Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin

  • rojane
  • 15:38 20 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Welatiyên ji Amedê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên îktidarê ew nikarin ne şekir û ne jî cil û bergê cejnê bikirin û gotin: “Kes nikare tiştekî bikire. Ji feqîran re cejn û kêfxweşî nîne. Em ê di cejna pêşiya me de bê Tayyîp pêşwazî û derbas bikin.” 
 
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan welatî Cejna Remezanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin. Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku êdî tu tehma cejnan nemaye ji berk u nikarin tu tiştekî bikirin û hewcedariyên xwe dabîn bikin. Welatiyan bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û gotin ew hêvî dikin ku ev cejna dawî ya bi AKP’ê re be. 
 
Li bazar û ser dezgehan gelek welatî dest vala vedigerin malên xwe. Rewşa şerpezetiya welatiyan xwe radixe ber çavan. Dikandar jî bi gilî û gazinin ku ji ber bihabûnê ew nikarin tiştekî bifiroşin. 
 
‘CEJNA ME NÎNE’ 
 
Adil Noyan ê li Qada Deriyê Çiyê ji ajansa me re axivî wiha got: “Di nava dilê me de kelecana cejnê heye lê dervayê me tu kelecan nîne. Haya me ne ji cejnê û ne jî ji tiştekî din heye. Em nizanin wê çawa were pîrozkirin. Her kes bi vê pergalê hesiyaye. Êdî tu kes wan naxwaze. Wê ji ber feqîrî û perîşaniyê kes ray nede wan.”
 
‘REWŞA ME ŞERPEZE YE’ 
 
Abdulvahap Guler ê ku 7 zarokên wî hene û debara xwe bi sewalkariyê dike jî ew nikarin tiştekî bikirin û rewşa wan şerpeze ye. Guler got ew nedikarin şekir, ne dikarin xwarin û cilan û şîranî bistînin. 
 
‘EZ DIXWAZIM ROJEK BÊ TAYYÎP JI XEWÊ ŞIYAR BIBIM’ 
 
Guler bertek nîşanî daxuyanî û gotinên rayedarên îktidarê da û wiha got: “Tê Amedê, derewek dike, henekê xwe biz iman, nijad û nasnameya însanan dike. Dibêje, ‘ev zaza ye, ev wiha ye’. Tu kî yî? Tu çi ji nasnameya mirovan dixwazî? Ya girîng mirovahî ye. Ji bo rayan bigire van tiştan dibêje. Êdî guhertina vê îktidarê şert e. Ez ne mecbûr im her roj heman kesî bibînim? Guhertin çi tiştek xwe şe. Xwezî ez rojek bê Tayyîp ji xewê şiyar bûbûma. Ev çi ye, 20 sal in destê wî di qirika me de ye. Êdî bila biguhere. Bila kesek din were. Gelek îktidar hatin û çûn. Kî hat û kîç çû. Me Silêmanan û Tansû Çîlleran jî dît. Mirovên xweşik kirine girtîgehan û mirovên nezan jî li derve ne.” 
 
JI FEQÎRAN RE CEJN NÎNE 
 
Eşref Çaglar ê li ser dezgehan firoşkariyê dike jî destnîşan kir ku ji bo feqîran cejn nîne û 4 zarokên wî hene û ji ber feqîriyê nikaribûye cilan ji wan re bikire. Çaglar anî ziman ku ew êdî naxwazin li rûyê îktidarê jî binêrin û xwest guhertin pêk were. 
 
MEXDÛRÊN ERDHEJÊ ŞERPEZE NE 
 
Halîme Pehlîvan jî da zanîn ku di erdhejê de mala wê xesar dîtiye û niha jî ew bi pirsgirêka hêwirînê re rûbirû maye û bal kişand ser feqîriyê û got mexdûrên erdhejê hê jî li derve dimînin. Pehlîvan got ew nikarin kîloyek şekir bikirin û cilekî bikirin li xwe bikin û xelk ji feqîriyê perîşan bûye.
 
‘EM DIXWAZIN CEJNA QURBANÊ BÊ WÎ DERBAS BIKIN’ 
 
Ahmet Yatik ê bi firoşkariya li ser dezgehan debara xwe dike jî anî ziman ku ji ber her tişt biha bûne dikandar zêde bi gilî û gazin in û nikarin kar bikin. Yatik wiha got: “Êdî bes e, zêde jî çêbû, bes e 20 sal in zilamek bi rê ve dibe. Bila yên nû werin. Înşelah cejna beriya me (cejna qurbanê) em ê bê wî (bê Erdogan) pêşwazî û derbas bikin. Em dixwazin kesên ne diz û kesên demokrat werin ser rêveberiyê.” 
 
‘KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE’ 
 
Turgay Olgaç ê li Marmarasê karkeriya înşeatê dike jî ji bo cejnê hatiye Amedê û da zanîn ku kes nikare tiştekî bikire û xwest ev pergal were guhertin. Olgaç diyar kir ku pêlavek bûye 500 lîre û ew wek karkerekî rojane 400 lîre yewmiye distîne. 
 
‘EM BIRÇIYÊ AŞTIYÊ NE’ 
 
Cîhat Karhan ê karê şîranîfiroşiyê dike jî anî ziman ku krîza aborî tesîrek neyînî li ser wan dike û kar û zirara wan hev dernaxe. Karhan destnîşan kir ku ew birçiyên cejnên berê û aştiyê ne. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

21/04/2023
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî
14:24 Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke
14:06 Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn
13:39 YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in