Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê

  • rojane
  • 10:05 17 Nîsan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Mecît Yildirim di nava qetlîam, îşkence, girtin, zext û polîtîkayên koçberiyê de mezin dibe. Ew li dijî neheqiyên li ser malbata xwe dibe parêzer. Yildirim dibêje ji bo hem li hesabê îşkenceyê bipirse û hem jî tu kes bi wan zextan re rûbirû nemîne li Îzmîrê bûye namzet.
 
Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê bi hemû coş û lezê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Partiya Çepên Kesk bijartina 4 parlamenteran kiriye armanca xwe û ji bo bigihîje vê hedefa xwe bênavber dixebite. 
 
Di nava Partiya Çepên Kesk de çîrok û têkoşîna namzetekî balê dikişîne ser xwe. Ev jî Abdulmecît Yildirim e û namzetê rêza duyemîn ê herêma duyemîn ê Îzmîrê ye. 
 
Abdulmecît Yildirim dibe şahide qetlîam, îşkence, girtin, zext û polîtîkayên koçberiyê yên salên 1990’î û di bin siyas van sepanên xerab de mezin dibe. Yildirim dibêje ji bo ku ew li hesabê van tiştên hatine serê wî bipirse û ji bo zarokek din bi van serpêhatiyên xerab re mezin nebe ew xwe amade dike ku têkoşînek berfireh bide.
 
BEDELA KURDBÛNÊ 
 
Yildirim 38 salî ye û ji gundê Çalê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye. Malbata Yildirim jî wek her malbetek Kurdistanî ji bo xwedîderketina nasnameya kurdbûnê bedelek giran dide. 
 
Di salên 1990'î de bavê Yildirim, Hîkmet û keke wî Adil Yildirim gelek caran tên binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Xwişka wî Emîne Yildirim jî di sala 1992’yan de hê 22 salî ye tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Emîne Yildirim piştî 30 salan di hefsê de ma di 52 saliya xwe de meha mijdara 2022’yan ji girtîgehê tehliye bû. 
 
HÎZBÛLLAHÊ XALÊ WÎ QETIL DIKE 
 
Malbata Yildirim di sala 1993’yan de bi darê zorê ji gundên xwe tên derxistin û neçar dimînin ku li navenda Nisêbînê bicih bibin. Piştî ku malbatê koçî Nisêbînê kir, vê carê jî bi gefên Hîzbullahê re rûbirû man. Xalê Yildirim, Mesût Yildirim ku di heman demê de pismamê bavê wî ye di sala 1993’yan de li naverasta sikakê li Nisêbînê ji aliyê endamên Hîzbullahê ve tê kuştin. Kujerên Mesût Yildirim ên endamên Hîzbûllahê beriya hilbijartinêy ek bi yek hatin tehliyekirin û hat zanîn ku ev endamên Hîzbûllahê ku hatine berdan reviyane derveyî welat. 
 
Malbata Yildirim a ku dibe hedefa êrişên dewletê û Hîzbûllahê neçar dimîne ku di sala 1993’yan de ji Nisêbînê jî koçî navçeya Konakê ya Îzmîrê bike. Yildirim biryar dide ku ew ê bibe parêzer û li Zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê ango parêzeriyê dixwîne û dibe parêzer. 
 
BO PARASTINA MAFÊ MIROVAN TÊDIKOŞE 
 
Ev 13 sal in Yildirim parêzeriyê dike û ji bo parastina mafên mirovan têdikoşe. Abdulmecît Yildirim yek ji damîzrenerê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ku bi KHK’ê hat girtin de cih digire û niha jî rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxa Îzmîrê ye. Her wiha ew yek ji parêzerên doza Denîz Poyraz e. 
 
Yildirim dibêje ji bo ew li hesabê hemû binpêkirinên mafên mirovan bipirse, li hesabê îşkence, koçberî û girtinan bipirse û li ber zîhniyeta qetlîmaker rabe dê têkoşîna xwe bibe Meclisê. 
 
'ME SEWALÊN XWE DIFIROT Û PARÊZER PEYDA DIKIR’ 
 
Yildirim anî ziman ku ew di atmosferek ku binçavkirin, girtin, îşkence, kuştinên kiryar nediyar, şewitandin û valakirina gundan de mezin bûye û got: “Bavê min û kekê min gelek caran hatin binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû man. Her carê malbata min dixwest parêzerek peyda bike. Wê çaxê parêzerên ku wê li van dosyeyan binêriya gelek kêm bûn. Dose dihat Amedê. Malbata min neçar dima ku ji Nisêbînê biçin Amedê. Me bi xwedîkirina pez û çêlekan debara xwe dikir. Her cara ku bavê min û kekê min dihatin binçavkirin, me sewalên xwe difirot û hewl dida heqê parêzer derbixin.” 
 
TIŞTÊN HATINE SERÊ WÎ BÛ SEDEM KU BIBE PARÊZER 
 
Yildirim da zanîn ku ji ber serdemek giran bû bi zehmetî parêzerekî peyda dikirin û got: “Ji ber xwişka min girtî bû, zarokatî û ciwaniya min li ber deriyên girtîgehan derbas bû. Ev bû sedemek mezin ku ez bibim parêzer. Em bi salan têkoşiyan û niha jî em dixwazin lingek vê têkoşîna xwe li Meclisê bidomînin. Hê jî zarok û welatî bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Ji bo tiştên hatine serê min û neyên serê tu kesî din, ez bûm parêer. Meclis jî qadek têkoşînê ye. Ji bo ez edaletê û hiqûqê biparêzim li Partiya Çepên Kesk bûm namzet. Em ê li dijî siyaseta înkar û dîktatoriyê siyaseta Rêya Sêyemîn ava bikin. Dema ez biçim Meclisê ez ê bibim dengê girtiyên azadiyê. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nemaye û ev bêhiqûqî li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tirkiye veguheriye girtîgehek vekirî. 
 
WÊ CARA YEKEM XWIŞKA MIN DENGÊ XWE BIKAR BÎNE
 
Ev hilbijartin ji bo min xwedî watyek taybet û girîng e. Xwişka mina ku piştî 30 salan tehliye bû dê cara yekemîn dengê xwe bikar bîne. Wê dengê xwe ewilî bide min û ez bi serfiraziya vê kêfxweş im. Em ê roja 15’ê Gulanê bi serbilindî şiyar bibin. Em ê bi 100 parlamenterî li Meclisê bibin dengê gelê xwe. 
 
Tu tiştek ku îktidara AKP’ê bide civakê nemaye. Lewma em dibêjin çareseriya hemû pirsgirêkan li cem Partiya Çepên Kesk e.” 
 
MA / Semra Tûran - Delal Akyuz 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2023
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin