistanê çêbûn, bê encam ma. Tevî şahid û îtîrafan jî lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Di sala 2014'an de jî ji ber wext di ser re derbas bûye, dosye hat girtin.
 
XEYALA NAZIM
 
Nazim di sala 1975'an de li navçeya Sêwrega Rihayê ji dayik bû. Babaoglû piştî ku Lîseya Bazirganiyê qedand, ji bo rastî di taritiyê de nemînin li rojnameya Ozgur Gunedemê dest bi rojnamegeriyê kir. Babaoglû salekê li Stenbolê stajyerî kir û pişt re wekî nûçegihanekî vegeriya Rihayê. Li navçe, gundên Rihayê ket pey şopa rastiyan û gelek heqîqet derxistin holê. Ji xeyalên Babaoglû yek jê jî, dixwest bibe Pîsporê Nûçegihaniya Rojhilata Navîn. 
 
ÇAVÊ DAYIKA WÎ LI RÊ MA
 
DayikaMakbûlê Babaoglû, dayika Nazim Babaoglû, di sala 2015'an de nameyek şandibû rûniştina 520'an a Dayikên Şemiyê û di nameyê de ji desthilatê wiha pirsîbû: "Heta hûn hestiyên kurê min nedin hûn ê çawa aştiyê bînin?" Çavê dayika Makbûlê her tim li rê bû, wisa hevî dikir ku Nazim dê rojekê were. Tenê daxwaza wê dîtina hestiyên Babaoglû bû, lê hêviyên wê di dil de man. Dayika Makbûlê di sala 2017'an de ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da. 
 
EW HER TIM 19 SALÎ YE
 
Ji 7 xwişk û biryaên malê, Babaoglû biçûkê malê bû. Heke nehata windakirin îro wê 48 salî bûna lê ew her 19 salî maye. Ew jî weke gelek nûçegihanên rojnameya Ozgur Gundemê ji ber ku rastî derxistin holê bû hedefa dewletê û hat windakirin. Weke gelek bûyerên bi vî rengî ku di salên 90'î de li Kurdistanê qewimîn, doza Babaoglû jî tevî şahid û îtîrafan bê encam ma. Yên ku Nazim winda kirin di taritiya dîrokê de bi navên xwe winda bûn, lê penûsa Nazim di destê nûçegihanên Çapemeniya Azad de hê jî dinivîse.  
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

11/03/2023
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî