Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!

  • rojane
  • 09:01 18 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dê û bavên hemşîre Dîcle Nazê ku li malê bi awayekî mirî hatibû dîtin, anîn ziman ku ew yeqîn nakin ku keça wan xwe kuştibe û wiha gotin: "Yekî jê re gotiye, 'min serê sêyan jê kiriye', tu yê jî bibî ya çaran. Em yeqîn nakin, keça me xwe nekuştiye." 
 
Hemşîre Dîcle Naz a 27 salî ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sakarya Korucukê li Beşa Psîkiyatriyê dixebitî. Naz, di 13'ê nîsanê de li mala xwe mirî hatibû dîtin. Malbata Nazê diyar dike ku ew yeqîn nakin ku keça wan xwe kuştibe. Her wiha Rêveberiya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sakarya Korucûkê der barê mijarê de tu daxuyanî belav nekiriye û sersaxî ji malbata Nazê re nexwestiye. 
 
Dê û bavên hemşîre Dîcle Nazê derpêş kirine ku keça wan hatiye kuştin û xwestin bûyer bê zelalkirin. 
 
'XWE NEKUŞTIYE, HATIYE KUŞTIN'
 
Bav Abdulazîz Naz anî ziman ku tu pirsgirêkên keça wî nebûne û got ku bûyer bi zanebûnî nayê zelalkirin û wiha got: "Ji ber ku derfetê min nebû ez neçûm cenazeyê keça xwe. Lê hevalên wê yê ku çûne mala wê gotin, 'deriyê wê miftekirî bûye.' Êvarê saet di 6'an de ji nexweşxaneyê derketiye. Hevala wê jê re gotiye, 'ez ê biçim malê xwarinê çêbikim, were şîvê.' Wê jî gotiye, 'Temam ez ê kincên xwe biguherînim û bêm.'  Lê piştre nevegeriyaye. Hevala wê mereq kiriye û telefonî wê kiriye, lê wê telefon venekiriye. Piştre çûye mala wê. Li deriyê wê xistiye, keça min derî venekiriye. Hevala wê tirsyaye û telefonî polîsan kiriye. Polîs hatine û deriyê malê şikandine û ketine hundir. Gava ketine hundir dîtine ku ew li pişt derî dirêj kiriye. Kincên xwe meguherandine. Ev bûyer di navbera saetekê de çêbûye." 
 
Abdulazîz Naz
 
Bav Naz bilêv kir ku ger dewletê bixwesta dê bûyerê di nava saetekê de eşkere bikira û wiha domand: "Ev ne karê 5-6 saetan e. Heke dewlet bixwaze dikare tişta ku hatiye serê keça min di saetekê de ronî bike. Heke dewlet nexwaze ji xwe bûyer dernakeve holê. Ez 10 parezeran jî bigirim dernaxînin. Hevaleka wê ji me re got, 'Li beşa ku ew lê dimîne kesekî ku tedawî dibe, jê re gotiye 'min sê heb serjê kirine ez ê te jî serjê bikim tu dê bibî ya çaran.' Digotin ev kes jî di nexweşxaneyê de ye. Heke gefeke wiha li keça min hatibe xwarin, çawa dibe ku rêveberiya nexweşxaneyê pêşiya vê negirtiye û ew kes nedane girtin û zincîr nekirine? Aqilê min ji vê bûyerê nagire. Ji ber ku miroveke xwe bikuje, xwe bi vê rêbazê nakuje. Heta niha me nedîtiye kesên xwestine xwe bikujin, xwe serjê bikin. Heke keça min xwestibe xwe bikuje, dê bi çekê xwe bikuşta, yan jî xwe bi cihekî ve daliqanda. Yan jî xwe bixendiqanda. Ez bawer nakim ku keça min xwe kuştibe. Yê ku keça min kuştiye jî, dema ku keça min derî vekiriye li pey wê çûye. Ji ber ku keça min neçûye hûndirê malê. Heta ku pêşmalka xwe jî neguherandiye. Çawa derî qufil kiriye û ew kuştiye nizanim." 
 
'ÇIMA NAYÊ EŞKEREKIRIN?'
 
Bav Naz bi lêv kir ku dewlet naxwaze bûyerê eşkere bike û wiha domand: "Wele dewlet bixwaze dikare di nava 24 saetan de wî kesî bibîne. Ew bi kêra maketê kuştiye. Piştî ku ji nexweşxaneyê hatiye deh deqîqe jî di ser re derbas nebûye, ew kuştiye. Em dixwazin ev bûyer aşkere bibe. Ez niha biçim sûkê dewlet dê bizanibe ku ez li ku me. Çawa nikare vê bûyerê aşkere bike? Li derdora avahiyê kamera hene. Çawa nizanin kî ketiye mala keça min? Em ê dev jê bernedin. Heta ev bûyere neyê aşkerekirin, em ê nesekînin."
 
Dayik Meryem Nazê jî bilêv kir ku ew bawer nakin ku keça wan xwe kuştibe û ev tişt anî ziman: "Keça min ji wir hez dikir û 2 sal bûn li wir dixebitî. Kê ev tişt anîbe serê wê û ew kuştiye ez nizanim. Cenazeyê wê li ber deriyê malê dîtine. Tu pirsgirêkên keça min nebûn. Em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin." 
 
Meryem Nazê
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

18/04/2023
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin