Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir

  • jin
  • 11:30 11 Nîsan 2023
  • |
ENQERE - Partiya Çepên Kesk nasandina namzedên xwe yên parlamenterên jin kir. Partiya Çep a Kesk da zanîn wê li parlamentoyê temsîliyeta herî mezin a jinan pêk bînin. 
 
Partiya Çepên Kesk danasîna danasîna nazmetên parlamenteriyê yên xwe yê jin dike. Lansmana danasînê li Navenda Giştî ya Odeya Endezyarên Înşaetê hat lidarxistin. Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nûnerên jin ên partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û nûnerên jin ên rêxistinên sivîl tev li merasîma danasînê bûn. 
 
Di merasîmê de sînevizyon hat pêşandan û bi tilîlî, çepikan dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. 
 
'EM NASNAMEYA JINAN LI GEL HEV IN’ 
 
Di civîna danasînê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar ewilî axivî û da zanîn ew bi hemû cudahiyên xwe li gel hev in û got: "Hevalên me yên têkoşînê me bi tenê nahêlin. Ew ê tecrubeya wan ji bo serdema nû ji me re bibe fêdeyek. Wê rêhevaltiya me bi awayekî xurt dewam bike. Em bi nasnameya xwe ya jinê li gel hev in. Em kurd, elewî, tirk, çerkez, ereb, penaber, karker in. Bila rêya me hemûyan vekirîbe."
 
'EM Ê REJÎMA YEK ZILAMÎ HILWEŞÎNIN’ 
 
Ûçar anî ziman ku wê jinên Partiya Çepên Kesk rejîmê biguherînin û wiha axivî: “Em ji bo mexdûrên erdhejê û ji bo jinan jiyaneke nû ava dikin li vir in û soza me ji bo wan heye. Em ji bo Pinar Gultekin, Şule Çet, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Gulistan Doku, Yeldane Kahirman, Nadire Kadirova, Nagihan Akarsel û gelek jinên din ên hatine qetilkirin li vir in. Li dijî talana xwezayê em li vir in. Em ji bo hemû jinên tên mexdûrkirin li vir in."
 
EM Ê DAWÎ LI POLÎTÎKAYA TECRÎD Û QEYÛMAN BÎNIN
 
Ji bo em kesên keda jinê binpê dikin biguherin li vir in. Ji bo heqdestê wekhev em li vir in. Ji bo em dawî li tecrîd û polîtîkayên qeyûm bînin em li vir in. Ji bo em temsîliyeta wekhev mezin bikin em tên. Em ê destkeftiyên wekî hevserokatî, hevberdevkiyê mezin bikin em li vir in. Ji bo em Peymana Stenbolê têxin meriyetê û dawiyê li rejîma yekzilamiyê bînin em li vir in. Wê dirûşma 'Dîsa jin dîsa jiyan be'."
 
SILAV JI GIRTIYÊN SIYASÎ RE ŞAND 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got: "Filîz, Ayşe, Fatma, Huda, Dîlan, Remziye, Oya, Şevîn û hevalên din wê serdemê ne li gel me bin lê belê wê piştgiriyê bidin têkoşîna me, em siyasiya wan dikin. Belkî yên min navê wan ji bîr kiribe hebe lê belê yên wê îsal nekevin parlamentoyê jî wê bi têkoşîna me re bin."
 
Berfirehiya axaftina Bûldan wiha ye: 
 
"Hemû jinên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan em ji bo wan rehmetê dixwazin. Kesên di bin bandora erdhejê de man ji aliyê AKP'ê ve terkî qedera xwe hatin kirin.  Îktidara AKP-MHP'ê dijminatiye jinê kir. Biryara xwe wekî jin em ê bi xwe bidin. Kesek nikare dest kinc, makyaja me bidin û em ê çend zarokan bînin, kes nikare biryara vê bidin. Em ê biryarê bidin.
 
EM PARTIYEK MEZIN A JINAN E 
 
Em jinên ku bi vîna xwe ya azad li ber xwe didin û biryarên xwe digirin, têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Di heman demê de em partiyeke mezin a jinan e ku ji bo 14’ê Gulanê bi coş û îradeyek mezin têdikoşîn û amadekariyên xwe kirin ku îktidarê bişînin. Her çendî hewl bidin HDP’ê bigirin jî, em ê heta 14’ê Gulanê bi şev û roj bixebitin û bi navnîşana xwe ya Partiya Çepên Kesk re nûnertiya herî xurt li Meclisê bikin. Her kes wê bibîne ku Partiya Çepên Kesk wê bi nûnertiya herî mezin a jinê cihê xwe di Meclisê de bigire. Em xwe amade dikin ku bi rêjeya ji sedî 45 biçin parlamentoyê.
 
EM Ê LI BER DOZA GIRTINÊ RABIN 
 
Yên ku ji me dixwzin em îro ji bo doza girtina HDP'ê parastina devkî bikin bila bizanibin ku em bi hemû hevalên xwe yên jin re li vê salonê parastina devkî dikin. Em bi mîlyonan li qadan dest bi parastina xwe ya devkî dikin. Heger hîleyên AKP’ê hebin gavên me jî hene. Me tu carî kesên deng dane me bê çare nehiştin e. Li hemberî van hemûyan em careke din bi hêza jinê,  bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa Kurdistanî re dibêjin em li vir in. Em ê careke din li vir bin. Careke din we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”
 
Piştî axaftinan navên namzetên parlementeriyê bajêr bi bajêr hatin xwendin û herêm bi herêm derketin ser dikê. 
 
Di dawiya bernameyê de jinên namzet wêneyê giştî girt. 
 
 

Sernavên din

11/04/2023
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan