Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013

img
AMED - Rojnamevan Farûk Balikçi ku bi salan e Newrozên Kurdistanê dişopîne, bilêv kir ku Newroza Cizîrê ya 1993'yan ku hevpîşeyê wî Îzzet Kezer lê hat qetilkirin û Newroza Amedê ya 2013'an ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hat xwendin, Newrozên nejibîr in. 
 
Rojnamevan Farûk Balikçi ku ji salên 90'î ve Newrozên li Kurdistanê dişopîne, nêrîn, çavdêrî û fikirên xwe yên der barê Newrozê de bi ajansa me re parve kir. 
 
Balikçi anî ziman ku gava behsa Newrozê tê kirin berxwedana gelê kurd tê bîra wî û got: "Salên 90'î tên bîra min. Ji lew re di wan salan de cinayetên kiryar nediyar, şewitandin û valakirina gundan û bêhiqûqîtî hebû. Lê qadên Newrozê ji gel xalî nedibû. A rast tijebûna wan qadan, bersivek bû li hemberî zextan. Di heyameke wisa de ku bêhiqûqîtî hatibû asta herî jor, mirov dihatin revandin û kuştin, ji paş de rojnamevan dihatin qetilkirin, gel qadan tije dikir. Gava behsa Newrozê tê kirin, ev berxwedana gelê kurd tê bîra min." 
 
'REF BI REF MIROV DIHATIN'
 
Balikçi bal kişand ser Newrozên Cizîrê ku bi hişmetiya xwe balê dikişandin ser xwe û got: "Newrozên herî bi coş ên Cizîrê bûn. Di salên 90'î de beriya 21'ê Adarê bi hefteyekê li Cizîrê amadekarî dihatin kirin. Ev kelecan û amadekarî bandor li me rojnamevanan jî dikir. Tenê ne ji Tirkiyeyê ji çar aliyên cîhanê rojnamevan dihatin. Ji lew re Newrozên Cizîrê her tim ji aliyê dewletê ve dihatin astengkirin û dihat zanîn ku dê tiştek bibe. Tevî hemû qedexeyan jî gel kincên xwe li xwe dikirin û berê xwe didan qada Newrozê. Ji çiyayên Cizîrê ref bi ref mirov dihatin. Helbet her sal mudaxileyî vê dihat kirin. Bi taybetî di 1994-95'an de zext û tahde pir bûn, lê mirovan qad tije dikirin. Hem bibêje dewletê ev der radestî hêzên tarî kiribû û Newroz di van şert û mercan de dihat pîrozkirin. Her derê wê hatibû dorpêçkirin. di heyameke wisa de ku gund dihatin valakirin û mirov dihatin kuştin, gel Newrozê pîroz dikir. A rast ev qelebalixiya gel, bersivek bû ji bo dewletê. Bi vê beşdariyê peyama 'gelê kurd heye û li vir e' dihat dayîn. Newroz, sembola piştevanî û têkoşînê bûn." 
 
‘GULE REŞANDIN'
 
Balikçi behsa Newroza Cizîrê ya 1993'yan kir ku hevpîşeyê wî Îzzet Kezer lê hatibû qetilkirin û got: "Newroza ku min ew jibîr nekiriye ya Cizîrê, ya 1993'yan bû. Ji lew re Cizîr bi temamî hatibû dorpêçkirin. Li serê her quncikî tanq û wesayîtên leşkeran hebûn. Em wekî her carê li Otêla Kadioglûyê bûn. Wê kêliyê qîrîn bi zarokekî ket. Em 9-10 rojnamevan bûn. Me rahişt makîneyên xwe û em bi wê refleksê ber bi cihê deng jê hat ve çûn. Gava em diçûn gule bi ser me de reşandin. Wê kêliyê em ketin malekê. Hevalên rojnamevan ên biyanî, alayên spî çêkirin û gotin tiştek nabe. Min got, em li benda êvarê bisekin. Min got, ji lew re 'êvarî dewlet paş de vedikişe.' Lê gotin tiştek nabe. Axirê alayên spî hatin çêkirin. Sê alayên spî hatin çêkirin. Min rahişt alayekê û hevalekî din jî rahişt yekê û nûçegihanekî alman jî rahişt yekê. Em gava ber bi otêlê ve çûn, cardin em gulebaran kirin. Hevalê rojnamevan ê li cem min Îzzet Kezer ji serê xwe gule xwar. 
 
DI DESTEKÎ WÎ DE MAKÎNEYA WÎ, DI DESTÊ DIN DE ALAYA SPÎ
 
Me xwe li ber derî dirêj kir. Hê jî gule direşandin. Em ketibûn ser dilê hev, jib o gule li me nekevin. Li ber me deriyekî hesin hebû. Min kulm li derî xist. Di bin derî de valahiyek hebû. Min di binî re lê mêze kir. Jineke ciwan hat, ji mala bihewş. Min bi dengekî hêla go, 'derî veke.' Nizane em kî ne. Ji derve dengê çekan dihat. Bi wê tirsê, min wênegir rê wê da. Min got em rojnamevan in. Gava dît em rojnamevan in, derî vekir. Em hemû ketin hundir, lê me ferq kir ku hevalekî me li nav kuçeyê dirêjkirî ye. Me fêm nekir bê çi bûye. Me nizanibû bê ka sax e yan miriye. Ez û du hevalên din, gava deng ji çekan biriya, me got em herin mêze bikin û wî ber bi hundir ve bikişînin. Jixwe li ser piştê dirêjkirî bû. Di destekî wî de mankîne, di destê win de jî alaya spî wisa dirêjkirî bû. Ez û du hevalên din me hewl da em biçin. Gava em çûn cardin em gulebaran kirin. Ji ber vê em ji bêgavî cardin ketin hundir û paşê hevalê me li nav wê kuçeyê jiyana xwe ji dest da." 
 
NEWROZA 2013'AN
 
Balikçi ji bo Newroza 2013'an a Amedê jî ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hatibû xwendin ev tişt anîn ziman: "Di 90'î de Newroz, bi hêrs û coş dihat pîrozkirin. Li qadan du hest bi hev re xwe didan der. Lê Newroza 2013'an, bi temamî bi coş hat pîrozkirin. Gelek eks tevlî bûbûn û qada Newrozê bi coşeke mezin tije bû. Belkî di dîroka Newrozê de cara ewil em dibûn şahidê qelebalixiyeke wiha. Ji lew re hêviya ji bo aştî û pêşerojê bi her kesî re hebû. Mirov bi wê coşê qad ê tije kirin û bi rastî jî kelecan û coşeke pir mezin hebû." 

Sernavên din

16/03/2023
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike