Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe

  • rojane
  • 13:15 16 Nîsan 2023
  • |

ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a herêma Egeyê de axivî û ev hişyarî kir: “Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe.” 

 
Partiya Çepên Kesk li herêma Egeyê starta xebatên hilbijartinê dabû destpêkirin. Piştî Denîzlî, Aydin û Mûglayê, tûra hilbijartinê niha jî li Îzmîrê didome. Partiya Çepên Kesk li Taxa Lîmontepe ya Karabaglarê bûroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca tev li vekirina bûroyê bûn. Şande, li devera Aktepe ya navçeya Gazîemîrê hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke mezin ber bi cihê vekirina bûroya hilbijartinê ve kete rê. Eleqeyeke mezin a welatiyan jî ji bo konvoyê hebû û wesayîtan bi lêdana kornoyan piştgirî dan.
 
BÛRO BI COŞEKE MEZIN HATE VEKIRIN
 
Şande, li pêşiya bûroyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Qad, bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Denîz Poyraz nemir e” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Jin, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bûbûn. Kelecan û coşeke mezin hebû û heta demekî dirêj jî girseyê tililî avêtin, çepik lê dan û xelekên govendê gerandin. Bername, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. 
 
Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Îzmîrê gel silav kirin. Namzetên herêma 1’emîn a Îzmîrê Abdulmecît Yildirim û Burcugul Çubuk di axaftinên xwe de hilbijartinên 14’ê Gulanê weke hilbijartinê hesabpirsînê destnîşan kirin. 
 
'EM Ê DÎROKÊ BINIVÎSIN’
 
Endama Lijneya Hevberdevkan a TOP’ê Perîhan Koca jî da zanîn ku dê di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin. Koca, îktîra heyî weke “îktîdara sûc” pênase kir û soz da ku dê hesabê ji îktîdarê bipirsin û wan bişînin sergoya dîrokê. 
 
'HER DENGEK PIR GIRÎNG E’
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku îktîdar hewl dide xwe bi siyaseta dijkurd li ser pêyan bigire û daxwazên gelê kurd tune dihesibîne. Demîr, destnîşan kir ku dê di vê hilbijartinê de îktîdarê têk bibin û wiha domand: “Em ê bi hev re dawî li rejîma Erdogan bînin. Lewma her dengek pir girîng e. Her parlamenterek dê ji bo pêvajoya amadekirina makeqanûna nû de pir girîng be.” 
 
'HER DENGÊ VALA DIÇE DÊ BO AKP’Ê BIÇE’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di vekirina bûroyê de wiha axivî: “Partî, bi hemû hêmayên xwe yek parçe ye. Wêneyên rengîn ê hêviya gelên welêt e. Lewma ev rejîm pir jê ditirse. HDP bûye xewnereşka wan. Tevî hemû astengkirinan jî dê nekarin pêşî li ber we bigirin ku hûn îradeya xwe li ser sindoqan diyar bikin. Rihên HDP û Partiya Çepên Kesk ji heman axê ne, şax û pelên wan ji heman xwînê ne. Em ê vê îktîdara zilmê teqez têk bibin û vê pergalê biguherînin. Lewma divê em dengên xwe bikin yek. Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe. Divê em dengên xwe ji bo hêza guherîn û veguherînê biavêjin. Anku bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bîr nekin ku xeyal û hêviyên rêhevala me Denîz Poyraz hebûn û me soz daye ku dê wan bi cih bînin. Dê wê jî bi saya piştgiriya we bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Qurdele ji hêla dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz ve hate birîn. 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2023
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin