Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye

img
AMED - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Newroz vîna çareseriyê ye û wiha got: “Deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan ji bo roja me jî derbasdar e.” 
 
Li Amedê fînala Newrozê tê pîrozkirin. Hêrs û serhildana di pîrozbahiya Newrozê de her ku diçe zêdetir dibe. Herikîna ber bi Qada Newrozê ve hêj berdewam e. Dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” li qadê olan dide. Berstûhk û posterên Amedsporê ku rastî êrişa nîjadperest hatibû li qada Newrozê balê dikişînin û peyamên piştevaniyê tên dayîn. 
 
UÇAR: DILÊ HER KESÎ LI VÊ DERÊ LÊ DIDE
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar Newroza gel bi zaravayê kirmanckî pîroz kir û wiha got: “Merhaba gelê Newrozê yê hêja. Newroza me bila wesîleya jiyaneke azad, pêşerojeke azad û serdemeke hilweşandina rejîma yekzilam. Newroz, Amed e. Berxwedana gelê Amedê Newroz e. Îro bi hezaran rêhevalên me yên li sirgunê û li çar aliyên cîhanê gel Newroza Amedê dişopînin. Dilê her kesî li vê derê ye. Ji her çar aliyên cîhanê dilê her kesî li Amedê lê dide.” 
 
NEWROZA HER KESÊN TÊKOŞÎNÊ DIRÊSIN PÎROZ BE 
 
Bi domdarî Uçar ev tişt anî ziman: “Newroza hemû jinê li dijî tundiya mêrê serdest têdikoşin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji xwe re kirine rêber, pîroz be. Newroza her kesên li dijî talankirina xwezayê têdikoşin û xwezayê diparêzin pîroz be. Newroza hemû berxwedêrên îro ji ber têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê di zindanan de ne, pîroz be. Di serî de gelê kurd, Newroza hemû gelên li dijî pişaftinê û înkarê têdikoşin û ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin, pîroz be. Newroza hemû kesên tevî zextan jî li dijî rejîma yekzilamî têdikoşin, pîroz be.” 
 
GEL PIR ZÛ DE FATÛREYA ÎKTÎDARÊ BIRIYE
 
Di berdewamê de Uçar got ku Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me pir zû de fatûreya îktîdarê biriye. Dê biçin û em ê wan bişînin. Erdheja bi serê me hatî ne tenê karesateke xwezayî bû. Ji ber ku îktîdarê tevdîr negirtin, ji ber ku çavên xwe li rantê girtin û ji ber ku bacên erdhejê pêşkeşî alîgirên xwe kirin, erdhej veguherî karesatê. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Tevî hemû zext û astengkirina jî gel piştevaniyeke civakî birêxistin kir. Vê jî nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e. Ev serdema nû jî rêbera me ye. Dê 14’ê gulanê bibe dawiya siyaseta îktîdara AKP’ê û Rêya Sêyemîn meşa xwe bidomîne. Weke Partiya Çep a Kesk em soza vê didin.” 
 
‘NEWROZ ÎRADEYA ÇARESERIYÊ YE’
 
Uçar, got ku Newroz vîna çareseriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di esasê xwe de Newroz vîna çareseriyê ye. Di Newroza 2013’an de tam li vê qadê, li Amedê deklarasyona birêz Ocalan hate xwendin. Wê demê li vê qadê got ku dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigire û bersiv dabû îktîdar û dewletê. Ew deklarasyon hêj îro jî derbasdar e. Newroza Amedê ya ku em îro dibînin, hem li dijî şerê tê meşandin û hem jî li dijî tecrîda girankirî nîşan dide ku ji bo çareseriyê ber bi dawiyê vê tên. Ev qad berpirsyartiyê li xwe digire. Bila sala 2023’yan bibe sala Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke bê tecrîd û bê şer.”
 

Sernavên din

23/03/2023
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’