Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne

  • rojane
  • 12:31 10 Gulan 2023
  • |
DÊRSIM - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di mitînga Dêrsimê de axivî û bertek nîşanî gotina “cure” a ku Erdogan bo elewiyan anîbû ziman da û got: “Ev baweriya qedîm dê we bişîne.” 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê mitîngê li dar dixe. Mitîng, li Qada Seyîd Riza tê lidarxistin û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, nûnerê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Mûstafa Korkmaz, nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û Başak Demîrtaş û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu tev li bûn. 
 
 
Şande beriya mitîngê li ser Pira Mazgêrdê ji aliyê dehan wesayît ve hat pêşwazîkirin û konvoyê berê xwe da qada mitîngê. Seranserî rêgehê şande ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Şande û girseyek qelebalix ji Otogara Dêrsimê heta qada mitîngê meşiyan û dirûşma “Jin jiyan azadî” olan da. 
 
 
GULISTAN DOKÛ NEHAT JIBÎRKIRIN 
 
Qada Seyîd Riza ya mitîngê bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Xelkê Dêrsimê li qadê pankarta “1095 roj bê Gulistan derbas bûn. Em ê nedin jibîrkirin” vekirin û pirsa aqûbeta Gulistan Dokû kirin. 
 
‘ŞERVANÊN MIROVAHIYÊ AZADIYÊ DIAFIRÎNIN’ 
 
Li qada mitîngê pankarta gotinên “Jiyana min her şer bû. Şervanên mirovahiyê azadiyê diafirînin” hat vekirin û dovîzên “Jinên azad, civaka azad” û “Îfadeya wî li rûyê wî dide, kesek bi sûlaleya xwe diçe” hildan. 
 
 
‘HETA ÇARESERÎ NEYÊ, DEMOKRASÎ JÎ NAYÊ’ 
 
Mitîngê bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Mitîngê bi axaftina nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek dest pê kir. 
 
Tek diyar kir ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê Dêsimê îradeya xwe nîşan bide û wiha got: “Hem hikûmet hem jî muxalefet di vê hilbijartinê de dirûşmeya ‘Sedsala duyemîn a komarê’ bikar tînin. Halbûkî em dizanin sedsala bihûrî çi bandorê li ser me kir. Çemê Mûnzûrê bi xwînê herikî. Qetlîamên mezin li ser gelê me hat kirin. Nexwê wê demê wezîfeya me jî ew e ku em ê derse bidin yên ku gotina sedsala duyemîn bikar tînin. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û bersiva wan bidin. Heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser nebe, heta ku kurd negihîjin mafên xwe netewî, wê demorkasî neyê Tirkiyeyê.” 
 
DAXWAZA PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKΠ
 
Nûnerê Partiya Komunistê Kurdistanê Mustafa Korkmaz axivî û bal kişand ser komkujiya Dêrsimê û got: “Çawa ku Seyîd Riza çong daneni, em ê jî çonga xwe daneynin.” Korkmaz bal kişand ser girîngiya Tifaqa Kurdistanî û got: “Em dixwazin qeyûm werin rakirin û îradeya me paşve bidin, girtî werin azadkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî.” 
 
‘Nûnera SMF’ê Evrîm Konak jî anî ziman ku wê jin, kedkar û gel bi ser bikevin. 
 
KONDÛ: ÎNKARA ME DIKIN 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kondû jî destnîşan kir ku rejîma yek zilamî dijminê nasnameyan û demokrasiyê ye û wiha axivî: “Sed sal in siyaseta înkarê li ser me dimeşînin. AKP jî 21 sal in dixwaze faşîmza xwe li ser me ava bike. Em di qonaxek girîng de derbas dibin. Em ê heta çareseriyê têbikoşin. Li Dêrsimê betalî, koçberî û feqîrî heye. Ziman, bawerî û nasnameya me înkar dikin. Em ê hemû bi hev re vê rejîmê bişînin. Em ê li dijî vê zîhniyetê bêjin ‘êdî bes e’. Em ê hev re biguherînin.”
 
AKDENÎZ: EM DI TURA YEKEMÎN DE BIQEDÎNIN 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê ku bi dehên salane li ser Dêrsimê dimeşîne û xwest hilbijartin di tûra yekemîn de biqede û xelkê Dêrsimê rayek xwe bide Partiya Çepên Kesk û rayek jî xwe bide Kemal Kiliçdaroglû. 
 
‘EV DER DÊRSIM E, RÊ NADE ZILMÊ’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Ev der Dêrsim e. Rê nade zilmê. Reng û dengê gelê Dêrsimê Partiya Çepên Kesk e. Wê dêrsimî di bin dara Partiya Çepên Kesk de bên cem hev.” Keskîn Bayindir bal kişand ser pankart û dovîzên li qadê. 
 
SILAVÊN DEMÎRTAŞ 
 
Başak Demîrtaş jî derket ser dikê axivî û silavên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli li gel kir û bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li ser Dêrsimê. 
 
ÛÇAR: EV BAWERIYA QEDÎM DÊ WE BIŞÎNE 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar derker ser dikê, gel silav kir û ewilî bi zaravayê kirmanckî (zazakî) axivî. Axaftina Ûçar a bi kirmancî kêfxweşî da xelkê Dêrsimê. Ûçar bertek nîşanî gotina “cûre” ya Serokkomarê AKP’yî Tayîp Erdogan ku ji bo elewiyan anîbû ziman da û wiha got: “Feraseta wan nikare ji baweriya qedîm a civaka elewî û nasnameya gelê kurd fêm bike. Hûn tênagihijîn û hûnê tênegihîjin. Ev baweriya qedîm dê we bişîne.” 
 
‘EV WELAT WÊ BI ME DEMOKRATÎK BIBE’ 
 
Ûçar destnîşan kir ku wê ev welat bi siyaseta xeta sêyemîn a Partiya Çepên Kesk were demokratîkkirin û di 14’ê Gulanê de dê dewlet ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe. Ûçar bal kişand ser qetlîama Dêrsimê û xwest qetlîam were ronîkirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn bê xwestin. 
 
‘HEWCEDARÎ BI FELSEFEYEK NÛ HEYE’ 
 
Ûçar destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê ne sûnî dijîn û gelek bawerî û netew dijîn û got: “Êdî li welat pêwîstî bi guherîna pergalê heye. Pêdiviya welat bi felsefeyek nû heye.” 
 
Piştî axaftinan mitîng li ber konsera Aryen Kom bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/05/2023
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê