Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye

  • rojane
  • 10:23 12 Hezîran 2023
  • |
img

RIHA - Emîne Şenyaşar ji bo kesên li edaletê digerin bûye remsa têkoşîna edaletê. Emîne Şenyaşar ji bo lawê wê yê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan û kujerên hejvîn û du lawên bê cezakirin, 5 sal in li benda “edaletê” ye. 

 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz avêtin ser dikana malbata Şenyaşar û qetlîam pêk anîn. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKP’yî li dikanê bi ferdên malbata Şenyaşar re nîqaş kirin û paşê bi dar û beran, kêran û sîlehan êriş birin ser dikanê. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûn. Birîndarên ferdên malbata Şenyaşar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Êrişê li ber nexweşxaneyê jî berdewam kir. Di êrişa li ser dikanê de Mehmet Şah Yildiz ê kekê Îbrahîm Halîl Yildiz ku birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir. Di vê kêliyê de ferdên malbata Yildiz, li nexweşxaneyê cara duyemîn êriş birin ser ferdên malbata Şenyaşar. Êriş li ber çavê karmend û wezîfedarên nexweşxaneyê pêk hat. Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar li ber çavên bi sedan xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetilkirin.
 
Haci Esvet û Emîne Şenyaşar bi hawara zarokên xwe çûn nexweşxaneyê. Li ber ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê ferdên malbata Yildiz êriş birin ser Hecî Esvet û li ber çavê Emîne Şenyaşar hevjînê wê hat qetilkirin. 
 
QETLÎAM LI BER ÇAVÊN RAYEDARÊN DEWLETÊ HAT KIRIN 
 
Ferît û Mehmet ên birîndar bûbûn ji aliyê xebatkarên nexweşxaneyê ve hatin revandin û ji qetilkirinê rizgar bûn. Ambulansa ku birîndaran veduhezand li ber nexweşxaneyê bi êrişê re rûbirû ma. Di kêliya ku qetlîam li nexweşxaneyê pêk hat, Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Li gel ku erkana dewletê û ewlehiya asta bilind li baxçeyê nexweşxaneyê bû jî hat îdiakirin ku qeydên kamerayan hatine dizîn. Esvet Şenyaşar li “Qada Zer” a nexweşxaneyê hat qetilkirin û xwîna wî li dîwar ketibû, paşê ser xwînê hat boyaxkirin. 
 
HÊ BIRÎNDAR BÛ HAT GIRTIN 
 
Fadil Şenyaşar ê birîndar bûbû li ser fermana dozgeriyê ku li nexweşxaneyek Amedê dihat tedawîkirin, ji nexweşxaneyê hat derxistin û hat binçavkirin. Fadil Şenyaşar birin Edliyeya Rihayê û serê wî û qirika wî bi ji birînan pêçayî bû hîn bû ku bav û du birayên wî hatine qetilkirin. Şenyaşar ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê û paşê jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Şenyaşar nêzî 5 salan e li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 
 
PÊVAJOYA DOZÊ 
 
Dosyeyên doza qetlîama Malbata Şenyaşar tevî ku bûyer di heman kêliyan de qewimî jî lê dosye wek dosyeyên “dikanê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cihêkirin. Di darizandina têkildarî dikanê de ku hat kirin, 37 sal û 9 meh cezayê hepsê li Fadil Şenyaşar hat birîn. 18 sal jî cezayê hepsê li Enver Yildiz hat birîn. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê di 2’ê nîsana 2021’an de biryarê da û ev biryar di 9’ê kanûna 2022’yan de ji aliyê Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê ve hat xerakirin. 
 
DAWIYA DAWÎ ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN
 
Lêpirsîna li ser dosyeya “nexweşxaneyê” jî 4 sal û 4 meh berdewam kir û piştî biryara veşarî hat rakirin îdianame hat amadekirin. Heta ku îdianame hat amadekirin, gelek dozger guherîn. Di çarçoveya dozê de derbarê 19 bersûcan de ji qetilkirina Esvet û Adil Şenyaşar de, birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar de ceza hat xwestin. Danişîna ewil di 17’ê çileya 2023’yan de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgehê di biryara navberê ya 1’ê sibatê de dosyeya “dikanê” û “nexweşxaneyê” kir yek û şand 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê. Di danişîna 12’ê gulanê de hat lidarxistin şandeya dadgehê  bi hincetên “gumana sûcê biqewet” li ser Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz heye, ji bo Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek jî “neberhevkirina delîlan” biryara dewama girtinê da û danişînek din taloqî 18’ê tîrmehê kir. 
 
5 SAL IN EDALETÊ DIXWAZIN… 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ku ji êrişê bi birîndarî filitîbû bi daxwaza Fadil Şenyaşar bê berdan, kesên qetlîam pêk anîne û kesên çavê xwe li qetlîamê girtine di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar her ku çû mezin bû û veguherî berxwedanek bênimûne. Emîne Şenyaşar ji bo kesên edaletê dixwazin bû remza edaletê. Bi hincet û îdiayên ku Emîne Şenyaşar seranserî nobedê de gotinên wê “heqaret” kirine 31 caran lêpirsînên cuda derbarê wê de hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 10 heb veguherîn dozê. Tevî gelek şert û mercên dijwar ên demsalan û li gel nexweşiya Emîne Şenyaşar jî bênavber û bêwestan çalakiya xwe domand. Emîne û Ferît Şenyaşar gelek caran “bêhincet” hatin binçavkirin û pankart û dowîzên wan hatin desteserkirin û cezayên pereyan li wan hatin birîn. 5 sal in daxwaza Emîne Şenyaşar tenê edalet e. Emîne Şenyaşar dibêje ji ber edalet pêk nehatiye wê bi nikaribûye şîna hevjîn û zarokên xwe deyne û şîna wan negirtiye. Tevî hemû astengiyên polîsan jî 812 roj in malbat Nobeda Edaletê didomîne. Malbata Şenyaşar carek din di salvegera qetlîamê de wê li ber Edliyeya Rihayê salvegera qetlîamê roja 14’ê Hezîranê pêşwazî bike. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

12/06/2023
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin