Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir

img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji bo “Mîhrîcana Rêya Sûrê” ya Wezareta Çandê bi giştî 7 milyon û 59 hezar lîre xerc kir ku ji wan 5 milyon û 540 hezar lîre ji bo “karê duçerxê” hatiye xerckirin. 
 
Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê di sala 2022’yan di çarçovaya “Mîhrîcanên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê” de li 5 bajaran mîhrîcan li dar xist. Wezaretê di navbera 16-25’ê Îlonê de li Çanakkaleyê, di navbera 22-30’ê îlonê de li Konyayê, di navbera 8-16’ê cotmehê de li Sûr a Amedê, di navbera 1-23’yê cotmehê de jî li Enqere û Beyoglû ya Stenbolê mîhrîcan li dar xist. Di mîhrîcanan de bi sedan çalakî hatin lidarxistin. Wezaretê bi şaredariyên AKP’î re şirîkatî nekir û tevahiya çalakiyên di bernameyan de bi kes û derdorên nêzî AKP-MHP’ê re li dar xist. 
 
Yek ji mîhrîcana herî zêde bûye rojev jî “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” bû. Di navbera salên 2015-2016’an de li Sûrê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û 6 taxên wê hatibûn wêrankirin û hilweşandin. Li şûna wan malan jî malên ku mîmariya wan dişibe ya girtîgehê hatibûn avakirin. Bijartina yek ji deverên bo mîhrîcanê, rastî bertekên tund ên gelek derdoran hat. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar, bertek nîşanî mîhrîcanê dan û weke “Qirkirina çandî” nirxandin. 
 
JI BO MÎHRÎCANA WEZARETÊ BÛDÇE HATE VEQETANDIN
 
Li gel van, her wiha yek ji mijarên herî zêde hatiye rexnekirin jî bûdçeya ji bo mîhrîcanan hatiye veqetandin bû. Ji bo mîhrîcana li Sûrê, tevahiya AKP’î û bûrokrat hatin seferberkirin. Ji her navçeyê bi hezaran kes ji bo konser û çalakiyên rojane veguhestin Sûrê. Her wiha hat ragihandin ku 2 hezar hunermend tev li bûne û bi sedan çalakî hatine lidarxistin. Tê payîn ku lêçûnên mîhrîcanê ji hêla bûdçeya wezaretê ve hatiye pêşwazîkirin. Derket holê ku hinek lêçûn jî ji hêla Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê ve hatine pêşwazîkirin ku di bin rêveberiya qeyûm de ye. 
 
Hat hînbûn ku ji bo mîhrîcanên li Çanakkale, Konya, Enqere û Stenbolê yek qirûş jî ji qaseyên şaredariyan nehatine xerckirin. Lê derket holê ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo lêçûnan 3 îhale kirine û bi giştî 7 milyon û 59 hezar TL ji bo mîhrîcanê xerc kiriye.  
 
KARÊ WERGIRTINA XIZMETÊ 
 
Rêveberiya qeyûm, ji bo “Karê Wergirtina Karê Xizmetê ya Organîzasyona Çalakiyan a Mezopotamyayê ya Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” di 10’ê cotmehê de bi rêbaza bazariyê îhaleya bi bihayê milyonek û 557 hezar û 333,33 hezar lîre kir. Kitekitên îhaleyê nehatin parvekirin û bi milyonek û 519 hezar û 400,00 TL'ê dan Kargeha Lîmîted a Organîzasyona HSB’ê ya Oto Aksesuar Înşaet, Ceyran, Pîşesazî û Bazirganiyê. 
 
JI BO DUÇERXAN MILYON LÎRE XERC KIRIN
 
Ji bo “Karê Wergirtina Xizmeta Organîzasyonên Mîhrîcana Duçerxê” jî di 4’ê cotmehê de îhale hate kirin. Lêçûnên ji bo îhaleyê weke 3 milyon û 52 hezar TL hate diyarkirin. Îhale bi rêbaza bazariyê hate kirin û bi milyonek û 889 hezar TL’an dan Kargeha Lîmîted a Turîzm Tekstîl Xurek Paqijî Kozmetîk Îthalat Îxrackirin Pîşesaziyê ya Bırkleynê. 
 
Di 3’yê cotmehê de jî îhaleya “Karê Wergirtina Xizmeta Belavkirina Amûran a li Xwendekaran” hate kirin. Lêçûnên wê nêzî 4 milyon û 896 hezar û 250 TL hate diyarkirin. Ev îhaleye jî bi 3 milyon û 651 hezar û 500 TL’an dan fîrmaya Enqereyê ya Karegeha Lîmîtedê ya Bîsîklet Motosîklet a Deltayê. 
 
ÎHALEYÊN ‘LEZ’
 
Balkêşe ku her 3 îhaleyên behsa xeberê jî li gorî fikraya B a xala 21’emîn a mewzûatê (Di rewşên weke karesat, şewb, talûkeya windahiyên can û mal ên di kêliyê de rû didin, ji bo parastina can û mal divê bi ecele werin dayîn.) hatin dayîn. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

08/05/2023
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'