Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin

img

ENQERE - Nûnerên partiyên di Tifaqa Ked û Azdiyê de cih digirin diyar kirin ku di hilbijartinan de berpirsyariyeke dîrokî bi cih anîn û wiha gotin: “Em ê vê pergalê biguherînin. 

 
Tifaqa Ked û Azadiyê ya têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê helwesta xwe aşkere kirin, deklare kir ku wê ji bo hilbijartina serokkomariyê namzet dernexînin. Tifaqa Ked û Azadiyê, diyar kir ku li dijî pergala yek zilamî wê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin û hesabê bipirsin.
 
EHP: DIVÊ EM BIBIN YEK 
 
Piştî deklarasyona hevpar nûnerên partiyan jî axivîn. Serokê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) ê Giştî Hakan Ozturk, anî ziman ku peywîrên xwe yên dîrokî wê bi cih bînin û wiha got: “Rewşa welat li ber çavan e. Ji bo em pergala yek zilamî bi dawî bikin divê em bibin yek. Me helwesta xwe aşkere kir. Ji bo demokrasî were vî welatî û azad bibe, ji bo çîna karkeran bigihe mafên xwe, ji bo jinan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tişta ji destê me bê em ê bikin. Ji bo ku em van bi cih bînin tişta ji destê me tê em ê bikin. Me gaveke girîng li vir avêt.”
 
EMEP: EM Ê JI ERDOGAN RE BÊJIN OXIR BE
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî diyar kir ku helwesta wan ne tenê vîna Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Tifaqa me ji ber Serokkomariyê û erdhejê bi rêxistinên kedê û pîşeyî, bi milyonan re li kargehan, li zeviyan hevdîtin kirin û ev vîn nîşan da. Tişta ji bo me esasî bi dawîkirina Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, li kedkaran, li karkeran, li jinan dikin. Em ê yek zilamî bi hev re bişînin. Di avakirina ji nû ve ya Tirkiyeyê de bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn. Em ê vê bi hev re nîşan bidin. Em ê di 15’ê gulanê de vê nîşan bidin. Dema em bibêjin ‘Oxir be Erdogan’ em ê yê biçe oxir bikin lê ya tê jî em bi xwe dê ava bikin. Pêşeroja Tirkiyeyê wê Rêya Sêyemîn diyar bike. Em ê bi hev re serbikevin wê gel serbikevin.”
 
SMF: ME BIRYAR DA KU EM NAMZET DERNEXÎNIN
 
Berdevkê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû têkildarî helwesta xwe ya namzetan wiha got: “Me beriya erdhejê gotibû em ê namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê diyar bikin lê di encama vê pêvajoyê de me biryar da ku namzetê xwe derxînin. Em difikirin ku dernexistina namzetê serokkomariyê wê ji Tifaqa Ked û Azadiyê re baş be. Em ê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomînin.”
 
TÎP: VÎNA JI NÛ VE AVAKIRINÊ 
 
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş Tifaqa Ked û Azadiyê weke tifaqa jin, kedkar û gelên Tirkiyeyê ku li dijî rejîma qesrê têkoşîna herî bi biryar dimeşînin bi nav kir û got: “Me got ku haya me ji berpirsyariya me ya dîrokî heye û em ê li gorî wê biryarê bidin. Ya ku me îro anî ziman ev bû. Tifaqa Ked û Azadiyê yek ji vîna herî xurt a ji nû ve avakirina vî welatî ye. Ev daxuyanî beyana vînê ye. Bangek li Tirkiyeyê ye, bang li hemû welatiyan e ku vê têkoşînê mezin bikin. Banga berpirsyariyê li hemû mûxalîfan e. Ev roj ne ew roj e ku em tu kesek xwe, partiya xwe, tifaqa xwe bifikire; Roj ew roj e ku ji bo ji vê tarîtiyê rizgar bibe divê welat tevkariyê bike. Ev îrade ji bo welat ji vê rejîmê rizgar bibe gaveke bi hêz e. Bi biryardarî û hêviya afirandina jiyaneke nû we hemûyan silav dikim.”
 
TOP: PEYWÎRA ME WÊ PIŞTÎ HILBIJARTINAN DEST PÊ BIKE
 
Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, ketin pêvajoyeke ku Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsyartî girtiye ser xwe û wiha got: “Em wek Tifaqa Ked û Azadiyê di 24’ê îlonê de ji bo aştiyê ketin rê. Pêwîste em vî welatî ji nû ve ava bikin û ji bo vê yekê me dest bi têkoşînê kir. Em di serdemeke krîtîk de ne, ketin pêvajoya hilbijartinê. Em ê welat ji nû ve ava nekin, lê em gaveke girîng diavêjin. Me biryareke girîng da ku vî welatî ji çeteyên ku welat di destê xwe de digirin û welat talan dikin rizgar bikin. Piştî vê hilbijartinê wê peywîra me dest pê bike. Em ê li Tirkiyeyê têkoşîneke ku jin, destgirtî û kurd karibin lê bicivin, ava bikin. Di 14’ê Gulanê de û wêdetir em ê vî welatî bi gelê xwe re ava bikin.”
 
HDP: KEDA GELÊN TIRKIYEYÊ HEYE
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ev tişt gotin: “Her kes qebûl dike ku hilbijartinên 14’ê gulanê di dîroka Tirkiyeyê de yên herî krîtîk in. Me helwesta xwe beriya sal û nîvan aşkere kiribû. Ji wê demê û vir ve me polîtîkayeke zelal meşand û xeteke durist şopand. Erdhejê em hemû bi hilweşîneke mezin re rû bir û hişt, ev hilweşîna ku di erdhejê de derket holê ne encameke xwezayî ye, divê weke berpirsyartiyeke siyasî bê dîtin. Me nêzîkatiya xwe ya derxistina namzetiyê ji nû ve nirxand. Me di vê pêvajoyê de bi hêzên xwe yên tifaqê, bipartiyên xwe re, hêzên demokrasiyê re hevdîtin kirin. Îro helwesta me derket holê. Li vir tevkariya hemû hêzên demokrasiyê heye. Stratejiya me zelal e em ê vê desthilatê bişînin. 
 
EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN 
 
Em ê pergalê biguherînin, ev li dijî gelên Tirkiyeyê berpirsyartiya me ya dîrokî ye. Avakirina pêşerojek demokratîk û azad û aştiyeke mezin encax bi têkoşîneke hevkar pêkan e. Sedema biryara me ya nederxistina namzet ev e. Tifaqa Ked û Azadiyê dê li Tirkiyeyê bibe hêza pêşeng a vê veguherînê. Lê belê tifaqa herî berfireh a demokratîk ji bo ji nû ve avakirina welêt girîng e. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Ji bo bibe hêza motor a vê veguherînê divê Tifaqa Ked û Azadiyê bi rengekî herî xurt li parlamentoyê be. Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê vê hêzê bişînin, em ê bi hev re vê pergalê biguherînin. Bila rêya me vekirî be.”
 
 
 
 

Sernavên din

23/03/2023
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’