Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin

img

ENQERE - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku ew Rêya Sêyemîn diparêzin û wiha got: “Heke Tifaqa Ked û Azadiyê li hev bike, em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn planên B û C xist meriyetê, duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê. Partiya Çep a Kesk di sala 2012’an de hate avakirin û ji wê rojê heta niha yek ji pêkhateyên HDP’ê ye. Li nêzî 50 bajar û 212 navçeyan xebatên xwe didomîne. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar da ku Partiya Çep a Kesk dikare bikeve hilbijartinê. Li ser vê yekê deriyên xwe bo HDP’ê vekir. 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku ew Rêya Sêyemîn diparêzin û got ku heke partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin li hev bikin, ew amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyartiyê li xwe bigirin. 
 
POLÎTÎKAYA LI SER ÇAR TÊGÎNÊN EDALETÊ
 
Uçar, da zanîn ku partiya wan li ser çar têgînên edaletê siyaseta xwe dimeşîne û wiha got: “Li dijî pergala kedxwar a kapîtalîst endustriyel, em weke rêya çareseriyê polîtîkaya edaleta îktîsadî diparêzin. Ji bo guherîna avhewayê û ekosîstemê jî em edaleta hawirdor û avhewayê diparêzin. Di mijara edaleta naskirinê de jî em dibêjin ku li Tirkiyeyê gelek gel û baweriyên cuda hene û em polîtîkaya edaleta naskirinê dişopînin. Yek ji mijarên herî girîng jî edaleta tevlibûnê ye. Armanca me ew e ku hemû bawerî, gel û derdorên cuda yên li welêt bikarin bi nasnameyên xwe yên siyasî bên naskirin û tev li vê pêvajoyê bibin. Di esasê xwe de bingeha siyaseta demokratîk a li ser van her çar edaletan, ji bo edaleta civakî ya Tirkiyeyê pir girîn gin. Em jî tevahiya polîtîkaya xwe li ser van her têgînên edlaetê ava dikin.” 
 
LI DIJÎ DORPÊÇÊ RÊXISTINIYA BERFIREH
 
Bi domdarî Uçar anî ziman ku Partiya Çep a Kesk weke pêkhateyeke HDP’ê di 10 salan de xebatên xwe li gorî konsensuke diyar meşandine û ev nirxandin kir: “Di demên dawî de bi rejîma yekzilamî re li dijî siyaseta demokratîk êrişên cidî hatin kirin. Di serî de HDP, hewl dan hemû partiyên siyasî û derdorên civakî têxin dorpêçê. Me jî salek û nîv berê ji bo siyaseta demokratîk hîn bêhtir xwe xurt bike biryarek da. Di çarçoveya vê biryarê de me lez da xebatên rêxistinkirinê yên berfireh. Ketina hilbijartinê jî yek ji van xebatan bû. Em niha li nêzî 50 bajar û 212 navçeyan birêxistinkirî ne. Herî dawî YSK’ê got ku dikarin bikevin hilbijartinê. Ji hêla rêxistinî ve jî em xurt in.” 
 
‘DOZA GIRTINÊ ŞERMEKÎ DEMOKRASIYÊ YE’
 
Uçar, destnîşan kir ku doza girtinê ya HDP’ê ji bo siyaseta Tirkiyeyê şermekî demokrasiyê ye û wiha pê de çû: “Doza girtina HDP’ê ne pêvajoyeke hiqûqî lê pêvajoyeke siyasî ye. Li gorî me biryara AYM’ê dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê biryareke girîng be. Sedema bingehîn a vê dozê, bingeha xwe ji serkeftina di hilbijartinên 7’ê hezîranê digire. Ji ber ku HDP’ê formata astengkirina rejîma yekzilam di 7’ê hezîranê de pêk anî. Lê bi hilbijartina 1’ê mijdarê re rewş guherî. Siyaset, bi her cureyên êrişê yên rejîma yekzilam re hate dorpêçkirin.”
 
BIRYARA TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Têkildarî biryara HDP’ê ya ketina hilbijartinê ya bi navê Partiya Çep a Kesk jî Uçar wiha got: “Divê tifaq biryarê bide. Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê tifaqa hilbijartinê lê ya têkoşîna hevpar e. Lewma biryara hemû saziyan bo me girîng e. Heke di pêvajoya hilbijartinê de berpirsyartiyek bikeve ser milên me, em amade ne ku vê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Heke tifaq biryarê bide, em ê xebatên hilbijartinê bi hev re bimeşînin. Li dijî krîzên piralî yên li Tirkiye û cîhanê, li gorî me rêya çareseriyê Rêya Sêyemîn e. Li gel HDP’ê, ji hêla siyasetê ve em di esasê xwe de xwe weke parastvanên Rêya Sêyemîn pênase dikin. Ji hêla poîtîk ve em li ser vê xetê ne.”
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

16/03/2023
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike