Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane

  • rojane
  • 09:51 11 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Aborînas Îzettîn Onder diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn care bûtçe ewqas li kêmiyê dide û di rewşeke wiha de hilbijartin tê lidarxistin. Onder, wiha got: “Polîtîkayên di bin navê ‘başkirinê’ de tên meşandin, tenê hewldanên xelaskirina rojê ne.”  
 
Ji ber polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Di rewşeke wiha de Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe. Aborînas Îzzettîn Onder têkildarî rewşa aboriyê û rewşa texmînî ya piştî hilbijartinê bi ajansa me re axivî. 
 
HILWEŞÎNA CIVAKÎ
 
Onder, diyar kir ku krîza aborî ya li welêt roj bi roj kûrtir dibe û ev tişt anî ziman: “Vê krîzê, bi xwe re hilweşîneke civakî jî anî. Vê hilweşînê bandor li hemû qadên jiyanê kiriye. Krîz, weke tenê li qada aboriyê bê tê fêmkirin lê di esasê xwe de hilweşîneke ewqas kûr e ku bandoreke civakî çêdike. Heta di vê pêşveçûna sext a aboriyê de bandorên xwezayê jî derdikevin holê. Lewma jî bandoreke giran li ser psîkolojiya mirovan dike. Ji mirov heta xweza, tevger û heta zanist û hiqûq, tevahiya saziyên civakî gelek zêde ji hêzê dikevin. Lewma dema dema ji vê re krîz tê gotin divê mirov tenê weke ‘tengijînên aborî’ lê nenihêre. Ji fealiyetên sporê yên navneteweyî heta fealiyetên akademîk û polîtîk, Tirkiye di hemû qadan de paşve dimîne. Ji her alî ve paşve dikeve. Ji ber vê yekê ez weke hilweşîneke kûr pênase dikim.” 
 
KRÎZA PERGALÊ
 
Bi domdarî Onder diyar kir ku gelek sedemên krîza heyî hene û ev nirxandin kir: “Roj bi roj kûrbûna krîza heyî yekser têkiliya xwe bi pergala serokatiyê heye. Rewşa heyî, krîza pergalê ye. Li seranserî cîhanê krîzek heye û bandora vê krîzê li me dibe. Tirkiyeyê dikariya xwe ji vê krîzê xelas bike. Lê pergala serokatiyê ya ku Tirkiyeyê di demên dawî de hilbijartiye, li tu deverên cîhanê nîne. Ev, pergal dike ku krîza heyî kûrtir bibe. Ji ber ku ji aboriyê heta siyasetê, li gelek qadan biryar ji hêla kesekî ve tên dayîn û xeletî tên kirin. Ji ber van xeletiyan jî aborî derbekî giran dixwe û hildiweşe.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Di berdewamê de Onder destnîşan kir ku bûdçeya di bin navê polîtîkayên “ewlekariyê” de ji şer re tê veqetandin, aboriya Tirkiyeyê pir zêde qels dike û wiha domand: “Ev yek jî di polîtîkaya îktîdarê ya li dijî pirsgirêka kurd de xwe dide der. Îktîdar, di mijara pirsgirêka kurd de ji çareseriyê zêdetir xwe li ser siyaseta şer xweyî dike. Dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin ji ber ku ev pirgirêk bi kêrî îktîdarê tê. Weke tiştekî ‘şer’ dide nîşandan û dibêje; ‘Lê binêrin li wir dijminek heye, werin xwe bispêrin min.’ Ev çîrok, çîrokeke dilêşe. Weke mînak; heke bi bîra we jî were di hilbijartinên 2015’an de HDP’ê rêjeyeke bilind a dengan wergirt û kete Meclisê. Piştre çi bû? Weke mînaka kuştina 2 polîsan a li Kaniya Xezalan, dewletê hinek tişt ajîte kirin. Di dawiya dawî de partiyek ketiye Meclisê. Gelo ev kes çi dixwazin, ka li gel rûnin û bipirsin. Tiştên tên xwestin çiqas li gorî Destûra Bingehînin. Belkî jî bi lihevkirineke civakî were çareserkirin. Lê ji bo vê divê mirov ji ewil biaxive. Gotina ‘em axivîn lê çênebû’ tiştekî cuda ye û lê neaxivîn ji bilî cahiltiyê tiştekî din nîne. Divê mirov derketina çiyê jî bi vî awayî binirxîne. Ma dê kesek çima li gorî keyfa xwe derkeve çiyê, ji malbata xwe dûr bikeve, ma dê çima wisa bijî?  Demekî azadiya wî ya xweîfadekirina polîtîk nîne, hatiye astengkirin û hewl dide wê astengiyê derbas bike. Divê ew astengî werin rakirin û bê axaftin lê îktîdar vê nake. Ji ber ku bi xweşiya îktîdarê diçe.”
 
AKP DI NAVA HEWLDANÊN ROJANE DE YE
 
Aborînas Onder got ku êdî tu giraniya îktîdarê nemaye ku aboriyê araste bike û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên aboriyê yên heyî dê ji bo demekî dirêj tu serkeftinan bi xwe re neyînin. Polîtîkayên di bin navê ‘başkirinê’ de tên pêşkeşkirin, girêdana xwe bi hilbijartinê re hene û polîtîkayên ji bo xelaskirina rojê ne. AKP, ji ber neçariya xwe di nava hewldanên rojane de ye. Weke mînak; bi rêyên cuda hewl dide dovîzî neguher bigire. Heke AKP’ê îro pereyeke zêdetir dabe û vî pereyî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyan xizmet ji welatiyan re kiribe, ma hewce dike mirov bi vê rewşê keyfxweş bibe? Wê demê jî divê mirov wiha bifikire; ‘Heke wî pereyî ez îro keyfxweş kiribim, wê demê çima 2 meh beriya hilbijartinê hate dayîn? Heke du meh berê bihata dayîn ez ê bêhtir keyfxweş bûbûma. Demekî beriya vê guhê wê li ser sermayeyê bû. Ê wê demê ev tê wê wateyê ku ji min dengan dikire. Di esasê xwe de ev hewldaneke bêexlaq e. Ne bêexlaqiya hemwelatiyan lê ya siyasetê ye. Lê deng, weke encama xizmeta ji gel re hatiye kirin tê dayîn. Lê pergala kapîtalîst ne li gorî exlaqê lê li gorî bertîlê dimeşe. Dema kêmtirîn mûçeyê dide, wê demê dikire. Lewma divê mirov bizanin ku ew nayên firotan û keda wan nayê firotin û tercîha xwe li gorî vê bikin.” 
 
DÊ BÛDÇE BÊHTIR LI KÊMANIYÊ BIDE
 
Onder, bi lêv kir ku li welêt yekemîn care ku bûdçe ewqas li kêmiyê dide û axaftina xwe wiha qedand: “Bi nêzbûna hilbijartinê re ev kêmanî dê hêj bêhtir bibe. Ji ber ku hêj demek heye. Ji bo qezenckirina hilbijartinê dê hêj gelek hemleyên din bike. Zêde behs nakin lê dibe ku Fona Varlikê gelek kêmiyê dabe. Îktîdar an jî partiyeke din, kîjan tifaq bibe îktîdar karê wan pir zehmet e. Kî jî bibe îktîdar an dê serî li polîtîkaya şidandina kemberê yan jî dê polîtîkaya şidandina kemberê li gel ÎMF’ê têxe rojevê.” 
 

Sernavên din

11/04/2023
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan