Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin

  • rojane
  • 09:03 10 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Li Amedê zarokên ku di kar û barên cuda de tên xebitandin, doza jiyaneke adil û wekhev kirin û gotin: "Ji ber ku em diwestin em nikarin bilîzin. Em dixwazin em jî wekî hevtemenên xwe bin." 
 
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), di sala 2002'yan de ji bo zarok neyên xebitandin, 12'ê Hezîranê wekî "Roja Têkişîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan" îlan kir. Lê ji roja ku ev roj hatiye îlankirin heya niha, her diçe hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe. Li gorî rapora 2021'ê ya ILO û Fona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hejmara zarokên tên xebitandin di 4 salên dawî de 8,4 milyon zêde bûye û li seranserê cîhanê jî bûye 160 milyon. 
 
Li gor Saziya Îstastîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî, ji dawiya sala 2022'yan, ji 85 milyon û 279 hezar û 553 welatiyên Tirkiyeyê, 22 milyon û 578 hezar û 378 jê zarok in. Li gor daneyên TUÎK'ê, rêjeya zarokên temenê wan 15-17 sal ên dixebitin 18,7 e. Li gor rapora 2022'yan a Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), li Tirkiyey herî kêm 2 milyon zarok tên şixulandin. 
 
Li Amedê jî hema bibêje zarok di gelek kar û baran de tên şixulandin. Em li kuçeyên Amedê bi zarokan re li ser şert û mercên xebatê û tiştên tên serê wan axivîn. 
 
‘EZ NIKARIM BILÎZIM'
 
F.E.'yê 12 salî yê ji Sûriyeyê ku di dikaneke Fast Foodê (xwarina hazir) de dixebite, anî ziman ku ew ji heftê sibehê heya pêncê êvarî tostan digerîne. F.E. got: "Ez 7 salî bûm em hatin Tirkiyeyê. Em 6 xwişk û bira ne. Ez û birayê xwe li vir dixebitin. Ez dixwazim bixwînim, xeyalên min hene. Min dixwets ji dêvla xebatê bilîzim, lê gava ez ji kar dertêm ji ber ku pir diwestim nikarim bilîzim." 
 
A.D. yê 13 salî ku ji ber şerê Sûriyeyê hatiye Tirkiyeyê, anî ziman ku 11 sal in ji bo jiyanê têdikoşin. A.D. bilêv kir ku ew ji heştê sibehê heya pêncê êvarî li kuçeyên amedê qarton, naylon, şûşeyên pet berhev dike û got: "Ez pir diwestim. Tav li min dixe. Lê ez nexebitim nabe. Heqê kirê, heqê ceryanê.. Bavê min bi tena serê xwe nikare van mesrefan bide." 
 
‘GER ŞER TUNE BÛYA EM SAETEKÊ JÎ LI VIR NEDIMAN'
 
M.D. yê 17 salî ku ji neçarî dest ji dibistanê berdaye, ew û pismamê xwe A.D. heman karî dikin M.D. bilêv kir ku gava dixebitin bi zimanekî cihêkar re rû bi rû dimînin û got: "Ez ji ber kar nexweş ketim. 8 sal in ez heman karî dikim. Em rojê 100 lîreyî qezenc dikin. Zarokên wekî min li malên xwe ne. Bi telefonên xwe dilîzin, diçin dibistanê lê em diçin kar. Em doza wkeheviyê dikin. Li kar bi ser me de diqîrin, heqaretê li me dikin. Tim ji me re dibêjin 'Hûn ê kengî herin Sûriyeyê?' Ger şer tune bûya, em saetekê jî nediman." 
 
Ji 4 XWIŞK Û BIRAYAN 3 KES DIXEBITIN
 
M.D. yê 13 salî ku tevî birayên xwe simîtan difiroşe got: "Ez rojê 50 lîreyîq ezenc dikim. Ez bi vî pereyî hewl didim alîkariya malbata xwe bikim. Em 4 xwişk û bira ne. Em 3 kes dixebitin. Bila pergal ji bo zarokan bê guherandin. Bila zarok li parkan bilîzin, nexebitin." 
 
‘MIN DIXWEST WEKÎ HEVTEMENÊN XWE BIM' 
 
A.T. yê 17 salî jî li kuçeyan fêkiyan difiroşe. A.T. bilêv kir ku wî û gelek hevalên wî dest ji dibistanê berdane û got: "Min dixwest bibi endezyarê elektrîkê. Min jî dixwest ez wekî hevtemenên xwe bim." 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Seroka Komeleya Hêviyên Rengîn Yeter Erel Tûmay jî anî ziman ku xebitandina zarokan tenê ne pirsgirêka Kurdistanê, pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. Tûmay destnîşan kir ku lê li Kurdistanê sedema xebitandina zarokan polîtîkayên şer e û got ku êdî zarokên di navbera 6-12 salan de jî bermayiyan berhev dikin. Tûmay destnîşan kir ku parastina zarokan û pêşîgirtina îhmalan berprisiyariya dewletê ye. 
 
Tûmayê destnîşan kir ku karkeriya zarokan bi xwe re ji binpêkirina mafê jiyanê heya destdirêjiya li zarokan gelek binpêkirinên tîne û got ku bi polîtîkayên bibandor û qanûnan pêşîgirtina li karkeriya zarokan pêkan e. Tûmayê daneyên TUÎK'ê bibîr xist ku ji bajarên herî zêde zarok lê dixebitin yek jê jî Amed e û wiha pê de çû: "Xizanî bi xwe re dibe sedema karkeriya zarokan. Yanî sedema betaliya li vir şerê çekdarî yê bi salan e. Sedema ku li vir veberhênanî nayê kirin û zêdebûna rêjeya betaliyê, polîtîkayên şerê taybet in. Ev polîtîka li vir dibin sedema zêdebûna karkeriya zarokan.Piştî erdhejê mesele kûrtir bû. Mirovênli vir her diçe xizantir dibin." 
  
Tûmayê diyar kir ku xeleka herî zirav a vê zincîrê jî zarokên penaberan e û got ku herî zêde keda wan tê binpêkirin. Tûmayê bilêv kir ku zarokên tên xebitandin mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin û got ku di dema kar de gava tiştek tê serê wan bi derfetên xwe çareser dikin. 
 
Tûmayê da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl ji bo pêşîgirtina karkeriya zarokan tevdigerin, lê dîsa jî pirsgirêk nayê çareserkirin û got: "Daneyên nû ku her diçe zêde dibin, dê rewşa rêxistiên civaka sivîl jî biguherîne. Bi taybetî li herêma erdhejê zêdebûna karkeriya zarokan, dê bike ku em hîn bêtir bixebitin. Her ku xizanî zêde bibe dê karkeriya zarokan jî zêde bibe û ev dê binpêkirinên mafan zêdetir bike." 
 
POLÎTKÎKAYEKE JI BO MAFÊN ZAROKAN TUNE YE'
 
Tûmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li welêt polîtîkayeke ji bo mafên zarokan tune ye û got: "Nebûna polîtîkayeke mafên zarokan, tiştekî polîtîk e. Dewlet divê ji bo zarokên welêt polîtîkayeke çalak ku karibe wan biparêe pêk bîne. Yan na dê axaftinên rêxistinên civaka sivîl an jî axaftinên li meclisê yên der barê kakeriya zarokan de bi kêr neyê. Ev,d ivê bi qanûnan bên çêkirin." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

12/06/2023
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin