Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin

img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehliyekirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehliyekirin. Danişîna doza Bayindir ku ji ber tev li 14 çalakî û aktivîteyan bûye û derbarê wî de îfadeya “şahidê veşartî” heye heta 15 salan ceza jê re tê xwestin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate li darxistin. Di danişînê de parêzerên Bayindir Mûharrem Şahîn, Yûnûs Mûratakan û Bûrhan Arta amade bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Dersîm Dag, Nûsrettîn Maçîn, Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û gelek rêxistinên sivîl ên civakî tev li danişînê bûn. 
 
Bayindir ê li dijî sûcdariyan parastin kir, bi bîr xist ku di meha Kanûnê de ew û 14 hevserokên bajaran ên partiya wî hatin binçavkirin û anî ziman ku doza di encama vê operasyonê de hate vekirin bêhiqûqî ye. Bayindir, destnîşan kir ku lêpirsîna li dijî hiqûqê hatiye vekirin, nêrîna li dijî pirsgirêka kurd dide nîşandan û wiha got: “Gelê kurd sed sal in li dijî înkar û îmhayê têkoşîna xwe didomînin. Bi rê û rêbazên cuda ev pêvajo tê domandin û ferzkirin. Siyaseta kurd li dijî van polîtîkayan bêçare nemaye û têkoşiyaye. Komara Tirkiyeyê cesaret nekiriye ku pirsgirêka kurd çareser bike. Ev pirsgirêk sed sal in didomin. Em her çiqas weke pirsgirêka kurd bi nav bikin jî esas ev pirsgirêka avakirina komarê ye.”
 
‘TEMAMÊ DAXUYANIYAN LI GORÎ HIQÛQÊ YE’
 
Bayindir, anî ziman ku têkoşîna ku siyaseta kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dide li gorî hiqûqê ye û wiha berdewam kir: “Êrişên li dijî têkoşîna me dij hiqûqî ne. Îdiayên derbarê min de ji cidîyetê dûr in. 14 daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc tên araste kirin. Ez weke Hevserokê Giştî yê DBP’ê tev li van daxuyaniyan bûm. Temamê daxuyaniyan li gorî hiqûqê ye. Yek ji van jî sûc nîne. Ji ber beyana şahidê veşartî a di dosyayê de derbarê min de lêpirsîn hate vekirin û derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayîn. Di îfadeya şahide veşartî de ne cih ne dem ne jî tiştekî din heye. Derbarê min de arşîvek hatiye amadekirin, şahidê veşartî jî di vê çarçoveyê de îfade daye. Îdiayên wî razber in. Li gorî min ji fezlekeya miduriyeta polîsan pêk tê.”
 
DOZGER XWEST GIRTINA WÎ BERDEWAM BIKE
 
Piştî parastina Bayindir dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest girtina Bayindir berdewam bike. 
 
Parêzerê Bayindir Mûharrem Şahîn ê li dijî mutalaaya dozger parastin kir, diyar kir ku heke çalakiyên muwekîlê tev li wî bûn sûc bin, çima piştî çalakiyê lêpirsînek nehatiye vekirin û evqas hatiye sekinîn. 
 
‘NAVÊ VÊ DERÊ KURDISTAN E’ 
 
Şahîn bi bîr xist ku muwekîlê wî ji ber gotina “Kurdistan” jî tê sûcdarkirin û wiha got: “Bixwazin qebûl bikin, bixwazin qebûl nekin navê vê derê Kurdistan e. Ev bi awayê dîrokî jî wisa ye. Ev bi awayê hiqûqî ne rewşeke ku bibe sedemê ceza.” Şahîn xwest ku muwekîlê wî were berdan. 
 
‘SIYASETMEDAR ÇI DIKE?’
 
Parêzer Bûrhan Arta jî dazanîn ku beriya lêpirsîna tê qalkirin bi muwekîlê xwe re çûne miduriyeta polîsan û ji ber îdiayên cuda îfade dane û gumana revînê ya muwekîlê wî nîne. Arta, destnîşan kir ku muwekîlê wî bi tevlibûna şermezarkirina xistina parlamenteriyên Mûsa Farîsogûllari û Leyla Guvenê tê sûcdarkirin û wiha got: “Ez ji we dipirsim heke siyasetmedar ve neke dê çi bike? Dê biçe qehweyê okeyê bilîze?”
 
‘ÎDIAYA QATA JÊRZEMÎNÊ HEYE LÊ EW QAT TUNE YE’ 
 
Arta, anî ziman ku muwekîlê wî bi tevlibûna aktîvîteyên pîrozbahiyê yên partiya wî yên piştî hilbijartinê jî tê sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “AKP’î, MHP’î û CHP’î jî vê yekê dikin, derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin? Li vir DBP tê darizandin. DBP bi dayîna perwerdehiyê tê sûcdarkirin. AKP û MHP vê nakin? Qadroyên xwe perwerde nakin? Tê îdiakirin ku odeyeke kozmik a DBP’ê heye: Polîs piştî 3 mehan bi ser de digire, odeyeke wisa derket holê? Tê gotin ku di jêrzemînê de perwerdehiyên rêxistinî û civîn hatine kirin. Jêrzemîna DBP’ê tune ye. Dadgehê ev yek qet lêkolîn kir?”
 
Parêzer Yûnûs Mûratakan jî anî ziman ku mafê muwekîlê wî yê civîn û xwe pêşandanan, azadiya îfade û raman hatiye binpêkirin û wiha got: “Tenê Keskîn Bayindir li vir nayê darizandin, partiya siyasî ku beşeke civakê ya mezin deng didê tê darizandin.” Mûratakan dazanîn ku lêpirsînên derbarê partiyên siyasî de peywîra Serdozgeriya Komara Dadgeha Bilind e lê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê bi rê ve birin.
 
BIRYARA BERDANÊ 
 
Dadgehê piştî parastinan navbereke kurt da û biryara tehliyekirina Bayindir da. 
 
 

Sernavên din

23/03/2023
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’