'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'

img
ÎZMÎR - Li Kadîfekaleyê ku Rahaşan Demîrelê bi bendena xwe agirê Newrozê lê hil kiribû, îsal dê Newroz di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Mahsûn Koç, diyar kir ku êdî dawiya desthilatê hatiye û divê hemû kesên aştîxwaza li qadên Newrozê bin. 
 
Li Îzmîrê ku di salên 1990'î de li taxên kurdan agirê Newrozê hil bû, her çû veguherî pîrozbahiyên girseyî û li qadan hat pîrozkirin. Piştî ku Zekiye Alkan a li Îzmîrê dima, di sala 1991'ê de li Keleha Amedê û Rahşan Demîrelê jî di sala 1992'yan de li Kadîfekaleya navçeya Konakê bi bedenên xwe agirê Newrozê gur kirin, Newrozên Îzmîrê jî her çû veguherîn Newrozên girseyî. 
 
Li Îzmîrê çendî Newroz ji salên 1980'yî ve bê pîrozkirin jî, lê cara ewilî di sala 1991'î de bi awayekî girseyî li taxan hat pîrozkirin. Ewilî li taxên Kadîfekale, Menemen û Asarlikê yên navçeya Konakê û navçeyên Karabaglar, Karşiyaka û Bûcayê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Lê Newroza 1992'yan, bû cihê guherîneke mezin. Piştî ku Rahşan Demîrelê li Kadîfekaleyê agir bi bedena xwe xist, êdî li Îzmîrê her sal Newroz bi girseyeke mezin hat pîrozkirin. 
 
Îsal jî Newrozê dê bi heman ruhî û bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azadî” di 19'ê Adarê de li Kadîfekaleyê bê pîrozkirin û ew agirê ku Rahşan Demîrelê bi bedena xwe hilkiribû bê gurkirin. 
 
Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li 43 bajaran bê pîrozkirin. Li îzmîrê jî amadekariyên ji bo Newrozê didomin. Mîtînga Newrozê kuli gel pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, dê ji aliyê Alinterî, Halkevelerî, Kaldiraç û Partîzanê ve bê lidarxistin, dê di 19'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin. Beriya Newrozê HDP, dê li Gazîemîr, Karşiyaka, Foça, Alîaga û Bornovayê civînên gel çêbike. Ji xeynî vê saziyên di amadekariyên Newrozê de cih digirin jî, dê di 15'ê Adarê de li Bûca û Karşiyakayê û di 17'ê Adarê de jî li Kemeraltiya Konakê û Halkpinariyê belavokan belav bikin. 
 
Endamê Komîteya Amadekar a Newroz a Îzmîrê Mahsûn Koç, têkildarî girîngiya Newroza Îzmîrê de axivî.
 
'DAWIYA AKP'Ê HAT'
 
Koç destnîşan kir ku Newroz ji bo HDP'ê, gelê kurd û gelên aştîxwaz gelekî girîng e û got: "Ferqa Newroza îsal ji ya Newrozên din  ev e: Dawiya desthilatê hat ku 20 sal in faşîzmê û bêhiqûîtiyê li ser serê gelan pêk tîne. Em hatin dawiya vê pergala sosret. Ev desthilat, 20 sal in ev welat kiriye dojeh. Êdî hiqûq û edalet nemaye. Li vê xakê êdî dê faşîzm têk bişikê û dê pergaleke ku hemû gel xwe tê de ewle hîs bikin û li ser esasê wekheviyê bê."
 
‘EM Ê BI RUHÊ SEFERBERIYÊ LI QADAN BIN'
 
Koç bilêv kir ku Newroza îsal dê ji ber erdhejê bi awayekî dilşikestî pêşwazî bikin û ev tişt ragihandin: "Erdhejê ruyê desthilatê eşkere kir. Em hê ji derûniya erdhejê xelas nebûne. Lê em Newrozê jî pêşwazî dikin. Newrozên berê bi coşeke mezin, bi govendê û muzîkê dihatin pîrozkirin. Lê ji ber erdhejê me beşa govend û coşê betal kir. Ji aliyekî ve em ê wekî şînekê li dar bixin. Lê em ê behsa gelên xwe yên di bin kavilan de mane û polîtîkayên dewletê yên li hemberî gelan jî bikin. Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Koç destnîşan kir ku ji her wextî bêtir nêzî serkeftinê ne û got: "Dirûşmeya me 'her der Newroz her dem azadî' ye. Serkeftin dê ya HDP'ê, ya gelê kurd û ya gelên aştîxwaz be. Êdî ji ber pêkanînên desthilatê û şirîkê wê MHP, bêhna gel dernayê. Em ê di Newrozê de ji bo azadiya hemû gelan biqîrin. Em bang li gelên xwe yê aştîxwaz dikin ku di 19'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bin." 
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

16/03/2023
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike