Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin

img
ANKARA - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê de hat girtin got ne ew heqîqet hatiye girtin. Rojnamevan Sedat Yilmaz jî da zanîn ku ew bi nûçeyên ku çêkiriye hatiye tawanbarkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 29’ê nîsanê li 15 bajaran operasyon hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de bûn. Muftuoglû û Yilmaz di Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê de ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Gelek aliyan bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên beriya hilbijartinê û êrişên li ser çapemeniya azad hatin kirin dan û şermezar kirin. Muftuoglû û Yilmaz ên hatin girtin, ji Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin peyam şandin û diyar kirin ku çapemeniya azad wê bi ser bikeve û ev îktidara ku tarîtiyê afirandiye wê di 14'ê Gulanê de biçe.
 
‘DESTÊN ME BI KELEMÇEYAN JIDANDIN’ 
 
Muftuoglû anî ziman ku 5 hevalên wê yên rojnameva piştî hatin binçavkirin, bi ser malên wan de jî hat girtin û hemû alavên wan hatine desteserkirin. Muftuoglû wiha got: “Piştî rêwîtiya 15 saetan a otobusê em anîn Enqereyê. Li ser xebatên me yên rojnamegeriyê û axaftinên me yên bi telefonê ji aliyê kesên ku di qadên cuda de dixebitin û em wan nas nakin jî ji me pirsîn. Sînyalen ji heman stasyona bazê ku nêzî hev bûne wek sûc hatine dîtin û wek tiştek rêxistinî hatiye dîtin. Dema roja 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê nîşan da, kelepçeyên ku 4 roj bûn li ser destê me bûn, hîn zêdetir hatin jidandin. Ekîbek profesyonel li ser karûbarên me binçavkirinê sekinîbû. Xwestin serê min bitewînin lê min destûr neda viya.”
 
‘ÎKTIDAR DÊ BIÇE, ROJ WÊ HILÊ’ 
 
Mûftûoglû da zanîn ku îktidar dixwaze hemû rojnamevanan bitirsîne û tawanbar bike û wiha got: “Îktidara ku di van rojan de nivîsandina heqîqetê sûc dibîne û li pêşiya azadiya çapemeniyê asteng e, bêguman wê biçe. Desthilatdariya ku ev 10 meh in bi hemû operasyonên ku li dar xistiye hewl dide textê xwe xurt bike, wê li pêşberî têkoşîna azadîxwazan têk biçe. Li di nav çar dîwaran de jî em ê hewl bidin raya giştî ya demokratîk agahdar bikin û rastiyan binivisînin. Em dizanin ku tişta li vir tê xwestin bê girtin ne em in, heqîqet e. Ji ber vê yekê em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku ji bo parastina heqîqet û rojnamegeriyê li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû STK û civakê dikin ku xwedî li mafê xwe yê agahdarbûnê derkevin. Rewşa tarî ku hatiye afirandin helbet li benda hilatina rojê ye. Li dijî hemû tarîtiyan em ê bi ser bikevin, çapemeniya azad wê bi ser bikeve. Silav û hezkirin.”
 
‘YÊN KU OPERASYON KIRIN WÊ DI HILBIJARTINÊ DE BIÇIN’ 
 
Yilmaz anî ziman ku yên operasyon pêk anîne yên li ber çûnê ne û wiha got: “Beriya her tiştî ez spasiya saziyên pîşeyî yên hevkarî û hewldanên wan dikim. Hemû sûcdariyên li ser min nûçeyên ku min di jiyana xwe ya pîşeyî ya 23 salan de çêkiriye ne. Hemû kar û barên min ên rojnamevaniyê hatine şopandin û dixwazin bi rojnamevaniyê min sûcdar bikin. Hewl didin ku pêvajoya bi derewên şahidek veşartî ku hebûn an nebûna wî nediyar e, xwe di sûcdariya min de qanih bikin. Operasyona hilbijartinê bû. Sedemek jî ev e ku biryardariya min a bi hevkarên min ku hatin girtin re ye. Yên ku operasyona hilbijartinê pêk anîn wê di hilbijartinê de biçin. Ji her kesî re silav û hezkirin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/05/2023
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn