Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin

  • ciwan
  • 11:40 12 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Ciwanên ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî xebatan dimeşînin, diyar kirin ku bi kelecan in ku dê desthilata AKP’ê bişînin û bang li hemû ciwanan kirin ku berpirsyariya dîrokî bigirin ser xwe. 
 
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di serê beşên civakî ku ji krîzên aborî, civakî û siyasî bi bandor dibin ciwan tên. Tê diyarkirin ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dora 7 milyonan ciwan wê cara ewil deng bi kar bînin. Ciwan plan dikin ku ji desthilata AKP’ê ya 21 salan ku di salên dawî de her cure tundî û zextan rewa dibîne re bêje “Bes e”. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek, endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Ozlem Ozdemîr û endama Ciwanên Emekê yên Partiya Kedê (EMEP) Ekîm Denîz Akarslan helwestên xwe ya têkildarî hilbijartinan nirxandin. 
 
BERPIRSYARTIYA CIWANAN
 
Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê gulanê weke pêvajoyeke dîrokî dibînin. Gorunmek, anî ziman ku weke ciwanan daxwaza wan a herî mezin şandina desthilatê ye û da zanîn ku bi bernameyên weke belavkirina belavokan, civînên gel ji niha ve vê kelecanê dijîn. Gorunmek, bi lêv kir ku weke ciwanan di ferqa berpirsyartiya xwe de ne û wiha berdewam kir: “Ciwan heta niha li hemberî zordarî, neheqî û zilmê sekinînin. Ciwan dê di vê hilbijartinê de jî berpirsyartiya dîrokî ya dikeve berê wan pêk bînin. Ciwan wê di ferqa vê berpirsyartiyê de têkoşîna xwe pêş ve bibin.”
 
ÇIMA PARTIYA ÇEPÊN KESK?
 
Gorunmek, destnîşan kir ku hêzên demokratîk ên di bin navê Partiya Çepên Kesk de dikevin hilbijartinê hem ji Tifaqa Cûmhûr hem jî ji Tifaqa Milet azadîxwaztir in û diyar kir ku ciwan dê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Gorunmek axaftina xwe bi van gotinan xelas kir: “Em ji kesê tiştekê naxwazin. Tenê mafên xwe yên heyî dixwazin. Divê gotina ciwanan veguhêze Meclisê û ji bo vê jî Wezareta Ciwanan hebe. Yekane partiya ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji pirsgirêkan re bibe çareserî Partiya Çepên Kesk e. Ji ber ku beyannameyeke wê ya biwekhev, azadîxwaz û edaletê diparêze heye. Hemû rê û rêbazên ku Tirkiyeyê ber bi Komareke Demokratîk ve bibin di Partiya Çepên Kesk de ne.”
 
NÊRÎNA JINAN 
 
Endama Meclisa Ciwanan a EHP’ê Ozlem Ozdemîr jî anî ziman ku AKP hewl dide nifşekî “paşverû” rabike. Ozdemîr a anî ziman ku ji bo hilbijartina bikevinê dixebitin, bi lêv kir ku bi kelecan in ku dê desthilatê bişînin û wiha got: “Bi hevrêyên xwe re me standên hilbijartinê vekirin û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Em bang li herkesê dikin ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. Tifaqên Cûmhûr û Milet tifaqên ku dijminên jinan hatine cem hev. Dema em di çarçoveya jinên ciwan de jî lê dinerin tişteke ev tifaq bidin me nîne. Ji ber wê yekê bi awayekî azad ciwan dikarin tev li xebatên Partiya Çepên Kesk bibin.”
 
GIRÎNGIYA 1’Ê GULANÊ 
 
Ji Ciwanên Emekê Ekîm Denîz Akarslan jî pirsgirêkên ku ciwan dijîn rêz kirin. Akarslan, ê bi lêv kir ku bi atmosfera ku dê di 1’ê Gulanê Roja Karkeran de derkeve holê ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve biçin anî ziman ku wê 1’ê Gulanê hilbijartinan diyar bike û wiha got: “Em ê şûna ku pêşeroja xwe radestî kesên dewlemend ên di parlamentoyê de bikin, em bi xwe dê siyasetê bikin. Ji ber ku ev pêşeroj pêşeroja me ye. Divê di hilbijartinan de ciwan hem berpirsyartiya xwe ya dîrokî hem jî ya roja me pêk bînin û tevî vê yekê di 1’ê Gulanê de bi daxwazên xwe li qadan bin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

13/04/2023
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin