Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî

img
ŞIRNEX - Xeyic Tatli ku keça wê li Rojava jiyana xwe ji dest da û kurê wê jî du sal beriya niha piştî ket hêzên PDK'ê û careke din agahî jê nehat girtin diyar kir ku keç û kurê wê çûn lê qasî tayên porê wê ciwan dan pey doza wan û got: "Daxwaza min ew e ku beriya ku bimirin tirbeya wê bibînim. Bi hezaran dayikên weke min hene.”
 
Xeyic Tatli ya 70 salî ji navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Keça wê ya herî biçûk Negrîn Tatli (Roza Serhat) di sala 2012'an de tev li PKK’ê dibe. Tatlî ya ku li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê tekoşîneke bêhempa dide, di sala 2015'an de dema ku amadekariya tevlibûna operasyonekî dikir di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tatli li Rojava hat definkirin. Daxwaza dayikê ew e ku carekî biçe Rojava û serdana gora keça xwe bike. Piştî keça wê diçe vê carê jî kurê wê yê herî biçûk Ayhan Tatli (Wargeş Çavreş) tev li PKK'ê dibe. Tatli di 26'ê tirmeha 2021’ê de bi hevalên xwe Erdal Aslan (Serwer Serhat) û Mahmut Xelef (Dijwar) re ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên dorpêçkirin û êrişî wan hatiye kirin. Ev salek û 9 meh in ku ji Tatli bi tu awayî agahî nayê girtin. 
 
Xeyic Tatli bi wê heviyê dijî ku kurê wê sax be û dema behsa zarokên xwe dike, keliyekî xemgîn dibe û keliyekî jî bi serbilindî qala tekoşîna keç û kurê xwe dike.
 
'NEWROZ WÊ TÎNE BÎRA MIN'
 
Xeyic Tatli anî ziman ku zarokên wê tu carî neheqî qebûl nedikirin û wiha got: "Min keçek hebû nedihat vegotin. Xwîşikbûna hemû dinyayê di wê de hebû. Ewilî Negrîn tevlî bû û piştî wê jî Ayhan çû. Negrîn keça min a biçûk bû. Ayhan jî kurê min ê biçûk bû. Ji ber ku ew her du jî biçûk bûn, ez bêtir bi wan ve girêdayî bûm. Negrîn carekî ji min re got,' Yadê te çawa zanî ku tu min vî navê Negrîn bi nav bikî?' Keyfa wê gelek ji navê wê dihat. Keça min çû. Lê ne tenê keça min çûye. Hevalên min gelek in. Ez ne bi tenê me. Dema ku çûn jî ez giriyam lê min nekir hawar.Kesekî bi zorê nebirin, bi îradeya xwe çûn û ji ber wê jî keyfxweşim. Ez pir beriya wan dikim. Kezeba min pir têşe. Dema ku Newroz nêzîk dibe ew tê bîra min.  bîranîneke Negrina min tê bîra min. Rojekî Newroz bû. Ji min re got,' ez ê biçim Newrozê' min jê re got,' tu naçî Newrozê' dema ku min jê re got tu naçî giriya. Min jî jê re got, 'ez ê te bişînim Newroza Êlîhê' gelek keyfxweş bû. Got, 'Newroza Êlîhê ji ya Hezexê xweştire'. Min soz daye ku ez ê wê bişînim Newrozê, lê çû û êdî nevegeriya."
 
'XWEZÎ MIN CAREKÎ TIRBEYA WÊ BIDÎTA'
 
Tatli diyar kir ku daxwaza wê ya sereke ew e ku carekî biçe ser gora keça xwe û wiha axivî: " Li binxetê Negrîn dema ku tevlî operasyonekî bibe êşa dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Min nedît lê ji me re wisa hat gotin. Cenazayê wê ji min re nehat. Min gelek hez dikir ku cenazeyê wî binim vê derê defin bikim lê derfet çênebû û cenazeyê wê di bin xetê ma. Berî ku ez bimirim, ez dixwazim biçim ser gora keça xwe û dua bikim. Xwezî min beriya wê tirba Negrîna xwe bidîta min tişteke din nedixwest. Lê ez nikarim biçim binxetê. Ma ji ber van sînoran ez ê çawa biçim?  Malbata min jî binxetê ye. Lê ez nikarim biçim. Bi hezaran dayikên weke min hene. Ez ne bi tenê me. Hin dayikan cenazeyên zarokên xwe, qetek cilên wan jî neditine. Ma ez ji wan çêtirim? Dibêjim qe nebe gora wê heye û bi vî awayî ez xwe tatmîn dikim. Ez bi Negrîna xwe serbilind im. Heçiyê ku doza wê de dimeşe behsa wê dike. Ez bi vê yekê serbilind dibim. Min bi çavên xwe gelek ditin. Min 6 zarokên xwe veşartin û min 6 bira jî veşartin. Gelo tiştek ji vê zehmetir heye?" 
 
'NEGRÎNA MIN ÇÛ Û PIŞTÎ WÊ BIQASÎ TAYÊ PORÊ MIN NEGRÎN ÇÛN' 
 
Tatli di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hêviya rojên azad her tim dilê wê şad dike û got: "Em dixwazin ku ev şer bisekinin. Em zarokên xwe û heval û hogirên wan bibînin. Jiyaneke azad û aram bi hev re bijîn. Xwedê vê xwînê bisekinîne. Negrîna min çû lê piştî wê bi hezaran kes biqasî tayê serê me Negrîn tev li bûn û di vê dozê de cihê xwe girtin û digirin. Xwedê kurdan hilîne û dijmin biqelîne. Tu hêviya ji dijminan nîne. Dijmin dê çawa ji me re bibe dost nizanim. Lê em bi hêvî ne ku dê carekî dayikên kurd bi zarokên xwe re jiyaneke azad bijîn û baweriya min bi vê heye."
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2023
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN