MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere

img
AMED - MKGP û DFG’ê bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de daxuyanî da û girtina rojnamegeran protesto kir. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Wekî hevalên me yên hatine girtin dibêjin; dê faşîzm têk biçe û ev pergal dê piştî 10 rojên din têk biçe.”
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de li pêşiya Edliyeya Amedê girtina Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû, edîtorên MA’yê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Orûç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût bi daxuyaniyekê protesto kirin. Gelek rojnamevan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Sorgul Aytek tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de roj bi roj bêhtir paş dikeve û hat gotin ku dê li dijî êrişên îktîdarê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Berdevka MKGP’ê Roza Metîna, ya bi tirkî jî ji hêla Sekreterê DFG'ê Cûma Daş ve hate xwendin.
 
‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ HER KU DIÇE BÊHTIR PAŞ DIKEVE’
 
Metîna, ji ewil 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Me saleke din a ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê tune bû li pey xwe hişt. Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 2 rojnameger hatin girtin. Li Tirkiyeyê her çiqas azadiya çapemeniyê di bin ewlehiya makezagonê de be jî; li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas bi taybet ji roja AKP di sala 2002'yan de bûye îktîdar heta niha Tirkiye her sal paş dikeve. Anku roj bi roj di mijara azadiya çapemeniyê de paş dikeve. Li gorî endeksa sala borî, Tirkiye di nava 180 welatan de di dora 149'an de bû. Lê li gorî daneyên sala 2023’yan; Tirkiye ji nava 180 welatan kete rêza 165’an. Ev yek bi tena serê xwe rewş û mercên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê vedibêje.” 
 
‘ROJNAMEGER HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
 
Bi domdarî Metîna anî ziman ku li Tirkiyeyê bi taybet di 10 salên dawî de li dijî çapemeniya kurd êriş dijwartir dibin û ev tişt anî ziman: “Gelek xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin û binçavkirin. Bi ser ajans û şîrketên produksiyonan de hate girtin. Polîsan dest danîn ser ekîpmanên teknîkê û kirin ku rojnameger nekarin bixebitin. Di sala dawî de 35 hevalên me hatin girtin, niha jî 34 jê girtî ne. Di dema şopandina nûçeyan de bi caran hevalên me hatin astengkirin, hatin binçavkirin û êrişên di asta îşkenceyê de hatin kirin.” 
 
DI SALEKÊ DE 34 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
 
Di berdewamê de Metîna binpêkirinên di sala dawî de wiha rêz kir: “
 
* Di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê 16 rojnameger hatin girtin û îdianameya wan 10 meh şûnde hate amadekirin. Piştre di îddianameyan de rojnameger ji ber nûçe û bernameyên çêkirine hatin sûcdarkirin. 10 hevalên me yên rojnameger di 29'ê cotmeha 2022'yan de hatin girtin û îdianameya wan jî 4 meh şûnde hate amadekirin. Li vir jî hewl dan ji naverokên nûçeyan biafirînin.
 
* Dîsa di 25’ê nîsanê de navenda wê Amed li dijî rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û hunermendan operasyon hate kirin. Di vê pêla binçavkirinê de 4 hevalên me bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin girtin. Herî dawî di 28'ê nîsanê di çarçoveya operasyona navenda wê Enqereyê de li Amedê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Heta Dîcle birin Enqereyê îşkence lê hat kiririn. Dîcle 15 saetan ji piştve destkelemçekirî hate hiştin. Dîsa Sedat ji ber îşkenceya lê hatiye kirin baş nabihîse. Dîcle û Sedat di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatin girtin.”
 
‘EM ÊRIŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD QEBÛL NAKIN’
 
Metîna, anî ziman ku heke rewşeke wiha li welatekî hebe, kesek nikare li welatî qala azadiya çapemeniyê bike û wiha pê de çû: “Li qadan nêzîkatiyeke zayendperest li dijî jinên rojnameger pêk tê, êrişên digihêjin asta destdirêjiyê tên kirin, gef li wan tê xwarin. Ev jî nîşan dide ku jinên rojnameger li qadan di ewlehiyê de nînin. Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê dîsa dibêjin ku em êrişên li dijî Çapemeniya Azad qebûl nakin. Heta li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê pêk were, heta ji bo jinên rojnameger qadên biewle tên avakirin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li her qada em lê ne em ê li gel rojnamegeran bin.” 
 
‘EV PERGAL PIŞTÎ 10 ROJÊN DIN DÊ TÊK BIÇE’
 
Herî dawî jî Metîna wiha got: “Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demeke kurt maye. Em van binçavkirin û girtinan ji bo welat û hilbijartinê wekî talûkeyekê dibînin. Bêdengkirina çapemeniyê tê wateya veşartina rastiyan a ji civakê. Tevî hemû zext, girtin û îşkenceyan jî rojnamegerên ji bo heqîqetê têdikoşin wê tim dengê civakê bin û dev ji vê yekê bernedin. Em ê xwedîderketina li mîrateya Apê Mûsa, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz dewam bikin.  Wekî hevalên me yên hatine girtin dibêjin, wê faşîzm têk biçe û Çapemeniya Azad bi ser keve. Ev pergal dê piştî 10 rojên din têk biçe. Li ber hilweşandinê ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Çapemeniya Azad Nikare Were Bêdeng Kirin" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

06/05/2023
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’