Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e

img
AGIRÎ - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî ku Agiriya agirê Newrozê lê hate vêxistin axivî, diyar kir ku li dijî krîza li welat çareserî Rêya Sêyemîn e û anî ziman ku mûxatabê rêya çareseriyê û xwediyê rêyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
 
Bi hezaran kes beşdarî Newroza ku li Parka Newrozê ya Agiriyê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pêk hat bûn. Welatiyên ji gelek gund û taxên girêdayî bajêr di saetên serê sibê de ketin qadê. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70 salî gel tev li bûn, tevlibûna jinan û ciwanan a zêde balkêş bû. 
 
Gelê Agiriyê ku bi kiras û fîstan û şel û şepikên xwe tev li Newrozê bûn her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Newroz Pîroz Be” qîr kirin. Li qadê li gelek cihan pankartên “Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê Ye” û “Her der Newroz, her dem azadî” û alên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin daliqandin. Ji bilî bi hezaran welatiyan parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, parlamenterên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdûllah Koç, Platforma Şaxan a Konfederasona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. 
 
Bernameya Newrozê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de di erdhej û Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de bi hezaran dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a ewilî li vir axivî, diyar kir ku pereyên di çarçoveya baca erdhejê hatin komkirin ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve ji bo gelê kurd tune bikin hatin bikaranîn û wiha got: “Gel li herêma erdhejê birçî û tî hate hiştin. Bacên gel ji bo gelê kurd ji holê rakin ji bo budçeya şer hate xerckirin.” 
 
‘NEWROZA HESAP PIRSÎNÊ’  
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku partiya wan û gel bi vîneke mezin, eşqa têkoşînê û biryardarî qadên Newrozê dagirtin û agirê Newrozê vêxistin. Temellî, destnîşan kir ku agirê Newrozê agirê berxwedan, têkoşîn û hesab pirsînê ye û wiha got: “Êş, hêrs, keser û serhildana me mezin e. Di erdhejê de 50 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Desthilat şûna ku hesabê bi de hewl dide pergala xwe ya talanê li ser piyan bihêle. Dema ku dawî li vê desthilata zordar bê anîn hatiye.”
 
‘DEM DEMA LI DIJÎ MIRINÊ PARASTINA JIYANÊ YE’ 
 
Temellî, destnîşan kir ku hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji şer re tê xerckirin û pereyên erdhejê ji bo tank, top û fîşekan tên xerckirin. Temellî, bi lêv kir ku rojê bihayê 5 milyon dolaran fîşekên topan li dijî kurdan tên bikaranîn û wiha got: “Ji ber ku ev dijminên kurd in û hewl didin desthilata xwe bi kuştina kurdan bidomînin. Şûna ku ji mirovan re stargehên baş çêbike êriş Başûr û Rojava dike. Em naxwazin bimirin dixwazin bidin jiyîn. Kesên van qadan tejî dikin ew ên ku ji bo domandina jiyanê li hev dicivine. Li dijî mirinê dem dema parastina jiyanê ya bi hev re ye. Tiştekî ku AKP bide vî welatî nema ye. Hemû çavkaniyên welat xelas kirin. Madem we mase qeliband we heq kiriye ku di bin wê maseyê de bimînin.”
 
‘ÇARESERÎ RÊYA SÊYEMÎN E’ 
 
Temellî, destnîşan kir ku li dijî krîza li welat çareserî Rêya 3’yemîn e û muxatabê rêya çareseriyê û xwediyê rê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em çareseriyê bixwazin muxatab Birêz Ocalan e. Heta ku pirsgirêka kurd çaresre nebe wê tiştek bi rê de neçe. Werin em bi hev re ji bo çareseriya vê pirsgirêkê gavekê biavêjin. Çareserî bi muxatabê wê re tê çareserkirin. Ji bo ku bi muxatab re çareserî pêk wree navnîşana çareseriyê Meclis e. Werin em bi hev re Meclisê veguherînin Meclisa Tirkiyeya demokratîk. Yekane daxwaza gelê Mezopotamyayê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çareserî ye.”
 
‘EM Ê SERBIKEVIN’
 
Temellî, têkildarî hilbijartina 14’ê gulanê de jî ev tişt gotin: “Em ê li Kurdistanê serbikevin û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi desthilata AKP’ê û MHP’ê bidin windakirin. Em ê wan ji vir paqij bikin. Wê di sindoqa Meclisê de HDP Tifaqa Ked û Azadiyê qezenç bike di sindoqa din de jî faşîzmê hilweşînin. Bi saya vê wê hiqûq, edalet û xizanî bi dawî bibe. Ev pergala tecrîdê dê bi dawî bibe.”
 
 Piştî axaftinên hatin kirin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” agirê Newrozê vêxist. 
 
Bername bi stranên kurdî û tirkî yên Koma Dengê Meyman gotin bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

23/03/2023
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’