YALOVA - Li Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî ji derve anîne û têkildarî vê girtek hatiye girtin.
Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a namzetên hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî anîne dibistanê. Ev bêrêbazî li sindoqa jimara 1033’yan qewimî û têkildarî vê bêrêbaziyê girtek hat girtin. Hat zanîn ku ew zerfên qatkirî ji derve anîne dibistanê.