Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin

img
MELETÎ -  Berdevkê Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê Ahmet Guden bi lêv kir ku wan li dijî xalîkirina ji mirOvan a li Kurdistanê ev tevger ava kiriye û wiha got: "Ji ber vê yekê jî em piştgiriya Partiya Çepên Kesk dikin. Ji ber ku jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin."
 
Her ku hilbijartinên 14'ê Gulanê nêztir dibin, gelek derdorên cuda piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk radigihînin. Tevgera Jinûve û di Cih de Avakirina Jiyanê ku li dijî xalîkirina ji mirovan a li Kurdistanê û li Kurdistanê avakirina jiyanê hatiye damezrandin jî piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk ragihand. 
 
Berdevkê Tevgerê Ahmet Guden ku di sala 1984'an de ji ber pirsgirêkên siyasî ji neçarî koçber bûye û piştî demeke dirêj li Stenbolê jiyaye, bi damezrandina tevgerê re berê xwe daye Kurdistanê. Guden, diyar kir ku ew bi bawer in ku Partiya Çepên Kesk dê armanca wan pêk bîne û ji ber vê jî ew piştgiriya Partiya Çepên Kesk dikin. 
 
Guden bi lêv kir ku bi komkujiya tê xwestin ku Kurdistan ji mirovan bê xalîkirin û wiha got: "Li vî welatî mirov ne bi kêfî ji neçariye koçber bûne. Komkujiya Mereşê hat sere me. Ji ber vê gelek kes ji neçarî koçber bûn. Me jî tevgera xwe di destpêkê de li Mereşê da destpêkirin, lê armanca me ew e ku em xebatên xwe li seranserê welêt belav bikin. Li dijî xalîkirina ji mirovan a li welêt, em dixwazin li vir qada jiyanê ava bikin û pêşiya koçberiyê bigrin. Em ji ziman û çanda xwe hatin qutkirin. Ji ber vê jî em bi armanca vegerîna xwebûnê bi rê ketin. Banga me li hemû kesan ev e ku vegerin welatê xwe û bi ziman û çanda xwe bijîn."
 
'GIRÎNGIYA JIYANA EKOLOJÎK'
 
Guden bal kişand ser erdhejên ku navenda wan Mereş bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xweza her tim xwe nû dike, ji ber wê jî erdhej û veguherînên xwezayî çedibin. Lê sedema karesatê ne erdhej bû, pergala kapîtalîzmê ya rantê ye. Pergala kapîtalîzmê li dijî xwezayê qadên jiyanî ava dike, ji ber wê jî xweza bi vê yekê tola xwe hiltîne. Heke me li gor xwezayê qadên jiyanê ava bikira ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Hem pêvajoya pandemiyê hem jî ya erdhejê girîngiya jiyaneke ekolojîk nîşanî me hemû kesan da."
 
'JIYANEKE KOMUNAL'
 
Guden der barê xebatên xwe de jî diyar kir ku wan bi çandina daran dest bi xebatê kiriye û wiha pê de çû: "Me bi destê seroka xwe ya rûmetê Hanim Bakir Guden ku 3 meh berê jiyana xwe ji dest da, li Mereşê 5 hezar dar çandin. Her wiha me li herêmê rê li ber sewalkariyê jî vekir û vê yekê bala welatiyan jî kişand. Li Meletî û Mereşê xebatên me berdewam dikin. Armanca me ew e ku em li welêt bi kooperatîfan jiyaneke komunal ava bikin. Me ji bo kooperatîfan serlêdan kiriye. Ji bo avakirina jiyaneke komunal xebatên me berdewam in."
 
'BAWERIYA ME BI PARTIYA ÇEPÊN KESK HEYE'
 
Guden destnîşan kir ku jiyana ku ew armanc dikin wê bi destê Partiya Çepên Kesk pêk were û axaftina xwe wiha domand: "Em bi bawer in ku sedsala nû ya Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi destê Partiya Çepên Kesk bê avakirin. Êdî dawiya desthilata yekperest a AKP-MHP’ê hat. PiştÎ ku em ji vê desthilata yekperest xilas bûn, Partiya Çepên Kesk wê bi polîtikaya rêveberiyên herêmî dest bi avakirina jiyaneke nû bike. Avakirina jiyaneke nû ne tenê li ser vê erdnîgariyê her wiha wê bandor li ser Rojhilata Navîn jî bike. Ya ku Rojhilata Navîn veguherîne Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê jî Partiya Çepên Kesk li her derê bûye hêvî. Em bi hevî ne ku di 15 Gulanê de em ê bi Partiya Çepên Kesk dest bi avakirina jiyana nû bikin. Ji ber vê yekê jî, em bang li hemû kesan dikin ku li derdora Partiya Çepên Kesk kom bibin û em bi hev re li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê jiyana nû ava bikin." 
 
'JIYANA NÛ WÊ BI DESTÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK PÊK WERE'
 
Guden di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê Tirkiye bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne û ev tişt gotin: "Ez bawer dikim ku Partiya Çepên Kesk wê vê hevrûbûnê pêk bîne û komarê demokratîk bike. Partiya Çepên Kesk, daxwazên hemû civakê tînê zimên. Îro divê Tirkiye bi komkujiya Koçgirî, Dersîm, Mereş, Hatay, Sêwas, Roboskî  û hemû komkujiyan din hevrû bibe. Partiya Çepên Kesk wê vê pêvajoye bide destpêkirin. Pêvajoya demokratîkbûna Komarê jî  wê bi vê hevrûbûnê dest pê bike. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk. Em di wê baweriyê de ne ku armanca me ya di cih de avakirina jiyanê wê bi Partiya Çepên Kesk pêk were."
 
'BANG LI ELEWIYAN KIR'
 
Guden di dawiya axaftina xwe de bang li elewiyan kir ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: "Partiyên pergalê elewiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, lê tu pirsgirêkên wan jî çareser nekirin. Lê elewî bi Partiya Çepên Kesk û mîrateya wê vê her tim hatin temsîlkirin. Ji ber vê jî elewî îro li derdora Partiya Çepên Kesk kom dibin. Ji ber ku ya ku elewiyan înkar dike pergal bixwe ye, partiyên pergalê dê çawa pirsgirêkên elewiyan çareser bikin? Lê Partiya Çepên Kesk li dervayî pergalê ye û tenê ev dikarê van pirsgirêkan çareser bike."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

10/05/2023
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê