Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye

img
ÎZMÎR - Siyasetmedar Nesrîn Nas destnîşan kir ku gotina AKP’iyan a “darbeyê” ya têkildarî 14’ê Gulanê li xwe mikur hatina windakirinê ye û anî ziman ku bi van axaftinan dikin ku muxalefte nikare biçe ser sindoqan lê mûxalefet zêdetir e û berxwedêr e. 
 
Di bin siya krîzên siyasî û aborî de ji hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomariyê û giştî re kêm roj man. Tevî ku desthilata AKP’ê hemû derfetên dewletê bikartîne jî di lêkolînên rayagiştî de tişta dixwaze nikare bi dest bixe. Kesayetên AKP’î yên nikarin bi tena serê xwe bibin desthilat û îhtîmal heye ku serokkomariyê winda bikin, axaftinên ku ewlehiya hilbijartinê têxin xetereyê dikin. 
 
Wezîr û burokratên ku zimanê cihekar û civakê tînin dijî hev yên weke pîrozbahiya binimêj û şampanya bikartînin di heman demê de axaftinên ku dibêjin hilbijartin ne rewa ye dikin. Ewilî Wezîrê Karên Hundir û parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Suleyman Soylû wiha got: “15’ê tîrmehê hewldana wan a darbeyê ya fîîlî bû. 14’ê gulanê jî hewldana darbeyê ya siyasî ye. Evqas vekirî û zelal e.” Pişt re AKP’iyan yek bi yek axaftinên weke wê kirin. Serşewirmendê Serokkomar Mehmet Ûçûm jî wiha got: “Guhertina desthilatê ya di hilbijartinên 2023’yan de wê darbeya li serxwebûna Tirkiyeyê be. Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî ev tişt gotin: “Armanca van ew e ku Recep Tayîp Erdogan, AKP’ê û Tifaqa Cûmhûr bişînin. Dengek wê ji kesên li dijî Serokkomarê me gefan li Tirkiyeyê dixwin re bibe bersiv”. Wezîrê Parastinê û namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê Qeyseriyê Hûlûsî Akar jî wiha got: “Ev hilbijartinek nîne. Ev pirsgirêka ferasetê ye. Di welatekî normal de, di demekî normal de partiyek tê yek diçe. Lê ev ne ew e. Dixwazin pêşiya Tirkiyeyê bigirin. Dixwazin Tirkiyeyê bisekinînin û her tiştî biguherînin. Dixwazin tapoyê bidin hin kesên din.”
 
FIKARA EWLEHIYA HILBIJARTINÊ 
 
Siyasetmedar Nesrîn Nas gotinên “darbeyê” û zimanê civakê tîne li dijî hev nirxand. Nas, bi lêv kir ku divê ev gotin weke meseleyek hêsan negirin dest û wiha got: “Feraset û çanda wan a demokrasiyê evqas kêm û xelet e. Lê ev di heman demê de dide nîşandan ku di nava hin fikran de ne. Ji xwe em nikarin bêjin hilbijartin adil in. Mesele namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk tên girtin, propaganda kirina wan tê astengkirin. Dîsa pankartên Tifaqa Milet tînin xwarê. Hemû derfetên madî yên dewletê di bin destê wan de ye. Tevî van hemû hêz û derfetan jî gotinên wan ên darbeyê fikarên wan ên têkildarî ewlehiya hilbijartinê derdixin holê. Yek tişta li vir tê armanckirin jî tirsê belav bikin û bikin ku mûxalîf dernekevin kolanan û neçin ser sindoqan.”
 
‘MÛXALEFET ZÊDETIR E’ 
 
Nas, destnîşan kir ku gotina darbeyê li aliyekî jî li xwe mikur hatine windakirinê ye û wiha berdewam kir: “Dizanin ku windakirine. Muxalefeta civakî ne bi wan re ye. Li gorî lêkolînên rayagiştî di navbera ji sedî 55 û 58’an beşeke dibêjin ‘Ez qet dengê xwe nadim Erdogan’ heye. Dizanin nikarin gelemperiya civakê biguherînin. Bi tirsê hewl didin zextê li mûxalefetê bikin. Dê heta dawiyê jî vê biceribînin. Di hefteyên pêşiya me de dibe ku em bibin şahidê gelek tiştên cuda. Dê her rêyên ku weke bi bikaranîna hemû daneyên di destê BDK’ê de dîmenên sexte hilberînin biceribînin ku bandorê li hilbijartinê bikin. Feydeya ku bikaribin hilbijartinan ewle bikin piranî û mayîndebûna muxalefeta civakî ye. Em bi vê bawer in.”
 
Nas, destnîşan kir ku yek ji pîvanên demokrasiya li welatekî ew e ku desthilat bi rêya hilbijartinê dibe desthilat û wiha lê zêde kir: “Ya ji vê gelekî girîngtir ew e ku hêza di sindoqê de winda dike, bi rengekî aştiyane desthilatê dewr bike. Ev desthilat her tim nîşan dide ku ne amade ye bi rengekî aştiyane radest bike û eger tiştekî bi vî rengî biqewime wê weke darbeyekê pênase bike û bikeve nava tevgerê. Rastiya ku Tirkiye hatiye cihekî bi vî rengî, hikumet di nava 10 salên dawî de welat xistiye nava xemgîniyeke mezin e.”
 
‘MUXALEFET ALIYÊ YEKITIYÊ YE’ 
 
Nas, destnîşan kir ku cihekarî wê di demên pêş de biçe cihekî gelekî nebaş. Nas, bi lêv kir ku ji ber vê yekê ziman û axaftinên kesên welat bi rê ve dibin gelek girîng e û wiha got: “Kemal Kiliçdaroglû anî ziman ku esas tişta pê re têbikoşin ev ziman e. Dîsa Mîthat Sancar jî heman tişt gotin. Muxalefet her tim qala yekitiyê, pir rengiyê dike lê desthilat jî zimanekî vederkirî bikartîne. Tirkiye kengî bibe du alî nanê mirovan ê di sifreyê de kêm bûye, aş û karê wan ji holê rabûye. Hêvî dikim ku di 14’ê Gulanê de civak were bahev û ji vê yekê re bêje bes.”
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

06/05/2023
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’