Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî her sal li gorî babetekê tê lidarxistin, dirûşmeya îsal weke “Jin jiyan azadî" diyar kir û ew ê mêvandariya filmên yek deqeyî yên derbarê berxwedana jinan de bike. Ew ê li ser navê sê jinên berxwedêr jî xelatan bide.
 
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî par cara ewilî hatibû lidarxistin, îsal jî heman festîval tê lidarxistin. Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi pêşengiya Tor û Banos Film Production ve tê lidarxistin. Miracaetên ji bo festîvalê dest pê kirine. Kesên bixwazin filmên yek deqîqeyî çêkin, divê filmên xwe herî dereng heta 10’ê cotmeha 2023’yan bişînin ji tor.banos.film@gmail.com re. Piştî 5’ê gulanê film bi rêya mailê dê werin qebûlkirin.
 
Tor Film Production li Amedê hat damezirandin, lê niha bi awayekî fermî li Ewrûpa kar dike. Banos Film Production jî li Rojava karên sînemayê bi rê ve dibe. Tor û Banos film bi hev re xebateke kolektîf dimeşînin û dibêjin, xebatên kolektîf dê bêhtir bi ser bikevin.
 
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî hewl dide her sal babetekê diyar bike û li gorî vê babete film werin çêkirin. Sala par, babeta festîvalê “zimanê kurdî” bû. Festîvalê ji bo îsal jî babeta “jin”ê neqandiye û dixwaze derbarê jinan de filmên kurt û bi derb werin çêkirin. Ji lewma jî xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn û ji bo her xelatê dê 500 euro jî bên dayîn.
 
ALOZIYÊN CIVAKÎ BABETA FESTÎVALÊ DIYAR DIKIN 
 
Reveberê festîvalê û xwediyê Tor Film Production Ferat Kevir ji nûçegihanê rojnameya Ozgur Polîtîka Ardîn Dîren re axivî ye û da zanîn ku wan ji bo îsal dirûşmeya “jin jiyan azadî” neqandiye û mijara filmên beşdar jî dê bi berxwedana jinan ve girêdayî be. 
 
Ferat Kevir derbarê festîvalê de wiha got: “Meseleyeke festîvala me ew bû ku em her sal li gorî rewşa civaka Kurdan mijara xwe diyar bikin. Yanî babeta filmên ji bo festîvalê werin çêkirin, ne em diyar dikin, aloziyên di nav civakê de diyar dikin. Jinên Kurd îsal di şexsê Jîna Amînî de li dinyayê deng vedan. Her wiha qetilkirina jinên weke Jîna Amînî, Evîn Goyî, Garibe Gezer û hevalên jin, li ser me ferz kir da ku em babeta festîvala îsal bikin berxwedana jinê. Doh û îro jî rola jinê ya di nav civakê de hat paşguhkirin û mafê wan binpê bûn. Li hemberî vê hişmendiyê jinê tim li ber xwe da û hîna jî ev têkoşîna wan dewam dike. Îro jî Jinên Kurd pêşengiya vê tekoşîne dikin û ji dinyayê re dibine mînak. Em jî bi vê festîvalê, ku weke çalakiyekê jî dinirxînin dixwazin piştevaniya berxwedana jinan bikin da ku dengê wan hîn bêhtir xurt derkeve.”
 
ENDAMÊN JÛRIYÊ JÎ WÊ JIN BIN 
 
Ferat Kevir da zanîn ku ji nav filmên hatine şandin, ew ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin wan da ku van kesên xelatên xwe girtin, karibin bi vê xelatê filmekî baştirîn çêbikin. Ferat Kevir got: “Filmên ku hatine wê îsal ji aliye juriyl ve bên nirxandin û xelatkirin. Pergala me ya îsal bi dengdayîna juriyê wê pêk were.  Wê endamên juriye bi temamî jin bin. Kurt û kurmancî festîvala me ya îsal wê bi her awayî rengê jinê derxe holê û biparêze.”
 
ARMANC ÇÎROKÊN KURT Û BI DERB IN 
 
Ferat Kevir armanca festîvalê û çêkirina çîrokên sînemayî jî bi vî awayî nirxand; “Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase, bi çîrokên piçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirna çîrokekê. Bi derbeke kin sazkirina fîlmekî. Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov dixwaze van dîmenan mayînde bike, tomar bike. Ev xwestek bi gelek kesan re peyda dibe. Xwestekeke xwezayî ev yek. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên van xeman li pey çîrokên xwe digerin. Hêviya me ew e ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.”
 
ŞERTÊ PÊŞÎ KURTBÛN E 
 
Ji bo Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya îsal, şertên tevlîbûnê hatin eşkerekirin. Şertên tevlîbûnê weke li jêr in:
 
* Divê film herî zêde 1 deqe be.Bê jenerîk!
* Divê mijara film li ser “Berxwedana Jin ê” be. 
* Her kes tenê bi filmekî dikare serî li pêşbirkê bide. 
* Piştî film hatin şandin mafê Tor / Banos film production heye ku film di malperên xwe de bidin weşandin û li ser medyaya civakî parve bikin. Bi ti awayî mafê telifê nayê xwestin
* Film dê ji aliyê Juriyê ve  werin xelatkirin.
* Film bi hemû cureyên sînemayê dikare were çêkirin. Ji bo cureya film sînor tine.
* Divê di filman de mafê têlifan were parastin.(Mûzîk,dîmen,deng,pirtûk û hwd)
Filmên ku mafên zarokan, jin, berasteng û heywanan binpê dike bi tu awayî nayên pejirandin.
* Şandin û qebûlkirina filman bê pere ye. Herkes dikare filmê xwe bê pere ji me re bişîne. 
 
Dosyeya miracaetan jî divê bi vî rengî be;
 
- Nav û paşnavê derhêner 
- Navê film 
- Biyografi û filmogfafiya derhêner
- Wêneyê derhêner 
- Lînka film 
- Sînopsîsa film bi Kurdî
- Sala Çêkirine
- Dema film
 
 
 

Sernavên din

21/04/2023
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî
14:24 Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke
14:06 Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn
13:39 YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin