Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin

  • rojane
  • 17:08 13 Gulan 2023
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Amed bi polîtîkayên şer ên îktidarê dizane û got: “Wê Amed sibê dersek wisa bide we, hûnê carek qet ji bîra nekin.” 

 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar li mitînga Amedê xîtabî sedhezaran kes kir. Sancar bi kurdî dest bi axaftina xwe û girseyê silav kir. 
 
Sancar wiha axivî: 
 
Silav Amed. Em bi te serbilind in. Em evîndarê Amedê ne. Em ê çawa vê evîndariyê bînin ziman. 
 
AMED BIRYARA XWE DAYE 
 
Amed biryara xwe daye. Amed amade ye. Amed ji zû ve amade ye ku pêşengiya guhertinê bike. Amed wê sibê di sindoqan de viya nîşan bide. Helbet we biryara xwe nîşan daye. Helbet wê îradeya we hevalên me yên girtî hemû azad bibin. Em ê di rojên azad de dest bidin destê hev û govenda azadiyê bigerînin. Em ê stranên azadiyê bêjin. 
 
ERDOGAN Û ŞIRÎKÊN XWE DIJMINÊ KURDAN IN 
 
Çend roj berê Erdogan çi dibêje, ‘Xwişk û birayên min kurd hûn hemû şahidên jidilbûna min in’. Ras te gelê kurd bi te dizane. Her tiştek ku te kiriye pê dizane. Şahidên te ne û her tiştê te kiriye yekî jî ji bîra nekiriye. We çi kir? We qeyûm tayînî ser îradeya gelê kurd kir. We îradeya gelê kurd desteser kir. Amed desteserkirina îradeya xwe ji bîra nake. Dozên komployê ji bîra nake. Bi hezaran hevalên me girtî ji bîra nake. Amed êriş û zextên li ser ziman û bîra xwe ji bîra nake. Amed şahidê şerê Erdogan û şirîkên wî ye. Amed şahide dijminatiya we ya hûn li kurdan dikin e. Erdogan û şirîkên xwe dijminê kurdan in. Ev tifaq li ser dijminatiya kurdan hatiye avakirin. Amed wê sibê dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin. Em amade ne Amed? Em ê çi bikin. Em ê sibê biçin ser sindoqan û em ê nîşan bidin ku ka Amed çawa îradeya xwe nîşan dide. Em ê hemû namzetên xwe bişînin Meclisê. 
 
AMED DIZANE WÊ ÇI BIKE 
 
Gelê kurd dizane ku wê rayên xwe bidin kî. Gelê kurd bi berxwedana Amedê û têkoşîna wê serbilind e. Gelê kurd dizane ku wê Erdogan û şirîkên wî bişîne ku. Gelê kurd wê dengên xwe bidin azadiyê, gelan û hiqûqê. Wê gelê kurd azadiyê biparêze. Em te serbilind in Amed, em deyndarê te ne Amed. Lewma em çi jî ji bo te bêjin hindik e Amed. 
 
EM Ê WEKE PEYWÎRDARÊN SINDOQAN BIXEBITIN 
 
Îro ev coşa we wê sibê Tirkiyeyê bibe rojeke pir cuda, ev coş wê bi vîna wekhevî û azadiyê ya li tevahiya Tirkiyeyê re bibe yek û vî welatî ber bi ronîbûnê ve bibe. Binêrin sibê 14’ê Gulanê ye, roja din 15’ê Gulanê ye. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, gelê kurd dê di heman demê de 15’ê Gulanê cejna zimanê xwe hem jî serkeftina hilbijartinê pîroz bike. Ez bejna xwe li ber we ditewînim. Amediyên rêzdar sibê heval, hogir, cîran, xizmên xwe em ê bibin ser sindoqan. Em ê dengê xwe bikarbînin, ji bo em xwedî li vîna xwe derkevin em ê weke peywîrdarên sindoqan bixebitin. Em ê vîna xwe nedin dizîn. 
 
Em bi berxwedanê hatin, me bi berxwedanê qezenc kir, niha em ê vê berxwedanê bi avakirinê re bikin yek. Li ser berxwedanê em ê jiyana nû ava bikin. Em ê Komara Demokratîk ava bikin. Em ê aştiya mezin bi hev re hem bînin vî welatî hem jî bînin Rojhilata Navîn. Heke pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe wê aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê hûn dê me hûn ê Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin Meclisê.
 
EM DI AVAKIRINÊ DE HÊZA MOTORÊ NE
 
Em di avakirina jiyana nû de hêza motorê ne. Em ê bibin aktorên diyarker, em ê Komara Demokratîk ava bikin. Ji ber wê em di bin dara Çepên Kesk de tên bahev. Herkesên ku li Tirkiyeyê aştî, xwişk û biratî, demokrasi, wekhevî, azadî dixwaze mohra xwe li binê darê dide. Kokên wê darê li ser vê axê ne, belavî hemû Tirkiyeyê bûne, pelên wê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê ne. Ji ber wê yekê em mohra xwe li binê darê didin û bi temsiliyeta herî xurt Çepên Kesk dişînin Meclisê.
 
DI SERÎ DE EM ERDOGAN DIŞÎNIN 
 
Dema em vê dikin di serî de Erdogan dişînin. Em pergala yek zilamî bi dawî dikin. Em ji bo Tirkiyeyê rê li ber ronahiyê vedikin. Em ê di vê rêyê de bi awayekî herî xurt bimeşin. Ji ber wê pêdiviya me bi piştevaniya we heye. Ji ber wê divê bi awayekî herî xurt bikevin Meclisê. Ji bo demokrasi, aştî û azadiyê sîgorte em in. Em sibê diçin ser sindoqan. Em ê di 15’ê Gulanê de ji ronahiyê re şiyar bin. Û rêya me vekirî ye.”
 
Mitîng bi konsera Golgedekîler bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

14/05/2023
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir