‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’

  • rojane
  • 10:42 26 Nîsan 2023
  • |
img

AGIRÎ - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr diyar kir ku ji ber polîtîkayên tên birêvebirin xelk neçarî koçberiyê tê kirin û got: “Ez ê ji bo ku gelê me vegere ser axa xwe, bixebitim.”

  
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li 81 bajaran xebatên xwe didomînin. Agirî yek ji wan bajaran e ku Partiya Çepên Kesk bi îdia ye. Di hilbijartinên 2018'an de ji 4 parlamenteran 3 ji aliyê HDP'ê ve yek jî ji aliyê AKP'ê ve hatin bidestxistin. Yekane armanca Partiya Çepên Kesk a Agiriyê di vê hilbijartinê de bidestxistina 4 parlamenteran e. Namzeta parlamenteriyê ya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr di heman demê de endezyara bilind a çandiniyê ye. Demîr diyar kir ku yek ji armancên wê yên sereke ew e ku xelkê wan ê ji ser axa xwe ji ber polîtîkayên dewletê koçber bûye vegerînin ser axa wan û carek din ji nû ve li ser axa xwe bigihîjin hev. 
 
Serpêhatiya Demîr ji ya zarok û ciwanên kurd ne dûr û ew jî xwedî heman serpêhatiyan e. Dayik û bavê wê ji ber xebat û sedemên siyasî cezayê hepsê li wan tê birîn û neçar dimînin ku derkevin derveyî welat û niha ew li mişextiyê dijîn. Bavê Nejlayê bi qasî 20 salan di girtîgehê de dimîne. Demîr serpêhatiya xwe ya têkoşînê wiha vedibêje: “Tiştek nema ku nehat serê kurdan. Zext û bûyerên travmatîk ku hatin serê kurdan, helbet malbata min jî ji vê bêpar nema. Em jî di qonaxek zehmet de derbas bûn. Piştî birayê min Mahsûm Demîr ku ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd şehîd ket, têkoşîn û jiyana min guherî. Min got ez ji niha şûn ve çawa dikarim mil bidim milê têkoşînê. Ez her tim ji têkoşîna wî hêz digirim.” 
 
Nejla Demîr
 
BI PITIKA XWE YA 6 MEHÎ RE TÊ GIRTIN 
 
Demîr diyar kir ku di sala 2019’an de ji ber twîtek têkildarî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê parve dike bi pitika xwe ya 6 mehî re tê girtin û wiha got: “Ez demek li girtîgeha Agiriyê û Oltûyê mam. Ez û pitika xwe bi hev re di girtîgehê de man.” Demîr anî ziman ku ew di nava malbatek welatparêz de mezin bûye û dixwaze ji bo mafên gelê kurd û her cure mafên jinan têkoşîna xwe li qada Meclisê berdewam bike. 
 
‘MIROVÊN ME HATIN KOÇBERKIRIN’ 
 
Demîr destnîşan kir ku çavkaniyên debara li bajêr a sereke çandinî û sewalkarî ye û wiha got: “Dewletê di vî warî de polîtîkayên pir hişk sepandin. Dewletê kir ku li bajarê me ne çandinî ne jî sewalkarî ma. Ked û heqê cotkaran hat xwarin û wan ji karûbarên wan dûr xistin. Zeviyên xelkê bêqîmet hatin hiştin, ji destên wan hatin sitendin û xelkê neçarî koçberiyê kirin. Ez ê hewl bidim ku mirovên me dîsa vegerin ser axa xwe û li zevî û gundên xwe vegerin. Divê her kes vegere ser welatê xwe û ez dixwazim ji bo vê bibim gava destpêkê.” 
 
‘HER KES BI FÊLBAZIYA AKP’Ê HESIYAYE’ 
 
Demîr anî ziman ku 20 sal in îktidara AKP’ê hêvî û bendewariya gel ji wan diziye û li bajarê wan Agiriyê her kes bi kirin û fêlbaziyên AKP’ê hesiyaye û dizane. Niha li Agiriyê ne 4 parlamenter, 5 parlamenter jî hebin wê hemû partiya wan derxe û bi ser bikeve. Em vê potansiyelê li bajarê xwe dibînin. Wê ciwan AKP’ê di sindoqan de têk bibin.” 
 
MA /  Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

26/04/2023
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin