Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû

img
ENQERE - Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku gelê kurd tevî qedexeyan jî dev ji Newrozê bernedaye û wiha got: “Newroz, bi tevgera kurd re xwedî wate bû.” 
 
Cejna Newrozê ku xwe dispêre efsaneyên bi hezaran sal berê, di roja me de jî li gelek welatan tê pîrozkirin. Her gel li gorî xwe wateyeke cuda lê bar dike û niha li Îran, Iraq, Efxanistan, Belucistan, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Guristan, Kazaxistan, Kirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Sûriye, Tirkiye, Turkmenistan, Tataristan, Gagavuzya û Yakutistanê tê pîrozkirin. 21’ê Adarê roja Newrozê ku Beriya Zayînê (BZ) di sala 612’an de Kawayê Hesinkar li dijî Qralê Asuran Dehak gel birêxistin kir, ev 51 sal in ji hêla gelê kurd ve weke roja vejînê û cejna azadiyê tê pîrozkirin. 
 
Dîroknas Dr. Sedat Ulugana dibêje ku herî zêde gelê kurd xwedî li Newrozê derketiye û tevî hemû qedexeyan jî dev ji pîrozkirina wê bernedaye. Ulugana, têkildarî girîngiya Newrozê ji bo gelê kurd ji ajansa me re axivî. 
 
Ulugana, anî ziman ku Newroz ji hêla hemû gelên Aryenî ve tê pîrozkirin û wiha got: “Bi awayekî bandora wê li gelên Turanî jî bûye û ew jî pîroz dikin. Her wiha di berhema Dede Korkut de jî qala Newrozê tê kirin. Lê beriya wê di çavkanî û mîtolojiyên gelên Aryenî de anku kurd, faris, ermen, peştu û hîndî de em rastî Newrozê tên. Di nava gelê kurd de jî Newroz piştî Kawa bêhtir şênber bûye.”
 
LI GORÎ VEGOTINÊN DÎROKNASÊN EREB KAWA
 
Bi domdarî Ulugana diyar kir ku Kawayê Hesinkar ne lehengekî mîtolojîk lê pêşengekî gel ê di dîrokê de jiyaye û wiha pê de çû: “Piştî serdema Kawa li dijî Dehak têkoşîna gel daye destpêkirin, Împaratoriya Medan hilweşiya û serdema Împaratoriya Persan dest pê kir. Di vê veguherînê de darbeyeke qesrê heye. Rêveberiya Aryan ji xanedaniya Medan derbasî xanedaniya Persan bû. Împaratoriya Aryanan a piştî Persan jî Sasanî ne. Dîroknasên ereb dibêjin ku Împaratoriya Sasaniyan di navbera salên 500-600’an de pêşmalkê Kawayê Hesinkar weke alaya xwe bi kar anîne. Heta dibêjin ku pêşmalkê Kawa bi kevir û mucevheran hatiye xemilandin û ji bo di şer de mirûzê leşkerên Sasaniyan xweş bike, weke alayê hatiye bikaranîn. Li gorî gotinên dîroknasên ereb, artêşa Sasaniyan di şerê dawî de têk çû û pêşmalkê Kawa hat bidestxistin. Kevirên binirx ên li ser tên girtin û tê şewitandin. Em ji vê vegotinê wisa fêm dikin ku Kawa bi rastî jî di nava gelên Aryan de pêşengekî gel e û di dîrokê de cihê xwe girtiye.” 
 
‘TEVÎ QEDEXEYAN JÎ KURD DEV JI NEWROZÊ BERNADIN’ 
 
Di berdewamê de Ulugana destnîşan kir ku têkoşîna bi pêşengtiya Kawa li dijî zilmê hatiye destpêkirin, bûye mîlada Newrozê û wiha pê de çû: “Di tevahiya dîrokê de gelên Aryan herî zêde jî gelê kurd xwedî li Newrozê derketin. Rêveberên ereb serdemekê Newroz weke ‘guneh’ qebûl kirin û qedexe kirin. Weke cejnekî derîslamî nirxandin û qedexe kirin. Lê tevî vê jî kurdan dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan. Fîlozof û şaêrê kurd Ehmedê Xanî ki di salên 1700’an de jiyaye, dibêje ku Mem û Zînê jî cara ewil hev di Newrozê de nas kirin. Gelên Turanî jî Newroz pîroz kirine lê bi serdema Osmaniyan re weke guhen hatiye dîtin.” 
 
‘GELÊ KU JI AZADIYA XWE TAWÎZ NEDA YE’
 
Dr. Ulugana got ku gelê kurd li erdnîgariyeke çiyayî dijî û ev tişt anî ziman: “Ji bandora tiştên derve girtî ye û ji çand û zimanê xwe tawîz nedane. Di dîrokê de tu carî serî li ber Împaratoiya Mezin a Ereban, Selçukî, Osmanî û împaratoriyên ji Rojava netewandine. Em dibînin ku tu carî ji azadiya xwe tawîz nedane. Feraseta dîroka fermî qewmên çiyayî jinedîtî ve tê. Gelemperî dîroka serdestan dinivîse. Lê em dibînin ku kurdan di tevahiya dîrokê de nehiştiye serdest bikevin xaka wan û ji azadiya xwe tawîz nedane. Gelekî wiha girêdayî azadî û mafên xwe, ji kevneşopiya xwe jî tawîz nedaye. Di nava gelên Aryan de civaka kurd veneguherî. Şêweyê jiyanê yê malbateke kurd a hezar sal berê û ya sala 1800’an heman e. Vê rewşê kir ku Newrozê jî biparêzin. Weke mînak; Îskender tenê li Zagrosan têk çûye. Di salên piştre de Mogolan nekarîn xwe nêzî Zagrosan bikin. Em qala gelekî wiha dikin.” 
 
‘BI MAZLUM DOGAN RE BIWATE BÛ’
 
Ulugana, Newroz piştî Girtîgeha Amedê bi temamî bûye sembolek û wiha pê de çû: “Xelkê Kurdistanê ji Newrozê haydar bû lê weke seyranekê pîroz dikir. Piştî ku Mazlum Dogan bedena xwe şewitandî, êdî bû sembolek. Ji Mazlum Dogan re Kawayê Duyemîn tê gotin. Newroz, piştî wê çalakiyê xwedî wate bû. Dema em li pêvajoya piştî wê serdemê dinihêrin, piştî ku gelê kurd xwedî lê derket û bû cejnekî girseyî, êdî gelên din jî xwedî lê derketin. Dewleta tirk jî niha xwedî li Newrozê derdikeve û ev tiştekî xwezayî nîne. Hewl didin Newrozê ji destê gelê kurd bistînin. Lê nekarîn wisa bikin. Girtîgeha Amedê bi peywireke mîna duyemîn mala Kawayê Hesinkar rabû. Hesinê li wir hatiye meriçandin û zalimê li dijî serî hatiye rakirin jî cuda ne. Di serdema Împaratoriya Medan de zalim Dehak bû û di serdema 12’ê Îlonê de jî rejîma cuntayê bû.” 
 
PIŞTÎ 1980’AN NEWROZ
 
Herî dawî jî Ulugana wiha derbirî: “Bi tevgera kurd re Newroz xwedî wate bû. Bi taybet jî di demên ewil de li gundan dihat pîrozkirin. Dema em zarok, Newroz bi hest û coşeke mezin dihat pîrozkirin. Ez tu carî wan deman ji bîr nakim. Mezinên me Newroz weke hatina biharê fêm dikirin, pîroz nedikirin û weke seyranê derbas dibû. Bi tevgera kurd re Newroz dîsa hate bîra hafizeya giştî û mezinên me digotin; ‘Erê em dizanin bê ka Newroz çi ye lê ciwan ji ku dizanin.’ Kurdîtiya piştî salên 1938’an hatiye parçekirin, heta salên 1984’an jî hewl dan bi rêbazên cuda were tunekirin. Lê hafizeya ku di sala 1984’an de dîsa zindî bû, ne tenê tevgereke şer lê çandekî binaxkirî jî dîsa rakir ser pêyan. Bi vê yekê re dîsa dibê sembol û tevger êdî weke Newrozê hat dîtin. Weke mînak, beriya salên 1980’an pir kêm caran mirov li rastî navê Newrozê tê lê piştre bi hezaran kesan navê Newrozê li xwe kirin. Di hemû Newrozan de şîara kurdan azadî ye. Dê îsal jî wisa be.” 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

16/03/2023
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike