Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû

  • rojane
  • 20:00 3 Hezîran 2023
  • |
img

STENBOL - Di roja ewil a konferansa navneteweyî ya "Pandemî û Girtîgeh" a CÎSST'ê de, hat destnîşankirin ku di dema pandemiyê de girtî hîn bêtir rastî tecrîdê hatine. 

 
Konferansa bi sernavê "Pandemî û Girtîgeh" a Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazê ya Ceza de (CÎSST), ku dê du rojan bidome, li otêleke Beyoglûyê dest pê kir. Ji gelek welatan parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, lêkolîner û pisporên girtîgehan beşdarî roja ewil a konferansê bûn. Konferans bi axaftina Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Pisporê Tiba Edlî Şebnem Korûr Fîncanciyê dest pê kir. 
 
Fîncanciyê ku ji bo pêvajoya pandmeiyê got "Di warê mafan de ji bo me pêvajoyeke pir zehmet bû", destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de guh li girtîgehan nehatiye kirin. Fîncanciyê anî ziman ku di vê pêvajoyê de girtîgeh hatine îzolekirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane. 
 
TECRÎD HAT KÛRKIRIN
 
Fîncanciyê bilêv kir ku desthilat di pêvajoy pandemiyê de li girtîgehan polîtîkayeke cihêkariyê esas girtiye û got: "Tekane mekanîzmaya parastin, ew bû ku girtî hatin tecrîdkirin." Fîncanciyê bilêv kir ku ew parêzvanên mafên mirovên dê li dijî binpêkirinên mafan bidomin. 
 
REWŞA GIRTÎGEHÊN FRANSAYÊ
 
Paşê bi moderetaoriya Doç. Galma Akdenîz a ji Zanîngeha Bîlgiyê rûniştina ewil a bi ser navê "Li cîhanê çi qewimî" dest pê kir. Lêkolîner Charline Becker, têkildarî pêvajoya pandemiyê ya li girtîgehên Farnsayê hin agahî parvekirin. Becker da zanîn ku di dema pandemiyê de zêdetirî 70 hezra girtî hebûne û got ku  mudaxile bi derengî hatiye xistin. Becker bilêv kir ku Wezareta Dadê wê gavê gotiye dê eksî bernedin, lê paşê hin kes berdane û got ku lê bi awayekî herêmî pêkanînine newkehev hebûn. Becker bilêv kir ku çendî ku li gor "krîteran" liv û tevgerek çêbûbe jî, lê pir hindik kes hatine berdan û got: "Lê mixabin Wezareta Dadê wekî din tu xebat nekirin." 
 
‘LI ÎTALYAYÊ PERGAL NE AMADE BÛ'
 
Alessîo Scandûrra ku ji paytexta Îtalyayê Romayê hat, têkildarî girtîgeha li Antîgoneyê de axivî. Scandûrra got: "Li Îtalyayê berdan bi şertî zêde bû. Li girtîgehan çalakiyên protestokirinê çêbûn. 48 serîhildan çêbûn. Li girtîgehekê 13 girtî ji ber dermanên zêde mirin. Gelek eks ji girtîgehan reviya. Pergal ji bo rewşeke lezgîn neamade bû. Guh li qewimînên li girtîgehan nedikirin. Li girtîgehan 10 hezar kes bi qovîdê ketin." 
 
Endama Rêxistina Cîhanê ya Li Dijî ÎŞkenceyê (OMCT) Maryia Kvîtsînskaya jî anî ziman ku pandemî ji bo girtiyên astengdar pir zehmet bûye û got ku gelek dane û binpêkirin nehatin eşkerekirin. 
 
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ê Stenbolê Umît Efe jî moderatoriya rûniştina duduyan a bi ser navê "Li Tirkiyeyê çi qewimî*" kir. Di vê rûniştinê de ewilî ji Zanîngeha Bîlgiyê Derûnnas Galma Akdenîz axivî. Akdenîzê diyar kir ku kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê piştî 2005'an pir zêde bûye û got ku ji sala 2022'yan heya niha nêzî 200 girtîgeh hatine çêkirin û ji bo kêmkirina hejmara girtiyan tu tişt nehatiye kirin. Akdenîzê wiha domand: " Destûrên qovîdê hê jî didomin. Niha tê nîqaşkirin ku vê demdirêj û mayinde bikin. Tê gotin ku niha zêdetirî 256 hezar kes girtî ne, lê di nava van de yên ji ber qovîdê bi destûr î hene. Di pandemiyê de hevdîtinên bi malbatan û parêzeran re hatin sekinandin. Hevdîtinên girtî piştî meha Hezîranê dest pê kiri. Di meha Mijdarê de jî rewş hinekî asayî bû." 
 
BEHSA REWŞA ÎMRALIYÊ KIR
 
Paşê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul axivî. Ergulê jî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Girtîgeha Îmraliyê û got: "Li Îmraliyê tenê hevdîtinek jî bi birêz Abdullah Ocalanî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re nehat kirin. Tenê birêz Ocalan carekê hevdîtina bi rêya telefonê kir. Li Tirkiyeyê di vî warî de Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê, di hemû pêvajoyên krîzê de ansetngiyeke mezin e. Di her krîzê de dertê pêşiya me. Em dikarin bibêjin ku berdana bi şertî tê astengkirin." 
 
Koordînatora CÎSTT'ê Berîvan Korkûtê jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dema pandemiyê de tevdîrên taybet nehatine girtin û ên herî zêde bandor ji bê girtine jî girtiyên biyanî bûne û got: "Hevdîtin nehatin kirin, bi nexweşîneke ku pê nizanibûn re rû bi rû hatin hiştin." 
 
Rûnitştina dawî jî bi sernavê "Di Warê Zayendiya Civakî de Girtîgeh û Pandemî" bi moderatoriya Endamê UnîKûîrê Mahmût Şeren hat kirin. Di vê rûniştinê de jî dilxwazê CÎSST'ê Merîç Dogan, axivî. Dogan destnîşan kir ku pandemiyê bandoreke mezin li LGBTÎ+'yan  kiriye û got ku girtîgehê wekî cihên du zayendan tenê hatine sêwirandin û ev yek ji bo kesên LGBTÎ+ bûye cihê zor û zehmetiyên mezin. 
 
Bi dû re endama Ewlehiyê ya Reformê ya Girtîgehê Paûla Harrîot li ser rewşa girtîgehên Îngilteryê sekinî. Herî dawî jî endama OHD'ê Parêzer Çîgdem Kozan li ser rewşa girtiyên jin axivî û got ku bi pandemiyê re tecrîd giran bûye û ji ber vê girtî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane. 
 
Konferans bi beşa pris-bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

07/06/2023
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî