Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz

ŞIRNEX - Têkoşîn û berxwedana Bêrîvan Cizîrî û Bîşeng Anik ku di sala 1992’an de li Botanê bûn Newroz, heta roja îro bênavber didome. Îsal jî dê hevrêyên Berîvanan li Botanê bi heman ruhî dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin û hesab ji Dehaqan bipirsin. 
 
Jinên ku ev demeke dirêj e di têkoşîna azadiya kurd de pêşengiyê dikin, ala berxwedanê ya ku heta roja îro anîne her bilind dikin. Li Kurdistanê jinên kurd bi salan e li dijî polîtîkayên biçûkxistin, cihêkarî, tunekirin, bişaftin û polîtîkayên ewlehîparêz ên taybet ên dewletê, xwe birêxistin dikin û pêşengiya bi têkoşîna dîrokî ya kurdan ji gundan heta bajaran gav bi gav bi pêş dixin. 
 
Li aliyê din agirê Newrozê ku ji bo gelê kurd roja berxwedana li dijî Dehaqan e, her roj gurtir dibe. Li Cizîra Botanê agirê Newrozê yê ji aliyê Bêrîvanan ve hatiye pêxistin, geş dibe. Binevş Agal (Bêrîvan), Bêrîvan Cizirî ku di 1992'yan de pêşenga Newroza Cizîrê bû û Bîşeng Anik ku di Newroza 1992'yan a Şirnexê de bûye sembol, ji bo têkoşîna jinan bûne cihê îlhamê. 
 
BÊRÎVANA ÊZIDÎ
 
Binevş Agal (Bêrîvan) di sala 1966'an de li navçeya Beşîrî ya Êlihê di malbateke êzidî de hatiye dinê. Navê xwe ji destana kurdî ya bi navê “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn” girtiye. Binevş ku navê karaktera jin ya yek ji destanên evînî yên kurdî lê hatiye kirin, nizanibû ku wê rojekê ew bi xwe bibe destan. Ji ber zextên darbeya 12'ê Îlonê mîna gelek malbatên êzidî bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike. Bêrîvan di 17 saliya xwe de vedigere axa ku lê ji dayik bûye. Binevş li Cizîrê mal bi mal, gund bi gund û tax bi tax jinan bi rêxistin dike û ji bo jinên Botanê dibe çavkaniya îlhamê. Li Cizîrê di 16'ê Çileya 1989'an de mala ku lê dimîne, di encama îxbarekê de tê tesbîtkirin û dema operasyon li malê tê kirin, teslîm nabe û heta guleya dawî şer dike û jiyana xwe ji dest dide. Wefata Bêrîvanê di nava gel de dibe sedema hêrseke mezin. 
 
Niha jî dema behsa Cizîrê tê kirin Berîvan tê bîra her kesî. Piştî mirina Bêrîvanê hema bibêje her malbat navê wê li keçên xwe yên nûçêbûyî dike. Berxwedana Newroza Cizîrê ku sembola serhildanê ye, Bêrîvan e. Jinên ku ji aliyê Bêrîvanê ve bi îrade û hewldanên mezin hatibûn birêxistinkirin roja Newrozê diherikin qadê û pêşengiya Newrozê dikin. Bêrîvan li Cizîrê êdî bûye navê serhildanê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandina li ser Binevşê de wiha dibêje: “Ew çawa ku li çiyayan hat, li gel jî hat. Û xwe bi gelê Cizîrê da hezkirin. Mirov dikare bibêje ev heval di şiyarbûna gelê Cizîrê de xwedî bandoreke mezin e." 
 
BÊRÎVAN CIZÎRÎ
 
Newroza Cizîrê ya 1992'yan ku li gorî çavkaniyên fermî 57, lê li gorî şeniyên herêmê jî zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da. Di şeva Newrozê de nûçeyên “PKK’ê avêt ser Şirnexê” ji aliyê çapemeniyê ve hatibûn belavkirin. Di saetên serê sibê yên Newrozê de gel li taxên Nûr, Cûdî û Yasefê ên Cizîrê kom dibe û ber bi Goristana Cizîrê ya ku dê Newroz lê bê pîrozkirin ve dimeşe. Gelê ku ji her aliyî ve dest bi meşê dike berê xwe dide Cizîra Botan. Girse ji hewayê, ji aliyê helîkopteran ve û ji bejahiyê jî ji aliyên wesayîtên zirxî ve çarhawirdor tê dorbêçkirin û piştre jî gule lê tê barandin. Gelê ku ji her aliyî ve tê dorpêçkirin, di pîrozkirina Newrozê de israr dike û ber bi qadê ve dimeşe. Wê gavê di nava girseyê de jinek ciwan xuya dibe ku bi kefiya xwe ya spîpêşengiya bi hezaran dike. Ev jina ciwan ku tiliya xwe li kesên ku bi panzêran bi ser gel de diçin û gel gulebaran dikin, dihejîne Bêrîvan Cizîrî ye.  Bêrîvan ku wê gavê 17 salî bû, her çi qasî ku wê rojê ji milê xwe birîndar dibe jî, lê li hemberî zilmê dest ji berxwedana xwe bernade. Bêrîvan li Botanê bû sembola wêrekiyê.
 
BÎŞENG ANIK
 
Dema ku ev tişt di Newroza Cizîrê de diqewimin, di heman salê de li navenda Şirnexê jî rewş ne kêmî ya vir e. Welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê dadiketin qadan ji aliyê polîsên tevgera taybet ve tên gulebarankirin. Di wê Newrozê de 100 kes tên qetilkirin. Di vê Newrozê de jî Bişeng Anik dibe sembol. Bîşeng Anîk ku wê demê li lîseya Şirnexê dixwend, di nava tevgera azadiya kurd de bi awayekî çalak cih digire û li navendên girîng ên Botanê yên wekî Şirnex, Cizîr û Silopiyayê ciwan û jinan birêxistin dike û kedeke mezin dide. Bîşeng ji bo jinên ciwan ên Şirnexê dibe şîret û şîretkar. Dixwaze meşa xwe bi tevgera azadiya kurd re temam bike. Bişeng ku di sala 1992'yan de bi dehan ciwanên re tevlî Newrozê dibe, di roja Newrozê de tê binçavkirin. Bîşeng ku tê binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê rastî îşkenceyeke giran tê. Bîşeng ku di 24'ê Adarê de bi guleyekî tê qetilkirin di nava kefa destê wê de ku kiribû kulm kesk û sor û zer tê dîtin. Mîna  Bêrîvana Êzidî û Bêrîvan Cizîrî Bîşeng jî li Botanê li ser zimanan  digere û dibe mêvanê klaman. Klama "Bîşenga min" ku Dengbêj Salihê Şirnexî ji bo Bîşengê gotiye, li her derê botanê belav bûye û di Newroza Şirnexê de Bîşeng jî dibe Bêrîvan. 
 
LI HEMBERÎ DEHAQÊN DEMÊ RIHÊ BÊRÎVANAN
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît ku di Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê de cih digire, diyar kir ku ew ê Newroza îsal bi ruhê Berîvanan pêşwazî bikin û got: "Wateya Newrozê ji salên 1990'an heta niha gelek e. Newroz ji bo me berxwedan e, serhildan e. Li hemberî kesên desthilatdar têkoşîn e û li hemberî wan serîrakirin e. Ji ber wê jî wateya Newrozê ku bi berxwedana di şexsê heval Bêrîvanan de destpêkiriye de heta îro didome. Newroz li vir sembola vê berxwendanê ye. Dema ku mirov dibêje Newroz cihê ku ewilî tê bîra mirov Cizîra Botan e. Ji ber wê jî çawa ku  jinên kurd ê wê demê xwedî li Newrozê derketin û pêşengiya Newrozan kirin em ê îro jî bi heman ruhî xwedî lê derkevin. Ji ber wê jî Cizîra Botan ji salên 90'an heta niha bi heman ruhî Newrozê pêşwazî dike. Ji wê rojê heta roja îro wateya Newrozê çi be, îsal jî ew e. Bi heman awayî tê pêşwazîkirin û pîrozkirin."
 
Ecevîtê bilêv kir ku Newroza îsal bi hêleke xwe şîn e jî bo wan û wiha domand: "Ji roja ku erdhêj çêbûye heta niha jinên vê herêmê seferber bûne. Em îsal jî vê Newrozê diyarî herêmên erdhêjê dikin. Newroza îsal jî di demeke dîrokî de tê pîrozkirin. Ji ber vê wateya wê hê bêtir e. Weke her carê di vê erdhêjê de jî kesên ku herî zêde zirar dîtine jin û zarok in. Ev Newroza me dê hesabpirsîn be jî. Weke jin em ê hesabên wan kesên ku li herêmên erdhêjê bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin bipirsin. Ji ber wê em ê li qadên Newrozê dengê xwe bilind bikin û nîşanî vê îktîdara desthilatdar bidin. Di dema vê îktîdarê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û kujerên wan bê ceza man. Em ê hesabê vê jî li qadan bipirsin û serxwebûna xwe çêbikin. Em ê bi ruhê Bêrîvanan û Rewşanan li hemberî Dehaqên demê serê xwe rakin. Banga me ji bo jinên Botanê ew e ku roja Newrozê qadê teje bikin û li hemberî vê îktîdarê dengê xwe bilind bikin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16/03/2023
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike